MAÜ GCRIS Standart veritabanının içerik oluşturulması ve kurulumu Research Ecosystems (https://www.researchecosystems.com) tarafından devam etmektedir. Bu süreçte gördüğünüz verilerde eksikler olabilir.
 

DÎWANA MELA SÎRACEDDÎNÊ XELÎLÎ (GULCIVÎN) -METN Û LÊKOLÎN-

Loading...
Thumbnail Image

Date

2019

Journal Title

Journal ISSN

Volume Title

Publisher

Open Access Color

OpenAIRE Downloads

OpenAIRE Views

Research Projects

Organizational Units

Journal Issue

Events

Abstract

Mela Sîraceddînê Xelîlî, di sala 1930î de hatiye dinyayê û di sala 1983yan de çûye ser dilovaniya xwe. Di van salan de Edebiyata Kurdî ya Klasîk hêdî hêdî qels dibû. Ya rast gelek nûnerên Edebiyata Klasîk di vê qadê de berhemên giranbiha pêk tanîn. Lêbelê; rewşa siyasî û civakî hêdî hêdî pêşiya Edebiyata Kurdî digirt. Mela Sîraceddînê Xelîlî; wekî Cegerxwîn, Seyîd Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj ku di vê sedsalê de berhemên hêja nivîsîne, careke dî ruh û can dida helbesta klasîk. Lewra êdî navendeke çand û „ilmê nemabû ku vê edebiyatê li ser lingan bisekinîne. Xebata me ya bi navê “Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîlî (Gulcivîn) Metn û Lêkolîn; ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de bi gelemperî li ser jiyana wî hatiye sekinîn û berhemên wî hatine danasîn. Di beşa duyem de şexsiyeta wî ya edebî û zimanê helbestê hatiye nirxandin û dîwan ji aliyê teşeyê ve bi hûrgilî hatiye lêkolînkirin. Di beşa sêyem de jî metnê dîwanê yê bi tenqîd cih girtiye. Di transkrîpsiyona metnê de, ji bo tîpên „Erebî ku di Alfabeya Kurdî de nîn in, tîpên transkrîpsiyona navnetewî, hatine bikaranîn. Mela Sîraceddînê Xelîlî, li gorî asta berhemên sedsala xwe, dîwaneke serkeftî pêk aniye. Di helbestên xwe de gelek qalibên wezna „erûzê bi serfirazî bi kar anîne. Di helbestên wî de qusûrên „erûzê ew qasî kêm in ku mirov dikare bêje „erûza wî bêqusûr e. Di helbestên wî de aheng û lihevhatina dengan, xwe baş nîşan dide. Di dîwana xwe de gelekî cih daye peyvên „Erebî û Farisî; lêbelê ji ber ku ev peyv di zimanê civakê de jî pir belav in, di fêhmkirina helbestan de zehmetiyê dernaxin. Helbestvan ji bo ku hunera xwe di zimên de nîşan bide, di dîwana xwe de bi çar zimanan (Kurdî, „Erebî, Farisî û Tirkî) helbest nivîsîne. Jixwe helbestên ku bi zimanê zikmakî ango bi Kurdî hatine nivîsîn ji yên dî gelekî zêdetir in. Ji xeynî van, di dîwanê de hindik be jî; mulemme‟ên bi Kurdî-„Erebî, bi Kurdî-Farisî û bi Kurdî-„Erebî-Farisî jî hene. Bi qasî ku em ji helbestên wî fêhm dikin bi „Erebî û Farisî baş dizane; lêbelê ji du helbestên wî yên ku bi Tirkî nivîsîne, em fêhm dikin ku di zimanê Tirkî de gelekî qels maye.
Mela Sîraceddînê Xelîlî, 1930 yılında dünyaya gelmiş ve 1983‟te hayata gözlerini yummuştur. Bu yıllarda, Klasik Kürt Edebiyatı duraklama dönemine girmişti. Aslında Klasik Edebiyatın birçok temsilcisi bu alanda değerli ürünler vermeye devam ediyordu; ama siyasi ve sosyal şartlar Kürt Edebiyatının ilerlemesini yavaşlatmaya hatta durdurmaya başlamıştı. Mela Sîraceddînê Xelîlî; bu dönemde eser veren Cegerxwîn, Seyîd Eliyê Findikî ve Seydayê Tîrêj gibi şairlerle Klasik Kürt Edebiyatını ayakta tutuyor ve ortaya koyduğu eserlerle adeta Klasik Şiire yeniden hayat veriyordu. Çünkü artık bu edebiyatı besleyecek önemli bir ilim ve kültür merkezi kalmamıştı. Mela Sîraceddînê Xelîlî divanı (Gulcivîn) inceleme ve metin ve adlı bu çalışmamız, üç bölümden oluşmuştur. Birinci bölümde, genel hatlarıyla şairin hayatı üzerinde durularak eserleri tanıtılmış, edebi kişiliği ve şiirlerinde kullandığı dil üzerinde durulmuştur. İkinci bölümde, divan, şekil bakımından etraflıca incelenmiştir. Üçüncü bölümde ise tenkitli divan metni yer almıştır. Divan metninin transkripsiyonunda, Kürt Alfabesinde karşılığı olmayan Arap harfleri için, uluslararası transkripsiyon harfleri kullanılmıştır. Mela Sîraceddînê Xelîlî, yaşadığı döneme göre edebi değeri yüksek bir divan ortaya koymuştur. Şiirlerinde aruz vezninin birçok kalıbını başarıyla kullanmıştır. Şiirlerindeki aruz kusurları yok denecek kadar azdır. Şiirlerinde sade ve anlaşılır bir dil kullanmıştır. Şiirlerinde ses uyumu ve ahenk üst seviyededir. Divanında Arapça ve Farsça kelimelere çokça yer vermiştir; ama bu kelimeler genelde halk dilinde de kullanılan ve şiirin anlaşılmasına engel teşkil eden kelimeler değildir. Şair dildeki maharetini göstermek için divanında dört dilde de (Kürtçe, Arapça, Farsça ve Türkçe) mülemmalar yazmıştır. Elbette anadili olan Kürtçe yazılmış şiirler açık ara öndedir. Bunun dışında divanında az da olsa Kürtçe-Arapça, Kürtçe-Farsça, Kürtçe-Arapça-Farsça karışık yazdığı şiirler de vardır. Şiirlerden anladığımız kadarıyla iyi derecede Arapça ve Farsça bilmektedir. Ama Türkçe yazdığı iki şiirden, Türkçesinin çok zayıf kaldığını söyleyebiliriz.

Description

Keywords

Mela Sîraceddînê Xelîlî, Gulcivîn, Melayê Cizîrî, Şêx Muhemmed Nurullahê Cizîrî, Şêx Seyda, Loqmanê Hekîm, Cizîr Şêx Beşîrê Xelîlî.

Turkish CoHE Thesis Center URL

Fields of Science

Citation

WoS Q

Scopus Q

Source

Volume

Issue

Start Page

End Page