Browsing by Author "Morad Berouki Milan"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis HÊMANÊN ÎRANÎ YÊN DÎROKÎ Û MÎTOLOJÎK DI MEM Û ZÎN’A EHMED’Ê XANÎ Û DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE(2019) Morad Berouki MilanPeywendiya esasî di navbera gelê kurd û faris û herwiha ziman û edebiyata van herdû gelan de nayê înkarkirin. Herwiha di navbera hemû gelên ku di Rojihilata Navîn de jiyane û dijîn, serbboriyên dîrokî û mîtên hevpar hene û ji ber ku kurd û fars di coxrafyayeke hevpar de jiyane, zimanê herdû milletan jî ji yek malbatê ne, ev peywendî di nabera faris û kurdan de xurttir xuya dike. Wek mînak jî meriv dikare behsa Mîtên wek Dehak û cejna Newrozê bike. Û vê meseleyê li ser edebiyatê jî bandor daniye û em dikarin bêjin du edebiyat, bi du zimanan hatine hûnandin ku naverok û mijarên li ser hêmanên hevpar pêk hatine. Ji ber vê yekê jî berhemên edebî yên kurdî û farsî bi taybet yên kilasîk gelekî dişibine hev û heta bigre mijar û navê hin berheman tam wek hev e. Wek mînak jî mirov dikare behsa Leyla û Mecnûn, Şêxê Sen‟an, Yûsuf û Zulêyxa û hwd bike. Heke em berhemên edebiyata Rojhilata Navîn û bi taybet edebiyata kilasîk ya vê cografyayê binêrin, bandora hêmanên dîrokî û mîtolojîk bi taybet ên ku girêdayî vê cografyayê ne, li ser van berheman pir eşkere ye û heta bigre hin berhem li ser esasê bûyerên dîrokî û yan jî li ser bingeha hêmaneke mîtolojîk hatine hûnan û avakirin. Xêncî ku edebiyata kurdî ya kilasîk ji edebiyata farsî û Îranê îlham girtiye, gelek hêmanên dîrokî, çandî, Mîtolojîk, zimanî û hwd ên îranî û girêdayî coxrafyaya Îranê, di helbestên helbestvanên kilasîk ên kurd de reng vedane. Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî jî wekî du stûnên sereke yên edebiyata kurdî ya kilasîk, di bin bandora helbestvanên fars û edebiyata farsî de bûne û wextê ku em berhemên wan dinêrin, ev yek bi eşkereyî xuya dike. Me hewl daye di vê lêkolînê de, hêmanên îranî yên dîrokî û mîtolojîk di nav du şaheserên kurdî ên kilasîk ango Mem û Zîn‟a Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî de bidin xuyakirin û wan bi awayekî berfireh bidin ber lêkolînê û şîrove bikin. Bêyî ku mirov ji ziman, çand, mîtolojî, dîrok û edebiyata farsî tê bigihîje, dibe ku fêmkirina berhemên kilasîk ên kurdî jî pir zehmet be. Ji ber vê yekê jî em hêvîdar in ku bi vê lêkolînê, peywendiya navbera edebiyat, mîtolojî, dîrok, çand û zimanê farsî û kurdî zêdetir ron bibe û berhemên kilasîk ên kurdî bi taybet ev du eserên giranqedir (Dîwana Mela û Mem û Zîn‟a Xan‟) baştir bêne fêmkirin.