Browsing by Author "Mesut Arslan"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis DI DEWRA OSMANIYAN DE WEŞANGERIYA KITÊBÊN KURDÎ (1844-1923)(2014) Mesut ArslanMijara vê tezê dîroka weşangeriya kitêbên kurdî yên di nav Dewleta Osmanî de çap bûne ye. Çêkirina lîsteyeke kitêbên wê demê çapbûyî, ravekirina naverok û konteksa wan a dîrokî jî armanca wê ye. Bi vê mebestê ji kitêbxaneyên fermî û şexsî kitêb hatine berhevkirin, naverok û konteksa wan a dîrokî hatine analîzkirin. Tez, ji destpêk, sê beş û encamê pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê tê ravekirin; çavkanî têne nirxandin û li ser rêbaza tezê çend agahî têne dayîn. Di beşa ewil de kurtedîroka nivîs, kitêb û çapxaneyê tê ravekirin. Hatina çapxaneyê ya nav Dewleta Osmanî, li Kurdistanê ‘emilandina wê û kurtedîroka kurdiya nivîskî jî mijarên vê beşê ne. Di beşa duyem de rewşa kurdan a di nav Dewleta Osmanî de tê nîqaşkirin. Ji ber maweya mijara tezê di vê beşê de zêdetir bûyer, komele û tevgerên sedsalên nozdehemîn û bîstemîn têne lêkolînkirin. Herwiha di dawiya beşê de hewl tê dayîn ku nêrînên du kesayetên (Ehmedê Xanî û Hacî Qadirî Koyî) ku li ser fikra netewî ya kurd bandora wan pir mezin e bê ravekirin. Bi van lêkolîn û ravekirinan, pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra dawî ya Dewleta Osmanî de jî tê nîşandan. Lewre bingeha weşangeriya kitêbên kurdî jî ev pêşketin e. Di beşa sêyem de kitêbên kurdî yên ku di dewra Osmaniyan de hatine çapkirin têne tesnîfkirin û yek bi yek têne nasandin. Kitêbên kurdî yên bi herfên ‘erebî, yên ku mîsyoneran weşandine (bi piranî tîpên ermenî ne) û du weşangerên kurdî yên wê demê (Kurdîzade Ehmed Ramîz û Mihemed Şefîq Arwasî) mijarên vê beşê ne. Di tesnîfkirin û nasandina kitêbên wê demê de bûyer, komele û tevgerên ku di beşa duyem de hatibûne ravekirin jî têne ‘emilandin; bi vî awayî tez hewl dide ku têkiliya weşangeriya kitêbên kurdî û tevgera netewperwerên kurdan a di nav Osmaniyan de nîşan bide.