Subaşı, Kenan2024-02-072024-02-0720242024-01https://hdl.handle.net/20.500.12514/5757Efsane yek ji berhemên devkî yê gelêrî ye. Gelek pênaseyên efsaneyan hene û gava mirov li van pênaseyan dinêre, mirov giştî van taybetîyên efsaneyan dibîne: Efsane dikarin di demeka dûr da an demeka nêzîk da biqewimin; di gel ku bûyerên efsûnî tê da hene, ji hêla civakê ve rast tên qebûlkirin; Efsane dikarin li ser kesan, cihan, xweda û xwedawendayan bin; Efsane wekî bersiva pirsekê an çareserîya pirsgirêkekê ne. Ef-sane heta sedsala 19. di nava cureyên din ên vegotinên gelêrî, wekî cureyekî serbixwe nehatîye lê efsaneyan hertim di jîyana mirovan da cih girtîye. Lewra cihê ku mirov lê dijîn hertim hewcedarî ji bersiva pirs û meraqên li ser kevirekî, çîyayekî, dareka eceb, nexweşîyekê û bûyereka efsûnî hwd. çê dibe. Ev bersiv jî efsaneyan diafirînin. Wekî her civakê, li Gundê Seletê jî efsane hene ku mirov jê bawer dikin. Gava ku hewce dike kesên ku bi efsaneyan dizanin wan li derdora xwe belav dikin. Di vê xebatê da 21 efsaneyên Gundê Seleta Jorîn hatine tomarkirin, dabeşkirin û senifandin.kuinfo:eu-repo/semantics/openAccessBerhevkirinEfsaneBawerîBismilGundê SeletêEFSANEYÊN LI GUNDÊ SELETA JORÎN A BISMILÊMaster Thesis