Realîzma Sosyalîst û Minetdariya li Hemberî Sovyetan di Romanên Hopo û Jiyana Bextewar de

relationships.isProjectOf

relationships.isJournalIssueOf

Yükleniyor...

Abstract

Realîzma sosyalîst, doktrîneke polîtîk a edebî ye ku di 1934an de ji aliyê Sovyetan ve bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin û li ser nivîskarên Sovyetê hatiye ferzkirin. Li gor vê doktrînê, divê nivîskar wekî endezyarên civakê tev bigerin û berhemên xwe li gor wê binivîsinin. Di edebiyata kurdî ya Sovyetê de, Erebê Şemo, yekem ji wan kesan e ku berhemên xwe bi rê û rêbazên realîzma sosyalîst dinivisîne. Ew di berhemên xwe de cih dide neçarî û hejariya karker û gundiyan û paşê wan bi sosyalîzmê digihîjîne zanîn, kêfxweşî û rehetiyê. Lehengên berhemên wî, ji ber vê yekê tim û dayîm minetdarê Sovyetan in. Her wiha ew, fedakar û nobedarên pergala nû ne. Erebê Şemo, di her du romanên xwe Hopo û Jiyana Bextewar de prototîpa “insanên nû yên Sovyetê” destnîşan dike. Di van romanên xwe da axa, beg û kedxuran mehkûm dike, Lenîn û dîwana Sovyetê hêjayî pesnan dibîne. Ev xebat li ser jiyana Erebê Şemo, berhemên wî û nîşaneyên realîzma sosyalîst di her du romanên wî Hopo û Jiyana Bextewar de, disekine. Her wiha di van her du romanên navborî de şopên minetdariya pergala Sovyetan vedikole û analîz dike.

Description

Keywords

Economics, Economic Growth, Social Sector, sovyet kürt edebiyatı, Kurdish Language, Literature and Culture, Erebê Şemo;Socialist Realism;Kurdish Literature;Hopo;Jiyana Bextewar;Soviet Kurdish Literature, Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü, Language and Literature, soviet kurdish literature, sosyalist realizm, Edebiyata Kurdî ya Sovyetê;Realîzma Sosyalîst;Erebê Şemo;Jiyana Bextewar;Hopo, P, Sovyet Kürt Edebiyatı;Sosyalist Realizm;Erebê Şemo;Jiyana Bextewar;Hopo, erebê şemo, hopo, kurdish literature, realîzma sosyalîst, edebiyata kurdî ya sovyetê, jiyana bextewar, socialist realism

Fields of Science

06 humanities and the arts, 0602 languages and literature

Citation

WoS Q

Scopus Q

Volume

Issue

19

Start Page

17

End Page

32
Yükleniyor...
Yükleniyor...
Yükleniyor...