Browsing by Author "Aykaç, Yakup"
Now showing 1 - 2 of 2
- Results Per Page
- Sort Options
Article Molla Alaeddin Kopî ve “rezê Jiyanê” Adlı Divanının İncelenmesi(2020) Aykaç, YakupMolla Alaeddin Kopî, Muş bölgesinde yetişmiş alim, şair ve yazarlardan biridir. Kopî 1939 yılındaBulanık’ın Gündüzü köyünde dünyaya gelmiştir. Muş’ta çeşitli medreselerde birçok alim vemüderristen dersler almış ve dini tedrisatını tamamlamıştır. Eğitiminin ardından 1966-1994 yıllarıarasında Muş’un birçok köyünde imamlık yapmıştır. Emekli olduktan sonra 13 yıl kadarAvrupa’nın çeşitli ülkelerinde imamlık görevini fahri olarak yürütmüştür. Emekli olduktan sonraçeşitli eserler kaleme almakla meşgul olmaktadır. Molla Alaeddin Kopî’nin kaleme aldığı dörteseri sırasıyla şöyledir: Dîwan-Rezê Jiyanê, Tûrê Derwêş, Nushetu’l-Mecalîs adlı eserden hikayeçevirileri ve Jiyana Pîroz a Resûlullah. Bu makalede Kopî’nin Dîwan-Rezê Jiyanê eserindekişiirlerini tahlil edip içerik yönünden ele almaya çalıştık.Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.