Ergün, Zülküf2019-05-152019-05-1520182147-883Xhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/399PUXTE Kanonkirina hin berhemên edebî û needebî diyardeyeke kevin be jî kanona neteweyî di serdema modern de bi belavbûna netewetiyê û damezirandina dewletên neteweyî re peyda dibe. Di vê kanonê de hin berhemên edebî yên taybetmend ji bo nîşandana hebûn û berdewamiya neteweyekê tên hilbijartin û ev berhem wek temsîla karaktera neteweyî bi şîroveyên cuda cuda tên bihêzkirin. Di nav ronakbîrên Kurd de jî ji destpêka belavbûna hizra neteweyî û vir ve hewla danîna kanoneke neteweyî tê dayîn û di vê çarçoveyê de ji ber hin taybetmendiyên wê yên xweser Mem û Zîna Xanî wek çavkaniya sereke ya kanona neteweyî û Xanî jî wek pêşengê hizra Kurdayetiyê tê ragihandin. Ev hizir cara pêşî di helbesteke Hacî Qadirê Koyî de bê pêşniyazkirin jî bêtir bi rêya ronakbîrên malbata Bedirxanî di kovar û rojnameyên pêşî yên Kurdî de tê sîstematîzekirin. Piştî demekê ev boçûn bi weşandina çapên cuda yên Mem û Zînê, belavkirina dîrok û antolojiyên edebiyata Kurdî û bi rêya belavkirina berhemên edebî û akademîk cihê xwe digire. Ji ber vê jî Mem û Zîna Xanî hem di warê civakî hem di warê siyasî û hem jî di warê edebî de wek berhema yekem a kanona neteweyî tê pejirandin.kuinfo:eu-repo/semantics/openAccessKanon, kanona neteweyî, Mem û Zîn, XanîDahênana Mem û Zîna Xanî Wek Berhema Sereke ya Kanona Neteweyî ya KurdîArticle