Analizek Li Ser Avaniya Ergatifê -Devokên Kurmancî Yên Başûrê Rojhilat, Bakûr û Başûrê Rojava-

Dergi Sayısı

Yükleniyor...

Özet

Kurdîya Kurmancî xwedîyê taybetîya avanîya akuzatîf û ergatîf e. Di lêkerên di koka dema borî de hatine kişandin de avanîya ergatîf û lêkerên di koka dema niha de hatine kişandin de jî avanîya akuzatîf tê dîtin. Ji ber taybetîyên lêkerên kurdî û ji ber bandora nîvakuzatîfbûnê, di avanîya ergatîf de bikaranînên cuda derdikevin holê. Bi awayekî senkronîk eger avanîya ergatîfê bê analîzkirin, gelekî bikaranînên cuda têne dîtin, wekî cottewang û akkuzatîfîzasyon. Ne tenê sebebên navzimanî lê ji ber sebebên pirzimanîbûna axêverên kurdîya kurmancî jî formên cuda têne bikaranîn. Di vê xebatê de, armanc analîzkirina avanîya ergatîf bi awayekî senkronîk e. Pêşî em li ser avanîya ergatîf sekinîn û bi hemû aliyên wê ve me ev avanî analîz kir. Paşê di çarçoveya emr û zayenda axêveran de bikaranîna avanîya ergatîfê di sê devokên kurdîya kurmancî de hate analîzkirin. Ev xebat hem ji alîyê fêmkirina avanîya ergatîf ve hem jî ji alîyê bikaranîna kurdîya kurmancî ya axêverên pirzimanî yên kurdîya kurmancî ve xwedîyê qiymet e.

Açıklama

Anahtar kelimeler

Physics, Ergative construction, Avanîya Ergatîf, Double-oblique, Devok, Kurmanji Kudish, Kurdîya Kurmancî, Cottewang, Dialect

Bilim Dalları

0602 languages and literature, 06 humanities and the arts

Alıntı

WoS Q

Scopus Q

Kaynak

Cilt

Sayı

8

Başlangıç Sayfası

13

Bitiş Sayfası

40
Yükleniyor...
Yükleniyor...
Yükleniyor...