Dahûrîna Wergera Kurdî Ya Heft Haîkûyên Jack Kerouac Li Dor Modela Analîza Werger-Navend a Christiane Nordê
Dahûrîna Wergera Kurdî Ya Heft Haîkûyên Jack Kerouac Li Dor Modela Analîza Werger-Navend a Christiane Nordê
Yükleniyor...
Abstract
Cureya haîkûyê nerîteke helbestê ya edebiyata Japonî ye û ji hêla teşe û naverokê ve xwedî taybetiyên xwemalî ye. Nimûneyên vê cureya helbestê ji sedsala 19an û pê de li nav edebiyatên cîhanê jî diyar bû. Nimûneyên wergerê yên haîkûyan, ji hêla hejmarê ve kêm be jî, li wan salên dawî di edebiyata Kurdî de jî xuya dibin. Haîkûyên Amerîkî ji hêla teşe û naverokê ve ji nerîta haîkûya Japonî cuda dibin. Di vê pêwendiyê de taybetî û şêwaza wergerên Kurdî yên haîkûyan û têkiliya wan a bi haîkûyên resen, dibe mijareke lêkolînê. Di vê xebatê de, li dor modela Christiane Nordê ya bi navê analîza tekstê ya werger-navend me wergerên Kurdî yên heft haîkûyên Jack Kerouac nirxandin. Me bala xwe da ser tercîh û pêşekiyên wergêr, da ku em karibin rêbaza wergêr şirove bikin. Di çarçoveya modela Nordê de jî me hokarên navmetnî û dermetnî li ber çav girtin, da ku em fonksiyon û hevtayiya edebî ya teksta jêder û teksta armanc bi şiklekî berawirdî binirxînin. Bi dahûrandina wan wergeran, me armanc kir ku em têkiliya haîkûyên resen û yên wergerandî ronî bikin, di çarçoveya şêwaz û cureya haîkûyê de hevtayiya edebî ya haîkûyên jêder û yên armanc destnîşan bikin û wergera wan haîkûyan rexne bikin.
Description
ORCID
Keywords
ART, Physics, Humanities
Fields of Science
0602 languages and literature, 06 humanities and the arts
Citation
WoS Q
Scopus Q

OpenCitations Citation Count
1
Source
Volume
Issue
10
Start Page
7
End Page
24
Collections
Yükleniyor...
