ESTETÎKA HELBESTA KURDÎ YA NETEWEYÎ

relationships.isProjectOf

relationships.isJournalIssueOf

Yükleniyor...

Abstract

KURTÎYA LÊKOLÎNÊ: Çemka estetîkê di berhemên edebî de di çarçoveya form, naverok û binyada berhemên edebî de tê gengeşekirin û bi çendîn şêweyên cuda tê pênasekirin. Helbesta neteweyî ji ber ku li ser hizra hevgirtina civakî û siyasî ya îdeolojiya neteweyî tê danîn û ji forma xwe zêdetir bi naveroka xwe derdikeve pêş di çarçoveya hizrên estetîkî yên Hegel de dikare bê nirxandin. Lewra helbest wek cureya herî neteweyî ya edebiyatê ji bo bihêzkirin û belavkirina netewetiyê zemîneke gelek berhemdar e, ji ber vê jî helbestvanên kurd di serdema modern de naveroka helbesta nû bi netewetiya kurdî dadigirin û helbestê dikin zemîna hişyarkirina gel û pêşvebirina welat. Ev jî nîşan dide ku helbestvanên kurd ên neteweperwer poetîkaya xwe ya helbestê li ser bingeha estetîka Hegel ava dikin û ciwaniya helbestê di naveroka wê ya neteweyî de dibînin.

Description

Keywords

Estetîka, Helbesta Kurdî, Helbesta Neteweyî

Fields of Science

Citation

WoS Q

Scopus Q

Source

Volume

Issue

Start Page

End Page

Yükleniyor...
Yükleniyor...
Yükleniyor...