Kürt Dili ve Edebiyatı Bölümü Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/73
Browse
Browsing Kürt Dili ve Edebiyatı Bölümü Koleksiyonu by Author "Adak, Abdurrahman"
Now showing 1 - 5 of 5
- Results Per Page
- Sort Options
Article ‘AKIFÊ WANÎ & ‘AŞIQ OSMAN SIPKÎ Û MEM Û ZÎNÊN WAN ÊN BI TIRKÎ DI KOLEKSÎYONA A. JABA DE(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Adak, AbdurrahmanDi koleksiyona A. Jaba de li ser bingeha Mem û Zîna Xanî du Mem û Zînên bi tirkî ku ji aliyê du nivîskarên cuda ve hatine nivîsîn hene. Ew jî berhemên Akifê Wanî (Kurd 39) û Aşiq Osman Sipkî (Kurd 38) ne. Her du muellifan jiyana xwe di sedsala XIXem de bûrandine. Wanî, xelkê Wanê ye û burokratekî girîng ê serdema xwe ye. Sipkî jî ji eşîra Sipkan e û ji gundekî nêzî Erzirûmê ye. Wanî, berhema xwe di 1856an de nivîsiye, lêbelê nekariye xilas bike. Nusxeya Jaba tekane nusxeya vê berhemê ye. Heçî Sipkî ye, wî jî berhema xwe di 1273 (1856- 1857)an de nivîsiye. Du nusxeyên vê berhemê hene: Nusxeya Tehranê û ya Jaba. Ji ber ku di nusxeya Tehranê de tarîxa nivîsîna berhemê û tarîxa istinsaxa wê yek e, bi ihtîmaleke mezin ev nusxe ya muellif e. Daneyên berdest nîşan didin ku nusxeya Jaba di sala 1283 (1866-1867)an de li ber nusxeya muellif hatiye istinsaxkirin. Her du nusxeyên koleksiyona A. Jaba dema muellifên wan hatine Erzirûmê li ser daxwaza Jaba hatine istinsaxkirin. Wisa xuya ye ku istinsax bi lez û bez hatiye kirin. Lewra di nusxeyan de huner û teknîkên berhemên destnivîs li ber çavan nehatine girtin. Taybetiyeke her du nusxeyan ew e ku şûna Mem û Zînê bi navê “Riyazê Eşq”ê (bi xwendineke şaş Reyahînê Eşq) hatine binavkirin. Her çi be veguhestina van nusxeyan bi rêya koleksiyona A. Jaba bo roja me gelekî girîng e. Di gotarê de em ê bîyografîya Wanî û Sipkî di çarçoveya zanyariyên nû de ron bikin, li ser her du destnivîsan analîzeke kodîkolojîk bikin û di hin xalên binîqaş de hizrên xwe îfade bikin.Article ANALÎZEKE KODÎKOLOJÎK LI SER LEYLA Û MECNÛNÊN SEWADÎ, BAZÎDÎ Û FUZÛLÎ DI KOLEKSÎYONA A. JABA YA DESTNIVÎSÊN KURDÎ DE(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Adak, AbdurrahmanDi koleksîyona A. Jaba ya destnivîsên kurdî de sê nusxeyên Leyla û Mecnûnê hene ku her yek ji wan ya nivîskarekî cuda ye. Di jimareya Kurd 30ê de Leyla û Mecnûna Sewadî (bi kurdî), di ya Kurd 31ê de Leyla û Mecnûna Mela Mehmûdê Bazîdî (bi kurdî) û di ya Kurd 14ê de jî Leyla û Mecnûna Fuzûlî (bi tirkî) cih digirin. Her sê nusxe jî li gor temamî, fêmbarî û dêrîniyê ve ku pîvanên kodîkolojiyê ne nusxeyên binirx in. Di her sêyan de jî qeydên istinsaxê hene. Di qeyda istinsaxê ya nusxeya Fuzûlî de navê mustensix cih digire, lêbelê di her duyên dî de cih nagire. Digel vê jî doneyên di dest de nîşan didin ku nusxeya Bazîdî ji aliyê Bazîdî bi xwe ve hatiye istinsaxkirin. Salên istinsaxê yên nusxeyên Fuzûlî û Bazîdî hatine qeydkirin, lêbelê ya Sewadî nehatiye qeydkirin. Ya Fuzûlî di sala 1218 (1803/1804), ya Bazîdî jî di sala 1274 (1858-59)an de hatiye istinsaxkirin. Doneyên ber destan navbera tarîxî ya istinsaxa nusxeya Sewadî wek 1759 ve 1857 nîşan didin. Ji ber ku li ser zehriyeya nusxeya Bazîdî eslê nusxeyê wek Leyla û Mecnûna tirkî hatiye nîşandan, mijara eslê vê nusxeyê hatiye rojevê. Li gor A. Jaba eslê vê Leyla û Mecnunê, Leyla û Mecnûna tirkî ye û li gor Rudenko ya Kurdî ye. Berawirdiya ku di navbera metnan de ji aliyê me ve hatin kirin derxist meydanê ku nêrîna Rudenko dirust e.Article Ayhan Tek, Hâmîsiz Şâir Babasız Metin: Mem û Zîn ve Osmanlıca Çevirileri Üzerine Bir İnceleme, İstanbul: Nûbihar, 2018, 356 s.(2019) Adak, AbdurrahmanGörebildiğimiz kadarıyla Klasik Türk Edebiyatı akademik çalışmalarının önemli bir kısmında, bu edebiyatın, Arap ve Fars edebiyatları ile meydana getirdiği ilişkiler ele alınmış ve yapılan müstakil çalışmalarla bu konuda önemli gelişmeler kaydedilmiştir. Elbette Şark-İslam edebiyatının kurucu unsurları olmaları açısından Arap ve Fars edebiyatları özel bir ilgiyi hak etmektedirler. Bununla birlikte Osmanlı Dönemi’nde devletin hâkimiyet alanlarının genişlemesi ve çeşitli dilleri konuşan milletlerin Osmanlı hâkimiyetine girmesi sonucu, Klasik Türk Edebiyatı’nın başka edebiyatlar ile de daha çok emetteur/gönderici vasfı ile bir ilişki içerisine girdiği görülmektedir. Bu meyanda Balkanlar ve Afrika’daki kimi edebiyatlar ile Şark edebiyatının içinden doğan Kürt, Urdu, Peştu edebiyatlarının isimleri zikredilebilir. Türkiye’deki akademik birimlerde yürütülen Klasik Türk Edebiyatı çalışmalarında yeri geldiğinde Balkan ve Urdu edebiyatları üzerinde de durulduğu görülebilen bir husustur. Oysa Kürt edebiyatının Kurmanci ve Sorani kolları ile gelişen kısmının tamamı Osmanlı Dönemi’ne denk düşmesine ve bu dönemlerde her iki edebiyat arasında önemli bir etkileşim olmasına rağmen, kimi küçük değinileri saymazsak, denebilir ki şu ana kadar Türk edebiyatı akademik camiasında bu konu hiç ele alınmamıştır.Article GULZARA ŞÊX TAHIRÊ ŞOŞÎ: MESNEWÎYEKE XWESER A EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Adak, AbdurrahmanGulzara Şêx Tahirê Şoşî (k.d. 1962) mesnewîyeke dînî/tarîxî ya edebîyata Kurdî ye ku di sedsala XXem de hatîye nivîsîn. Dema em mesnewîyên hemû dîyalektên edebîyata Kurdî li ber çavan digirin, em dibînin ku vê kêlîyê Gulzara Şêx Tahirê Şoşî teqrîbî bi 14.000 beytan ji alîyê qewareyê ve di pileya herî bilind de ye. Mixabin ji ber ku nivîskarê wê di temenekî ciwan de çûye rehmetê beşa xatîmeyê jî di nav de qismek ji Gulzarê nehatîye nivîsîn. Hem dîbace hem jî beşa sereke ya mesnewîyê bi taybetî ji alîyê cureyên edebî ve gelekî dewlemend in. Bi qasî ku tê dîtin, dîbaceya Gulzarê digel Mem û Zîna Xanî û Rewdu'n-Ne‘îma Rûhî yek ji sê dîbaceyên herî girîng a edebîyata Kurmancî ye. Di gotarê de pêşî li ser mesnewînûsîya Kurdî, Şêx Tahirê Şoşî û Gulzara wî zanyarîyên giştî hatine dayîn. Piştre bi hûrgulî hêmanên avahîya derekî yên Gulzarê (qeware, kêş, tertîb û sernav) bi rêbazeke zanistî û bi awayekî berfireh hatine pêşkêşkirin, berawirdîya wan bi standarta mesnewîyên Farisî re hatîye kirin û bi vî awayî xweserîyên Gulzarê hatine tesbîtkirin.Article Mevlevîliğin kuruluş dönemi (xvı. yüzyıl) Gülşenî Şairler üzerindeki etkisi: İbrâhîm Gülşenî, Usûlî ve Za’fî örneği(2011) Adak, AbdurrahmanGülşeniyye tarikatı, Mevleviyye tarikatından önemli ölçüde etkilenen bir tarikattır. Gülşeniyye tarikatının kuruluşundan sonra, her iki tarikat arasında önemli bir iletişim ve etkileşim gerçek leşmiştir. Özellikle her iki tarikata mensup şairler arasındaki ilişki daha çok dikkat çekmektedir. Bu çalışmada Esrâr Dede (ö. 1211/1796)’nin Tezkire-i Şu’arâ-yı Mevleviyye’sinde Gülşenîlerle irtibata geçtiği söylenen Mevlevî şairler üzerinde durulmuştur. Bunlar Semâ’î Sultân Dîvânî, Yu suf Sineçâk, Garîbî, Şâhidî, Günâhî, Derûnî, Şuhûdî, Arşî, Bekayî, Vehbî ve Enîs Receb Dede’dir (on bir şair). Çalışmada bu şairlerin Gülşenîler ile olan irtibatı çerçevesinde her iki tarikat ara sındaki irtibat hakkında önemli sonuçlara varılmıştır.