MAÜ GCRIS Standart veritabanının içerik oluşturulması ve kurulumu Research Ecosystems (https://www.researchecosystems.com) tarafından devam etmektedir. Bu süreçte gördüğünüz verilerde eksikler olabilir.
 

Orak Reşitoğlu, Sevda

Loading...
Profile Picture
Name Variants
Job Title
Araş. Gör.
Email Address
Main Affiliation
Kurdish Language and Culture Programme / Kürt Dili ve Kültürü Programı
Status
Current Staff
Website
ORCID ID
Scopus Author ID
Turkish CoHE Profile ID
Google Scholar ID
WoS Researcher ID
Scholarly Output

1

Articles

0

Citation Count

0

Supervised Theses

1

Scholarly Output Search Results

Now showing 1 - 1 of 1
  • Master Thesis
    HELBESTVANÊN JIN DI EDEBIYATA YARSANAN DE
    (Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) Orak Reşitoğlu, Sevda
    Kurdên yarsan xwedî edebiyateke pir kûr û berfireh in û ev edebiyat parçeyeke girîng a edebiyata kurdî ye. Lê ji ber çanda xwe ya veşartî di nav kurdan de pir nayê zanîn, ji ber vê, xebatên berfireh li ser nehatine kirin. Edebiyata pîroz a yarsanan di destpêkê de devkî bûye û wek kelam ango gotinên pîroz hatine gotin. Di van kelaman de mijarên wek bawerî, yanî tecellî, dûnadûn, ayîn, hwd. û jiyana civakî wek hêma cih girtine. Ev kelam bi piranî nehatine çapkirin, ji ber ku wek me li jor got yarsan xwedî çandeke veşartî ne û naxwazin çand û baweriya wan li derve bê zanîn. Ev yek heta sedsala 15mîn wiha berdewam kiriye û li gorî yarsanan, di sedsala 15mîn de, di serdema Sultan Sehak de ev kelam ji aliyê Pîr Mûsî ve di defterê de hatine tomarkirin. Di edebiyata yarsanan de yên ku xwediyê kelam in ne tenê mêr in. Jin jî xwedî cihekî girîng in. Ev girîngî, wan ji jinên çandên din ên wek misilman vediqetîne. Ev taybetiya jinên yarsan ji baweriya wan pêk tê. Li gorî bawerî û kevneşopiya yarsanan her zindî piştî mirina xwe serdemeke din di bedena kesekî din de careke din tê dinyayê. Di vê baweriyê de zayend ne girîng e, lewre kesa/ê ku dimire wexta carek din tê dinyayê dikare bi zayendeke din bê. Ji ber vê jî jinên ku xwedî kelam in wek zayend dibe ku di jiyana xwe ya berê de wek mêr hatibin dinyayê. Wexta ku em bi vî çavî lê dinêrin em dibînin ku tu girîngiya zayendê tuneye li ba yarsanan, yanî jin û mêr wekhev hatine dîtin û jinan bi kelamên xwe dengek din li edebiyata yarsanan zêde kirine, her wiha bi vî awayî ev edebiyat dewlemendtir bûye.