Browsing by Author "Demir, Yunus"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis DÎWANA NAMÎ (FEHMÎ BEGÊ PÊÇARÎ): “MEĠMURU‟D- DEWAWÎN” (METN Û LÊKOLÎN)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Demir, YunusFehmî Beg (1910-1969) li gundê Pêçarê ya bi ser navçeya Liceyê hatiye dinê û diwana xwe ya bi navê Meġmûru‟d-Dewawîn di Adara sala 1956an de qedandiye. Şair ku di helbestên xwe de mexlesa Namî bi kar aniye, di dîwana xwe de hemî rêçikên edebiyata klasîk sepandine. Wî edebiyatên Kurdî, Osmanî, Îranî û Erebî baş şopandine û em dîwanê rastî bondora hin şairên van edebiyatana tên. Asta helbesta Namî di nav edebiyata Kurdî ya klasîk de ji aliyê hunerî û edebî ve xwedî cîgehekî mustesna ye. Di dîwanê de bi teşeyên nezmê ên xezel, qesîde, mesnewî, murebbe„, muxemmes, texmîs, museddes û musemmen helbest hatine nivîsîn, lê bi piranî -ji sê paran du par- cûreyê xezelê hatiye tercîhkirin. Herwiha bi cûreyên edebî ên wek munacat, ne„et, mersiye û medhiyeyê helbest hatine ristin. Dîwana Namî ji aliyê hunerên edebî ve têra xwe dewlemend e, lewra Namî hema bêje hemî hunerên edebî di helbesta xwe de cerinbandine. Ev jî tê wê wateyê ku şair, ji aliyê şeklî û naverokî ve edeba klasîk baş şopandiye û xwendiye. Meġmûru‟d-Dewawîn bi her awayî dîwaneke muretteb e ku herfên qafiyeyê li gor rêza alfatîk hatiye çêkirin. Şair ji bilî îstisnayan bi awayekî tekûz wezna erûzê pêk aniye. Dîwan xwedî zimanekî giran lê ewçend dewlemend e. Ev xebata me ji destpêkek û çar beşan pêk tê. Di beşa destpêkê qala çavkaniyên sereke û rêbaza bo xebatê şopandin hat kirin; di beşa yekê de em li ser jiyana şair û serdema ku şair tê de jiyayî sekinîn; di beşa duduyan de zimanê dîwanê û kesayeta edebî ya şair hat şîrovekirin; di beşa sisêyan de vekolîna dîwanê ya ji aliyê ruxsarî ve hat kirin; di beşa çaran de jî metnê dîwanê yê transkrîbekirî hat dayin.