Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Recent Submissions
Other JÎ ALÎYÊ USLÛB Û NAVÊROKÊ VE NÎRXANDÎNA MEWLÛDA MELA MUHAMMED EMÎNÊ HEYDERÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Ergin, MuzafferDi vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî (kurmancî) Mewlûda Mele Muhammed Eminê Heyderî hatiye kirin. Mewlûda Heyderî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr’anê zarok hînê mewlûda wî dibin û Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin, ji ber vê di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Heyderî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di xebatê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Heyderî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Heyderî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn.Other DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞEv xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.Other DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng ÖzmenFêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.Research Project UNSÛRÊN TEBÎETÊ DI DÎWANA WEDA’Î DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Taş, HasanTabiat ve tabiata dair bütün unsurlar geçmişten günümüze dek insanların yaşamında önemli bir yer edinmiştir. Doğa ve doğaya ait birçok unsur yazar ve şairlerin de dikkatini çekmiş ve şairler eserlerine bu tabiat unsurlarını yansıtmıştır. Bu çalışmanın amacı Weda’i’nin şiirlerinde tabiat ve tabiat unsurlarının yansımalarını göstermektir. Bu amaç doğrultusunda ele alınan şiirler taranmış ve bu şiirler içerisinde yer alan tabiat unsurları tespit edilmiştir. Tespitedilen tabiat unsurlarının hangi şekillerde şiirlere yansıdığı ele alınmış ve açıklanmıştır. Çalışmamız sonucunda tabiat ve tabiat unsurlarının Weda’î’nin şiirlerde yerinin azımsanmayacak kadar fazla olduğu ortaya çıkarılmıştır.Research Project Di Herêma Nisêbînê de Berhevkirina Cureyên Dirûnê(2021) Hakan KoçDi jîyana mirovan de gelek pêdivîyên curbecur hene. Ji pêdivîyên mirova yek jê jî dirûne. Dirûnê, Ji dîroka nedîyar heta wextê sedsala 21ê merheleyên curbecur derbaskirine. Dirûn di binyada xwe de jixwe tiştekî folklorik e. Di heman demê de ji bo hunera cil û bergan jîyande ye. Di dîrokê de temenê folklorê bî qasî dûdîrêjîya dîroka mirovan e. Dîroka herî kevn ya mirova li herema rojhilata naverast e. Herêma Nisêbin ji alîyê afirandina folklorê navendek pir girînge. Nisebîn di dîrokê de buye hêlîna gelek çandê qewmî û dînî. Nisebin di çanda xwe de piralîye yani heterojen e. Emê di vê gotara xwe de li ser cureyên dirunê yê herêma Nisêbîne bîsekinin. Emê bal bikşînin ku di herêma Nisêbînê de gelek cureyên dirunê hene. Hem bi şiklê dirûna hem jî bi fonksîyonên dirûna emê wana lêkolîn û tasnif bikin. Rêbaza me ya lêkolînê di cîh de berhevkarî ye. Emê bi pîrejinan re û kalemêran re hevdîtinan pêk bînin û di derbarê agahîyên wan de emê kare berhevkarîyê bikin. Em îdda dikin ku heta niha tu kesan berhevkarîya cureyên dirunê yê herêma Nisêbîne nekirî ye.Research Project Jİ ALİYE TEKNÎK Û NAVEROKÊ VE NİRXANDİNEK Lİ SER ROMANA MİRİNA BÊSÎ YA DİLAWER ZERAQ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) POLATTAĞ, HabibeRoman weke cureyeke edebî di sedsala şazdehan de derketiye holê. Geşedana romanê weke cureyeke edebî bi qewimîna hin bûyerên siyasî, dldfgjcivakî û teknolojîk pêk hatiye. Derketina çapxaneyê, vedîtinên erdnîgarî, Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransayê û hilweşîna feodalîteyê ji vana yên sereke ne. Van bûyeran piştî Ewropayê hemû cîhanê kirin bin bandora xwe û wêjeya cîhanê jî ji vê guherînê bêpar nema. Dewleta Osmanî jî hem bi awayeke erênî hem jî bi awayeke nêyînî ji van bûyeran para xwe sitende. Dewleta Osmanî ji bo ku li hember dewletên Rojavayî karibe li ser piyan bimîne gavên girîng avêtin. Îlankirina Fermana Tanzîmatê ji vana ya herî girîng e lewre vê fermanê di jiyana tebaya Osmanî de guherînên kirîtîk pêk anî. Kurd jî wê demê tebaya Dewleta Osmanî bûn û fikrên ku bi Fermana Tanzîmatê re belav bûn rewşenbîrên Kurdan jî kirin bin bandora xwe. Rewşenbîrên Kurd bi xebatên xwe hem tekoşîneke siyasî meşandin hem jî bingeha wêjeya Kurdî ya nûjen danîn. Piştî wan kurdan li erdnîgariyeke perçebûyî, di bin erkên siyasî yên cuda de mînakên cureyên edebî yên modern dan û berdewamiya wêjeya Kurdî pêk anîn. Piştî ku mirovên ji rêzê û jiyana rojane bûn mijara edebiyatê guherînên radîkal di cureyên edebî de çêbûn. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem çewa di beşên hunerê yên din de guherîn çêbûn di romanê de jî guherînên balkêş çêbûn. Van guherînan di naverokê de û di teknîkê de xwe nîşan dan. Nivîskarên Kurd jî van guherînan taqîb dikirin û li gor qaîdeyên serdema nû berhemên xwe afirandin. Em dikarin li gor van qaîdeyan bêjin di roja îroyîn de wêjeya Kurdî bi taybetî jî romana Kurdî di asta edebiyata cîhanê de ye. Romana ku mijara vê xebatê ye jî ji van mînakan yek e. Dilawer Zeraq di sêyîneya xwe de romanên xwe bi teknîkên postmodern nivîsiye. Rewşa kurdan ya siyasî û civakî jî di romanê de xwe bi awayekî berbiçav nîşan daye û mirov dikare bêje vê rewşa xerab bi hin awayan postmodernbûna romanê qels kiriye. Mînak îronî û xemsarî taybetmendiyên romana postmodern yên sereke ne lê belê em dikarin bêjin ku giraniya mijara romanê helwesteke îronîk û xemsar asteng kiriyeResearch Project JÎYANA MALBATA CASIMÊ CELÎL Û XEBATÊN WAN YÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) NERSE, RojbînMe di vê xebatê de hewld da ku em li ser jîyana Casimê Celîl û li ser kesayeta wî ya edebî rawestin. Herweha me di vê xebatê de malbata Casimê Celîl (Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl) hem ji alîyê wan yên şexsî ve hem jî ji alîyê wan yên edebî ve da nasîn. Wekî ku tê zanîn, malbata Celîlan di qada edebîyata Kurdî de gelek xebatên girîng kirine. Casimê Celîl yek ji wan kesan e ku di derbarê folklora edebîyata kurdî de cihekî girîng girtîye. Casimê Celîl gelek xebat kirine û gelek berhem nivîsandîye. Xebatên ku Casimê Celîl meşandine malbata wî li piştî wî ew kar pêşvetir birine û gelek xebatên baş gihandine me. Me jî di vê xebata xwe de keda vê malbata ku xemxwarên Kurdî ne bi bîranî. Em dikarin bibêjin ku malbata Celîlan fokusa xwe li ser edebîyata Kurdî danîne û folklora Kurdî bûye çavkanîya wan a sereke ji bo xebatên wan.Research Project HUNERA TEŞBÎHÊ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) KURUŞ, MustafaMelayê Cizîrî, yek ji navdartirîn helbestvanê edebîyata Kurdî ya klasîk e. Di qada edebîyata Kurdî da Dîwana Mela xwedî nirxekî hêja û bilind e. Helbestên Melayê Cizîrî wekî ku tên zanîn him ji alîyê wateyî ve him jî ji alîyê bikaranîna ziman ve gelek bi hêz in. Di vê xebatê da xezel û qesîdeyên di dîwana Mela da ji hêla bikaranîna hinhunerên edebî/ ciwankarîya edebî ve hat analîzkirin. Di vê xebatê da em li ser hunerên edebî yên teşbîhî (teşbîh, îstîare, telmîh, mubalexe) sekinîn û me mînakên van huneran bi malikên Mela ve destnîşan kir. Herweha ji bo ku ev huner baştir bên fêmkirin me cîh da şerha van malikan jî.Research Project TEHLÎLA ROMANA “DEMA YEZDAN DIBIŞIRΔ A FEWZÎ BÎLGE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) BAKIR, ALİFewzî Bîlge, wênesaz û romannivîsekî navdar e. Em ê di vê nivîsa xwe de li ser romana wî ya bi navê "Dema Yezdan Dibişirî" rawestin. Ew, romaneke dîrokî ye û li ser Kurdên Mervanîyan hatîye nivîsin. Fewzî Bîlge di vê romana xwe de lehengên xwe çawa afirandiye? Dem çawa bi kar anîye û bûyer di kijan demê de derbas bûne? Bûyer li kê derê derbas bûye? Di vê nivîsê de em ê li bersiva van pirsan bigerin. Em ê ji her alî ve li ser tehlîla romanê rawestin.Research Project DI KILAMÊN ŞAKIRO DE ÎDEALÎZASYONA JINÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) DEMİR, KamuranKilamên ku Dengbêj Şakiro gotine naveroka vê xebatê ye. Di vê xebatê de bi van kilaman ez ê hewl bidim ku bi taybetî di dengbêjiya Dengbêj Şakiro de, bi giştî di çanda dengbêjiyê de “îdealîzasyona jinê” derxînim holê. Armanca min ew e ku di kilamên Dengbêj Şakiro de li gorî şêwaza vegotina çav û birû, bejn û bal, rabûn û rûniştin, çûyîn û hatin, exlaq, derûniyê çawaniya îdealîzasyona jinê bidim diyarkirin. Ez ê nişan bidim ku di kilamên Dengbêj Şakiro de jin bi kîjan profîlê hatiye wesifandinResearch Project LI GOR RÊBAZA ANALÎZA ÇÎROKAN YA VLADîMÎR PROPP ANALÎZA SÊ ÇÎROKÊN KURMANCÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Özdoğan, NurcanTeoriya Binyadger weke bingeh xwe dispêre xebatên zimanzaniyê. Ew bêtir liser bingeha metnan disekinin. Binyadgerparêz pêşî li herêmeke diyar dest bi lêkolînên xwe dikin pişt re jî binyadekê derdixin holê. Ew vê binyada ku derketiye holê dixin teşeyekê û di asteke navnetewî de bi kar tînin. Bi vî awayî dixwazin derxin holê ku gelo afirandinên edebiyata gêlerî ku berhemên ramana mirovan in, bi çi rengî geş dibin û bi çi awayî pêş dikevin.Viladimir Popp analîza xwe ya çîrokan dispêre xebatên Binyadgerîyê. Propp xebata xwe ya derbarê çîrokan de liser du beşan dimeşîne: fonksîyon û rol. Li gor wî 31 fonksîyonên çîrokan hene û di çîrokan de heft rol derdikevin pêş. Di vê xebatê de ez ê li gor rêbaza binyadger ya analîza çîrokan ku Vlademîr Propp afirandiye, li ser çîrokên " Tiltilîş û Bilbilîş, Hebinarkê û Qîzika Sêwî û Hûta Heftserî" bisekinim. Ez ê hewl bidim li gor rêzikên vê pergala analîzê, van çîrokan analîz bikim.Research Project DI ZARAVAYÊ KURMANCÎ Û KIRMANCKÎ DE BERAWIRDKIRINA ZAYENDA GRAMATÎKAL(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) BİNEN, NurdaArmanca vê xebatê berawirdkirina zayenda gramatîkal ya zaravayên zimanê Kurdî ye. Em di vê xebatê de li ser du zaravayên Kurdî, (Kurmancî û Kirmanckî), bi tenê ji hêla zayenda gramatîkal ve xebitîn û me „cînavk û gireyên‟ di zaravayê Kurmancî û Kirmanckî de analiz kirin. Ji bo vê xebatê berhemên nivîskî ên rêzimanî hatin bikaranîn. Cudahî û hêlên wan ên ku ji aliyê zayenda gramatîkal ve diĢibin hev, bi riya tabloyan hatin berawirdkirin. Di encamê de ev cudahî û hêlên ku diĢibin hev hatin analizkirin û di xebatê de wek lîsteyekê hatin diyarkirin.Research Project “LI HEREMA TORÊ PÊWENDIYA Dİ NAVBERA ZAYNED Û SERLÊDANA ZIYARETAN DE ”(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) OĞURTAY, NİHATWekî ku li hemû heremen cîhanê bi hezaran baweriyên zîyareta hene li Batmanê li herema Turabîdînê jî bi dehan bawerî û bawerîye zîyaretan hene. Kesên ku dimirin û cihên ku tên veşartin gelek rîtuel li der û dora wan çêbûne. Ev rîtuel gelek caran di folklorê de bûne mijarên lêkolînê. Tê zanîn ku gelek tûrbe ji gelek alîyan ve jibo armancen curbicur tên zîyaret kirin. Li herema turabîdîne bi dehan cihên ku ji aliyên gel ve pîroz tên qebûlkirin hene. Kesen ku di jiyana manevî ya gelê heremê de cih girtine û wefat kirine li ser tûrba wan rîtuele curbicur pêktên. Di vê xebatê de lêkolîn li ser tûrba Seyîd Bîlal hatiye kirin. Armanca xwebatê ew e ku di navbera salên 2018-2020an de di demên cuda de peywendiya di navbera zayend û serlêdana ziyaretên de bê tespît kirin. Ez ê hewl bidim bê ka jin an mêr zahftir tûrbeyê zîyaret dikin. Tûrbeya ku bûye armanca lêkolîne derheqe kismekî girîng de ji çavkaniyên nivîskî sûd hatiye vergirtin. Di xebatê de rêbaza çavdêrî hatiye bikaranîn.Other Di Çîrokên Kurdî de Rengdêr(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2014) Mirsad ORAKÇIRengdêr ew cure bêje ne ku tên pêşî û paşiya navdêran û taybetiya wan navdêran ji aliyê reng, dirûv, pirs, rewş, cih, hejmar û teşeyê ve diyar dikin. Rengdêr ji aliyê binyadê ve çar cure ne: Rengdêrên Xwerû, Hevedudanî, Dariştî û Têkel. Dîsa Rengdêr li gorî wate û peywira xwe dibin du beş: Rengdêrên Çawaniyê û Rengdêrên Diyarker. Rengdêrên Çawaniyê navdêran li gorî rewş, reng, teşe û jêçêbunê diyar dikin. Rengdêrên diyarker jî navdêran ji aliyê nîşandan, jimarî, nediyarî û pirsiyariyê ve diyar dikin. Di Rengdêrên Çawaniyê de paye jî heye. Bi alîkariya rengdêr û paşgiran payekirina rengdêran çêdibe. Di kurmancî de payekirin bi çar awayê çêdibe: Nizimpaye, asayîpaye, hemanpaye û bilindpaye ne. Perçînkirina rengdêran ew tişt e ku mirov wateya bêjeyê an jî gotinê xurttir dike. Bi qertafên mîna “-ip, -ipî, -im’ê çê dibin. Tîpa serê gotinê tê berî van qertafan û dîsa bi gotinê re tê bikaranîn.Other DEMÊ VÎYARTEYÎ RA HETA NIKA VIRAŞTIŞÊ CILA HEYWANAN (PALANE)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Mehmet TOPALAmancê na xebata maya ke yew nimûneyê folklorîya, senetê destan ra cildeştişê heywanan ser o ya. Xebata ma de nuqtaya taybetî averşîyayîşê teknolojî cildeştişî ser o senîn hewa yew tesîr viraşto û gelo tarîxê ameyoxî de senetê cilan cayêko senîn de bibo? Xebata ma cewabê nê persan ser o vindena Na xebate bi beşan ameya pêser. Her beş yew melumatê cilan nîşan keno. Beşê yewin tarîxê cildeştişî ser o ya. Beşê dîyin hacetê, malzemeyê, viraştişê û bêj û naqşê senetê cile ser o melumat behs beno. Beşê hîrêyin de zî seba ke tayê termî hîna weş bêrê fehmkerdiş ma yew ferhengeke amade kerd. Na xabate veteyo peyin ra dima bi îlaweyê fotoğrafan û bi yew roportajî reyde qedêna. Na xebata ma de melumat komkerdiş bi persan û roportajan reyde ameyo pêser. Her çiqas xebata cigêrayîşî ser o melumat komkerdiş zaf zehmet bibo zî, senetkarê ke ma, înan de qisey kerdî û persanê ma ra cewab dayî zafêrî şinasî bî. Nê semedî ra melumat komkerdiş weş bi û ma qet zehmetî kaş nêkerde. Netîceyê na xebate de ma eşkenî vajê ke viraştişê cile ser o; seba vizêr, ewro û meşte yew melumato ercîyaye kom bîyo. Melumatanê na xebate, yew nuqtaya mûhîme nîşan kerda ke, averşîyayîşê teknolojî xebata cilviraştişî ser o yew tesîro negatîf viraşto. Seserra vîst û yewin de halê senetkaran û cildeştişî qet weş nêaseno.Other ÇEWTIYÊN ERGATÎFÊ DI ÇÎROKÊN MEHMET DİCLE DE(2016) Lokman KOÇHANErgatîfî taybetiyeke kurmancî ye. Min jî di çarçoveyeke teng de lêkolînek li ser vê taybetiya kurmancî kir. Min di pirtûka Mehmet Dicle ya çîrokan ya bi navê “Asûs”ê de çewtiyên ergatîfiyê tesbît kirin, min ev çewtî tesnîf kirin û li ser awayên çewtiyan hinek analîz kirin. Armanca vê xebatê ew e ku taybetiyên ergatîfê îzah bike, awayên çewtiyên ergatîfê tesnîf bike û van çewtiyan analîz bike û di çarçoveyeke sînorkirî de sedemên têkçûna ergatîfê binirxîne.Other BIKARANÎNA HEVALNAVAN LI HERÊMA MÊRDÎNÊ (WEK MÎNAK ÇÎROKA “DIZ Û URF”)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Suut DÜZENDi rêzimana kurdî de cûreyên bêjeyan cihekê giring digre. Yek ji van cûreyan jî hevalnav e. Di vê xebatê de bi awayekê berfireh li ser pênaseya hevalnavan û cûreyên wê hatiye seknandin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de, hevalnav û cûreyên xwe cih digirin, di vê beşê de li ser mînak û pênaseya hevalnavan hatiye sekinandin Di beşa duyem de, çîroka bi navê diz û urf cih girtiye. Li ser çîrokê tu guhartin nehatiye kirin. Ev çîrok ji herêma Mêrdînê hatiye girtin. Di beşa sêyem de, hevalnavên ku di çîrokê de cih girtine li gorî cûreyên xwe hatine tespîtkirin.Other RÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN DI DEVOKA DIHÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Süleyman KOÇAKArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Dihê (Sert) ye. Ji bo tesbîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piştî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tesbîtkirin û bi awayekî îstatîstîkî hatine nişandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku ji herfên “a, ç, e, h, k, l, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîşandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giştî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piştî rûberkirina rêjeya herêma Dihê û rêjeya giştî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û şîrovekirin.Other CÎNAV DI ZARÊN KURMANCÎ Û SORANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Serkan İNCEDi vê siparteyê de li ser cînav û cureyên cînavan di zimanê Kurdî de hatiye rawestan. Armanca bingehîn a vê xebatê ew e ku di zarên Kurdî Soranî û Kurmancî de nav û têgehên hevbeş an jî nêzîk ji bo cînavan bên bikaranîn û hejmara cureyên cînavan bên têkûzkirin. Bi lêkdan û berawirdkirina xebat û lêkolînên zimannasên Kurdî yên di warê cînavan de hewla wê yekê hatiye dayîn ku ev babet sade û zelaltir bibe. Herwiha ev encama hanê li ser zarên Soranî û Kurmancî hatiye cîbicîkirin. Di çarçoveya pîvanên zimannasiya giştî de ev xebata bi rêbaza berawirdkirinê pêk hatiye.Other LATÎNÎZEKIRINA “KİTABÛ NUZHETU’NNUFÛS” A MELE MIHEMED NURÎ (BEŞ I.)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) Sadettin BATURWekî ku di hemû Nesîhetnameyan de armanc û nîyet şîretdayîn e, di berhema me ya bi navê Kîtabû Nuzhetu’n-Nufûs a Mele Mihemed Nurî de jî armanc û nîyet şîretdayîn e. Nivîskar bi awayekî hosteyî û bi zimanekî rojane û edebî dixwaze mijara xwe bi xwendevanan bide fêhmkirin. Nivîskarê berhemê Ewladê Resûl Seyyîd Mele Mihemed Nûrî ji gundê Mîrzebegan e.Navê bavê wî Mele Evdila ye. Di sala 1894’an de li gundê Sînanê ku li rojavayê Êlihê dikeve ji dayik bûye. Li medreseyên wek Sînanê,Dîyarbekirê,Gozelşêxê,Cirzê û Dêrika Çîyayê Mazî xwendiye.Seyda ‘umrê xwe di medreseyan de bi perwerdeya feqîyan û mutala’a kitêbên ‘ilmî de derbas kiriye. Li gelek cîyan melletî kiriye. Yek ji van cîyan jî Hecî’îs e ku girêdayî Dîyarbekirê ye. Seyda li vir 50 sal meletî kirîye. Di sala 1977’an de li vî gundî wefat kiriye û li goristana Seyfulmulûk medfûn e. Gelek kitêbên bi wezin nivîsîne. Navên çend berhemên wî ev in: Kîtabul ‘Îsra-î Wel Mî’rac,Nuzhetu’n-Nufûs,Durril Yetîm,Dîwan û kitêba fiqhî ya li ser mezhebê Îmamê Şafi’î. Berhema Nuzhet’n-Nufûs ku me li ser xebat kiriye kitêbek nesîhet û şîretê ye. Seyda di 1960’î de ev berhema menzûm qedandiye. Berhem di sala 2004’an de ji hêla Zeynelabidîn Amidî ve li Çapxaneya Diyarbakır Söz’ê hatiye çapkirin. Bi kurtî mijara berhemê ev e: Lehengê sereke yê berhemê Tacir ‘Elîyê Hesen, guh li wesiyeta bavê xwe nake û bi mirovên nebaş re hevaltîyê dike û dikeve nav têkilîyên bêkêr. Lê wekî her tim dawîya van hevaltî û têkilîyên bi mirovên nebaş û bêkêr re poşmanî ye, aqûbeta ‘Elî jî tije poşmanî û perîşanî ye. Ne tenê ‘Elî, malbata wî jî ji vê perîşanîyê têra xwe par digire. Piştî perîşanî û poşmanîyan, bi emrê Xwedayê Te’ala, bi alîkarîya dostê bavê xwe û bi navbeynkarîya cin û perîyan dawî li perîşanîya ‘Elî û malbata wî tê.
