MAÜ GCRIS Standart veritabanının içerik oluşturulması ve kurulumu Research Ecosystems (https://www.researchecosystems.com) tarafından devam etmektedir. Bu süreçte gördüğünüz verilerde eksikler olabilir.
 

Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn

dc.contributor.authorErgün, Zülküf
dc.date.accessioned2019-05-15T12:28:00Z
dc.date.available2019-05-15T12:28:00Z
dc.date.issued2014
dc.department[Belirlenecek]en_US
dc.description.abstractPUXTE: Romantîzm wek rêbazeke edebî di sedsala XVIIIan de cara pêşîn li Îngilîstanê derket holê û di demeke kurt de di nav edebiyatên neteweyên Ewrupayî de belav bû. Ev rêbaz di sedsala XIXan de bi riya hin xwendekar û ronakbîrên Osmanî yên ku ji bo Fransayê hatibûn şandin di nav dewleta Osmanî de jî hat nasîn. Bi vî awayî romantîzma ronakger a fransî bi rengeke neteweyî di nav ronakbîrên Osmanî de wek meşrûtiyetxwazî û di nav ronakbîrên jêrdestê Osmaniyan de jî wek serxwebûnxwazî derket holê. Dema ku li Stenbola paytexta dewleta Osmanî ev tişt diqewimîn Hacî Qadirê Koyî jî li Stenbolê bû û wek helbestvanekî Kurd cara yekemîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Ji ber ku di serdema jiyana Hacî de Kurd negihîştin armancên xwe yên siyasî, di seranserî sedsala XXî de jî fikra romantîzma neteweyî di edebiyata Kurdî de zindî ma. Ji ber vê çendê sed sal piştî Hacî û li ser şopa wî bi awayekî xurt vê carê Cegerxwîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Herçend di nav wan de hin ciyawazî hebin jî Hacî û Cegerxwîn li ser fikra neteweyî, hişmendiya zimanê zikmakî, vejandina dîroka neteweyî, dijayetiya serekên feodal, xurtkirina hesta welatperweriyê, pesindana fikra rasyonel û bilind nirxandina zanistên pozîtîv xwedî heman bîr û boçûn bûn. Ev jî nîşan dide ku her Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn In Kurdish Poetry the Beginning of the Method of Romanticism of Haci and Cegerxwin du helbestvan di mijara romantîzma neteweyî de digihîjin hevdu û di vê xalê de Cegerxwîn şopgêr û mîratgirê Hacî ye.en_US
dc.identifier.issn2147-883X
dc.identifier.urihttps://hdl.handle.net/20.500.12514/394
dc.language.isokuen_US
dc.publisherNûbihar Akademîen_US
dc.relation.publicationcategoryKategorisizen_US
dc.rightsinfo:eu-repo/semantics/openAccessen_US
dc.subjectBêjeyên sereke: romantîzm, romantîzma neteweyî, Hacî, Cegerxwîn.en_US
dc.titleDi Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwînen_US
dc.typeArticleen_US
dspace.entity.typePublication

Files

Original bundle

Now showing 1 - 1 of 1
Loading...
Thumbnail Image
Name:
Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn.pdf
Size:
573 KB
Format:
Adobe Portable Document Format
Description:
Makale Dosyası

License bundle

Now showing 1 - 1 of 1
No Thumbnail Available
Name:
license.txt
Size:
1.71 KB
Format:
Item-specific license agreed upon to submission
Description: