Browsing by Author "Parviz Jahany"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE)(2015) Parviz JahanyÇîroka Leyla û Mecnûnê yek ji çîrokên bi nav û bangên cîhanê ye, ku ji layê gelek kesan va wek çîrokehelbest hatiye nivîsînê. Ev çîroka di binêşa xwe da çîrokeke ‘erebî ye, ku li dû ra belayî nav gelên dî jî bûye. Cara yekem Nizamiyê Genceyî (535- 607/612 KH.) ew çîroka di qalibê mesnewiyê da bi zimanê farsî di zêde ji 4000 malikan da vehûnaye û li dû wî ra bi dehan helbestkarên fars, turk, kurd, ordû ew çîroka bi zimanên xwe di qalibê mesnewiyê da vehûnane. Ev çîroka bi gelek zimanên dî, yên wekî inglîsî, almanî û rûsî jî hatiye venivîsîn û wergerandinê û bûye çîrokeka cîhanî. Her yek ji kesên ku ew çîroka vehûnane, hindek mijar û şax û bergên nû lê zêde kirine û yan jî hindek mijar û şax û berg jê birîne. Bi kurtî her kesî ta radeyekê ew çîroka nêzîkî ferhenga/çanda xwe kiriye. Kurteya çîrokê gorekî binêşa wê ya ‘erebî weha ye: “Keç û xortek bi navên Leyla û Qeysî ku li çolê li ber ajelan bûne, dibine evîndarên hevdu û ji dil û can ji hevdu hez dikin. Lê malbata keçikê qîza xwe nadine wî xortî û bi destê zorê û ne bi dilê keçikê ewê didine mirovekî dî. Kurik li ber evînê şêt û şeyda dibe û rût û pêxwas û serkot li çol û çiyan dikeve. Xelk nasnavê mecnûnî wate şêtî li wî dikin. Ew li çolê dimîne û digel canewerên kûvî û dirinde û firindeyan dijî û êdî navê wî dibe Mecnûn. Keçik jî nahêle mêrê wê dest bidetê û ji bo Mecnûnî evîndar û bi emek dimîne. Di dawiyê da Leyla li dûriya Mecnûnî da hind dibêje û dibilîne da ku nexweş dikeve û dimire. Mecnûn jî bi bihîsatina mirina Leylayê ra tê ser gorina wê û hind digirî û dibêje da ku ew jî li ser gorina Leylayê canî didete canderî. Xelk tên cenazeyê wî jî dikene nav gorina Leylayê û wan her du evîndarana pêkve dispêrine axê...” Eva kakilê vê çîrokê bû. Lê ev çîroka ji layê helbestkarê kurdê farsîbêj Nizamiyê Genceyîva bi şêweyeke rêkûpêk û toreyî tê xemilandinê û Nizamî bi zanista helbestê kirasê huner û toreyê li bejna wê çîroka sade û sakar dike û ewê dike çîrokeka navidare cîhanî. Li dû Nizamî ra bi dehan kes di vehûnan û afirandineweya wê çîrokê da xwe diazimînin û bi dehan berhemên nû ji wê çîrokê têne afirandinê, ku yek ji wan kesana jî helbestkarê kurd Sewadî ye. Di vê xebatê da min pêş da li ser çîrokê li bara mêjûyî û hebûna rasitîn ya her du qehremanên wê yên sereke lêkolîn kiriye û bîr û hizrên pisporan li ser wê mijarê dane berhev. Li dû ra min li ser Leyla û Mecnûna Sewadî ku mijara vî karê min e, lêkolîn kiriye. Di encama lêkolînan da ez agadar bûm û min dît ku Sewadî Leyla û Mecnûna xwe di jêr kartêkirna sê Leyla û Mecnûnên farsî da afirandiye. Ew sê Leyl û Mecnûn jî yên her sê helbestkarên farsîbêj: Nizamiyê Genceyî, Mektebiyê Şîrazî (di dawîya sedeya nehem û destpêka sedeya dehem a KH. jîyaye.) û Hatifiyê Xercerdiyê Camî ( 858- 927 KH. ) ne. Agadariyên pêdivî li ser van helbestkarana hatine dayînê û Leyla û Mecnûna Sewadî digel van her sê berhemana hatiye berawirdkirinê. Xalên hevpişk û newekheviyên wan hatine destnîşankirinê. Herwisan xişteyeka daneberhevê jî digel wê daneberhevê hatiye xêzkirinê. Min li ser nav û nasnav û jînenigariya Sewadî û herwisan li ser berhemên wî yên ku giheştine me lêkolîn kir û ta cîhê ku ji destên min hat, min ew da nasandinê. Herwisan min Leyla û Mecnûna Sewadî analîze kir. Li peyî vê lêkolînê û nasandina Sewadî ra ew nusxeyên destnivîs û çapên Leyla û Mecnûna Sewadî ku binêşa vî karî ne, hatine nasandinê. Li dû ra deqa Leyla û Mecnûna Sewadî hatiye tîpguhêzkirinê û digel tîpguhêziyê li ber pênc nusxeyan bi şêweya edisyon kritik hatiye daneberhev û serast kirinê. Pêş da her malikek ji mesnewiyê digel hemû nusxeyan hatiye berhevkirinê, li dû ra malika here serast hatiye helbijartinê û newekheviyên nusxeyan bi hejmar di perawêzê da hatine destnîşankirinê. Li dû vî karî ra min deqa Leyla û Mecnûnê ya ku hatiye serast kirinê, rave û şirove kiriye. Di pişka şirove û raveyê da hemû peyvên giran yên deqa çîrokê li ber ferhengên ‘erebî, farsî û kurdî yên mu’teber hatine watekirin û gorekî mijarê di her bendê da di pişkekê yan çend pişkan da bi pexşaneke sade û rewan hatiye şirovekirinê. Di dawiyê da wek pêvek deqa Leyla û Mecnûna Sewadî destnivîsa Nûrullah Godişkî digel fotokopiya çend rûpel ji deqên destnivîsên dî jî weke nimûne hatine.