Mirsad ORAKÇI2023-03-282023-03-282014https://hdl.handle.net/20.500.12514/3491Rengdêr ew cure bêje ne ku tên pêşî û paşiya navdêran û taybetiya wan navdêran ji aliyê reng, dirûv, pirs, rewş, cih, hejmar û teşeyê ve diyar dikin. Rengdêr ji aliyê binyadê ve çar cure ne: Rengdêrên Xwerû, Hevedudanî, Dariştî û Têkel. Dîsa Rengdêr li gorî wate û peywira xwe dibin du beş: Rengdêrên Çawaniyê û Rengdêrên Diyarker. Rengdêrên Çawaniyê navdêran li gorî rewş, reng, teşe û jêçêbunê diyar dikin. Rengdêrên diyarker jî navdêran ji aliyê nîşandan, jimarî, nediyarî û pirsiyariyê ve diyar dikin. Di Rengdêrên Çawaniyê de paye jî heye. Bi alîkariya rengdêr û paşgiran payekirina rengdêran çêdibe. Di kurmancî de payekirin bi çar awayê çêdibe: Nizimpaye, asayîpaye, hemanpaye û bilindpaye ne. Perçînkirina rengdêran ew tişt e ku mirov wateya bêjeyê an jî gotinê xurttir dike. Bi qertafên mîna “-ip, -ipî, -im’ê çê dibin. Tîpa serê gotinê tê berî van qertafan û dîsa bi gotinê re tê bikaranîn.kuCC0 1.0 Universalinfo:eu-repo/semantics/openAccesshttp://creativecommons.org/publicdomain/zero/1.0/Di Çîrokên Kurdî de RengdêrOther