Ergün, ZülküfErgün, Zülküf2019-05-152019-05-1520152147-883Xhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/396PUXTE Netewetiya Kurdî li hember netewetiya resmî ya împaratoriya Osmanî û di bin karîgeriya hişyariya neteweyî ya Ermenan de peyda dibe. Piştî Meşrûtiyeta Duyem gotara neteweyî ya helbestvanên Kurd bi awayekî giştî rengekî çandî û modernxwaz werdigire, loma jî xwendin, pêşketin û merîfet dibe mijara sereke ya helbestvanên Kurd ên vê serdemê. Ji salên çilî û pê de di bin karîgeriya îdeolojiya marksîst de helbestvanên Kurd ji pêşiyên xwe cudatir naverok û taybetmendiyên netewetiya Kurdî jinûve dadirijînin û ji bo dabînkirina arîkariya bereya komunîst pêkhateya neteweyî li gorî îdeolojiya marksîst pênase dikin. Ev yek di maweya Şoreşa Eylûlê de di helbestên Hejar de tê rexnekirin. Lewra dema dewletên komunîst li hember şoreşgêrên Kurd piştgirî didin hukumeta Ebdulkerîm Qasim û komunîst kurdîtiyê bi paşverûtiyê tawanbar dikin hevgirtina netewetiya Kurdî û bereya komunîst hildiweşe. Ev jî nîşan dide ku di nav sed salî de li gor pêşhatên nû yên cîhanê di naverok û forma netewetiya Kurdî de guherîn çê dibin û ev guherîn bi awayekî herî baş di gotara helbestvanên neteweperwer ên Kurd de reng vedidin.kuinfo:eu-repo/semantics/openAccessBêjeyên sereke: netewetiya Kurdî, helbesta Kurdî ya nû, netewetiya çandî û modernxwaz, netewetiya çeprew, kurdayetî.Bêjeyên sereke: netewetiya Kurdî, helbesta Kurdî ya nû, netewetiya çandî û modernxwaz, netewetiya çeprew, kurdayetî.Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû deArticle