Subaşı, Kenan2024-02-072024-02-072022https://hdl.handle.net/20.500.12514/5761Di nav mîtan da mexlûqekî herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî da berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Me di vê xebatê da di nav çarçoveya folklora Kurdî da lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûq di vê xebatê da hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî da çawa û di çi peywendê da hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan.ku10.55253/2022. nubihar.1100092info:eu-repo/semantics/openAccessDêwformên dêwansêhrmîtfolklorDêw û Formên Wan di Folklora Kurdî daDēw/Demons and Their Manifestations in Kurdish FolkloreArticle1771100