Browsing by Author "Mehmet Salih Karaaslan"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis “HEDERSMORD” LI SWÊDÊ “KUŞTINA NAMÛSΔ LI KURDISTANÊ(2014) Mehmet Salih KaraaslanFadîme Şahîndal, ku bi eslê xwe kurd û ji Mereşê bû, di sala 2002’an de li Swêdê ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin. Evîn û daxwaza zewaca vê keçê ya bi xortekî Swêdî re, ji aliyê Swêdiyan ve weke sedema kuştina wê hat ravekirin. Lewma ev kuştin ji aliyê swêdiyan ve weke encameke çanda kurdan hate nîşandan û navê “hedersmord”ê lê hat kirin. Piştî vê bûyerê li Swêdê, bi taybetî di medyayê de nîqaşeke berfireh destpêkir. Bi vê mijarê ve girêdayî, di derbarê jinê de çanda kurdan hate rexnekirin û bi helwesteke eurocentric li hemberî biyaniyên Rojhilata Navîn, bi taybetî yên misulman, rexneyên dijwar hatin kirin. Gelek derûdoran ji rexneyê bêtir, bi vê mijarê weke şerekî li hemberî van biyaniyan meşandin. Çi kesên ji rêzê, çi jî kesên ronakbîr, bi taybetî medyayê bi helwesteke yekalî ev bûyer rave kirin. Statuya jina kurd li gorî gotinên Fadîme Şahîndal nirxandin, lewma jî profîlê jina kurd bêperwerde, bêxwendin û bênivîsîn, herweha di bin zilma mêr, bav û birayên wê de weke hêsîr rave kirin. Ev helwest heta îro jî berdewam dike. Têgeha namûsê jî bi perspektîfa Fadîme Şahîndal dinirxînin. Bi nêrîna wan, di çanda kurdan de keç tenê namûsa malbatê temsîl dike. Bi xortekî re têkiliyên wê yên evînî, ji bo kuştina wê weke sedemekê, heta weke mecbûriyetekê dibînin. Vê yekê jî weke “hedersmord” binav dikin. Lê bahsa kuştina mêrekî jo bo ku destdirêjî yan jî tecawizî jinekê kiriye, nakin. Dema ku bahsa bûyerên bi vî awayî dibe jî, bi nêrîna wan dîsa yê ku tê kuştin ne mêr e, jina mexdûr e. Lê seyah û lêkolînerên ku berî avakirina Komara Tirkiyeyê li Kurdistanê geriyane, di çanda kurdan de, di derbarê jinê de, dîmenekî cuda diyar dikin. Jina kurd ji jinên gelên cîran, ên mîna tirk, ereb û faris azadtir dibînin. Balê dikişînin ser destnedayîna jinê û vê yekê di nav jinên cîran de weke taybetmendiya herî berbiçav dinirxînin. Ew rengê têgeha namûsê ku swêdî hebûna wê di çanda kurdan de dipejirînin, di eslê xwe de şaş e. Ji xwe weke têgeh “hedersmord” ji binî ve di zimanê kurdî de tune ye. Lê dema ku di nav kurdan de bahsa kuştina ji bo namûsê tê kirin, pêşî kuştina mêrê ku destavêtiye jinekê yan ketiya hewldana tecawiza wê, tê bîra mirov. Berovajî nêrîna swêdiyan, di bûyerên wanî de yên ku tên kuştin ne jin in, mêr in. Herweha keç ji ber têkiliyên xwe yên evînî nayên kuştin. Lew di çanda kurdan de têkiliyên evînî, heta keçrevandin adet e. Li gorî teorîsyênê emerîkî Thomas Kuhn, “hedersmord” paradigmayek e. Lew çi kesên ji rêzê, çi kesên ronakbîr, çi jî saziyên têkildar, hemû kes kuştina mêrên ku dest davên jinekê yan dikevin hewldana tecawiza wê, li derveyî vê têgehê digirin. Weke Thomas Kuhn dibêje, ev yek, weke anomaliyekê derdikeve pêşiya me. Di bûyera Fadîme û afirandina têgeha “hedersmord”ê de, medya Swêdî rolekî girîng lîstiye. Li gorî teoriya teorîsyenê medya, Jean Baudrillard, ev bûyer hîperrealîteyek e. Lew medya çavên xwe ji rastiya ku heye re digiren û fikrên xwe li ser perçeyên ku li hesabên wan tê, ava diken. Di bingeha vê helwesta manîpulatîv de, sedemên weke siyasî, cudaxwaziya biyaniyan, ksenofobiya û nezaniya çanda biyaniyan heye.