Browsing by Author "Esen, Selami"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis NIRXANDINA HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV BI PEYWENDÎYA BIKARANÎNA HÊMANÊN FOLKLORÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Esen, SelamiEv xebat, bi vê armancê hatîye kirin ku di helbestên Fêrîkê Ûsiv de hêmanên folklorê û tesîra folklorê bên dîyarkirin. Ji bo vê yekê 7 kitêbên helbestê yên Fêrîkê Ûsiv (Çavkanî, Gula Elegezê, Lîrîka, Ûsivê Nevîya, Narê, Hesretdefter, Dinya Delal) hatine vekolan. Fêrîkê Ûsiv bi birrek sax helbestên xwe hê di nava edebîyata Kurdî de bi awayekî baş nehatîye naskirin û li ser bikaranîna hêmanên folklorîk di helbestên helbestvanên Kurd de xebatên akademîk zêde nehatine kirin. Di vê xebatê de me xwendineke folklorîk li ser helbestên Fêrîkê Ûsiv kirin, sedemên folklorhezîyê di helbestên wî de derxistin holê û derbarê bikaranîna hêmanên folklorê de çawanîya hişmendîya wî îzeh kir. Fêrîkê Ûsiv, bêtir weke helbestvanekî mdern tê pênasekirin. Bi vê xebatê, em gihan vê encamê ku bi vegera xwe ya watedar a bo gund, bi bikaranîna hêmanên folklorîk û bi tesîra berbiçav a folklorê helbesta Fêrîkê Ûsiv dibe derbasokek di navbera helbesta gelêrî û helbesta modern de.