Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Author "Subaşı, Kenan"
Now showing 1 - 9 of 9
- Results Per Page
- Sort Options
Article DESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)(2020) Subaşı, KenanNûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu’eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.Article Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da(2022) Subaşı, KenanDi nav mîtan da mexlûqekî herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî da berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Me di vê xebatê da di nav çarçoveya folklora Kurdî da lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûq di vê xebatê da hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî da çawa û di çi peywendê da hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan.Article ELAEDDÎN SECCADÎ Û NIRXANDINA ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROK Û NÛCIWANAN LI GOR PÎVANÊN EDEBÎYATA ZAROKAN(2022) Subaşı, Kenan; Meral, Aydın; Akhan, BahattinEdebîyata zarok û nûciwanan weku binbeşeke edebîyata modern digel vebûna dibistanên modern dest pê kir û amanca sereke di serî da her çiqas perwerdekirina zarokan û hînkirina wan a xwendinê be jî îroj bi gelek rîş û şaxên xwe ev celeb edebîyat bûye qadeke berfireh û pirberhem. Ji ber ku mafê Kurdan ê perwerdeyê heya îroj jî nehatîye dayîn yan jî lokal û parçekirî bûye, xwînerîya di temenê zarokatîyê da jî gelek qels maye. Bivê nevê vê yekê tesîreke nerênî li geşekirina edebîyata zarokan a bi Kurdî kirîye. Digel vê tesîra nerênî bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî hin rê û derî li pêş afirandina vê qadê vebûne û xisûsen ji alîyê helbest û çîrokan ve. Di nivîskarîya çîrokên zarokan da Elaeddîn Seccadî çîroknûsekî pêşeng e ku bûye mijara vê meqaleyê. Wî di salên 1940î da şeş çîrok ji bo zarokan nivîsîne ku di vê meqaleyê da ev şeş çîrok li gorî pîvanên edebîyata zarokan hatîye nirxandin. Berî nirxandinê pêkarên edebîyata zarokan, mijar û rêbaza xebatê jî hatiye neqilkirin. Di encama nirxandinê da kifş bû ku Seccadî, li gorî ruhê serdema xwe di nav qalibên rastbînîya şikilî ya zarokan da çîrok nivîsîne ku em bi rahetî dikarin bibêjin hemkûfê çîroknûsên neteweyên di dewra xwe da bûye.Article Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên Mêjûyî(2023) Subaşı, KenanDestanên Evînî yên Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evînî yênmêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.Article KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ(2017) Subaşı, KenanKurte Ev xebateke bîblîyografîk e ku bi taybetî medya û çapemeniya kurdî ya zarokan berçav kiriye. Ji aliyê çapemeniyê ve kovarên zarokan hatine nasandin û ji aliyê medyayê ve jî televîzyon û bernameyên televîzyonê hatine nasandin. Berî danasîna berheman qala têkiliya zarok û medyayê hatiye vegotin. Di vê çarçoveyê de têkiliyeke çawa heye û tesîrên dualî di navbera wan de çawa çêdibin, hatiye nirxandin. Piştre dîrok û geşedana çapemenî û medyaya kurdî ya zarokan di bin pênc sernivîsan de wek xebatên li Tirkiyeyê, Ewropayê, Iraqê, Îranê û Sûriyê hatine veguhastin. Bêjeyên Sereke: Çapemenî, Medya, Zarok, Kurdî. KÜRTÇE ÇOCUK BASINI VE MEDYASININ TARİHÇESİ Öz Bu çalışma bibliyografik bir çalışma olup özel anlamda Kürtçe çocuk basını ve medyasının tarihçesini ele almıştır. Basın bağlamında çocuk dergileri tanıtılmış olup medya bağlamında ise çocuk televizyonları ve çocuklar için televizyon programları tanıtılmıştır. Eserlerin tanıtımından önce medya ve çocuk ilişkisi açıklanmış ve bu düzlemde nasıl bir ilişki varolduğu ve aralarındaki iki taraflı etkinin nasıl gerçekleştiği değerlendirilmiştir. Sonrasında Kürtçe çocuk basını ve medyasının gelişimi ve tarihçesi Türkiye, Avrupa, Irak, İran ve Suriye’deki çalışmalar olmak üzere beş başlık şeklinde aktarılmıştır. Anahtar Sözcükler: Basın, Medya, Çocuk, Kürtçe. THE HISTORY OF KURDISH CHILDREN’S PRESS AND MEDIA Abstract This paper is a bibliographic study and tells the history of Kurdish children’s press and media in a special sense. In the context of the press, children's magazines are introduced and in the context of media, children's televisions and television programs for children are introduced. Before the introduction of the works, the media and child relations were explained and in this context, the relationship between both of them is explained. Subsequently, the development and history of the Kurdish children's press and media were reported in five titles, such as the works in Turkey, Europe, Iraq, Iran and Syria. Keywords: Press, Media, Children, Kurdish.Article Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan”(2021) Subaşı, KenanDi vê gotarê de analîzeke analîtîk di çarçoveya du hêmanên sereke yên edebîyata zarokan de dê bê kirin. Ev hêman “rastîya zarokan” û “îzafîyeta zarokan” in ku bingeha edebîyata zarokan a modern jî li ser wan saz dibe. Ji ber ku zarok xwedî kesayeteke cuda û xweser e, nivîskarê edebîyata zarokan di hunera xwe de mecbûr e baldarê vê cudabûn û xweserîya zarokan be. Lewra mixatabê sereke yê vê edebîyatê zarok bixwe ye. Ji bilî van ji bo ku zarok bibe xwedî estetîk û arezûyeke edebî, dîsa divê berhemên edebî yên ku ji bo zarokan tên nivîsandin, li gorî van her du hêmanan bên afirandin. Li gorî van esasan di vê xebatê de dê helbestên zarokan ên Kurdî li gorî van her du hêmanan bên nirxandin. Herwiha qesda me ji helbestên zarokan ên Kurdî ew e ku ji destpêkê heya îro yanî ji helbestvanên weku Zêwer, Goran, Kakeyî Felah, Kamiran Elî Bedirxan, Letîf Helmet, Elî Ebdulla Şewnim bigirin heya kesên weku Emîn Muhemed, Taha Bîlal, Elî Hemereşîd Berzincî, Osman Muhemed Hewramî, Firat Cewerî, Konê Reş, Yehya Elewîferd, Aram Gernas û Mueyed Teyîb binirxînin û mînakên helbestên wan ên serkeftî û neserkeftî, digel egerên wan, parve bikin. Mebest ji hilbijartina van navan ew e ku ev helbestvan di serdema xwe de yên herî berhemdar bûne di qada helbesta zarokan de. Helbet mimkûn e mirov hin navên din lê bar bike. Lê ji ber ku dê ji sînorên gotarekê derketiba, me bi van navan sînordar kir. Herwiha me helbestvanên ku hilbijartiye, di nav çar serdemên ku tê de jîyane û li gorî milmilaneyên sîyasî û civakî ji hev cuda bûne, dabeş kirin.Article TEYRÊ SÎMIR Û RENGVEDANÊN WÊ DI FOLKLORA KURDÎ DA(2023) Subaşı, Kenan; Roder, AramYek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.Article VEGOTINA HÊMAYÎ Û METAFORÎK DI MAMIKÊN KURDÎ DE(2016) Subaşı, KenanKURTE Di nav keresteyên gelêrî de mamik li gor şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek lêkolîn û analîzan e. Wek pênaseya wan, dewlemendiya mamikan û geşedana wan a dîrokî jî efsûnî ye. Her çiqas îro wek keresteyeke kêf û lîstikê û ji bo fêrkirina ziman amûreke kêrhatî be jî li gorî lêkolîneran di eslê xwe de mamik berê ji bo pêşbaziyên zîrekiyê yên siltanan û ji bo veşartina raz û sembolan gotinên zor û zehmet bûne. Di vê xebatê de me jî hewl da ku di mamikên kurdî de di bin gotinan de çi hêma, metafor û sembol hene bizanin. Di serî de berî ku em analîza hêmayên di mamikan de bikin me xwest em bi giştî bidin zanîn ka mamik çi ne û çawa tên afirandin. Her wiha me du rêbazên afirandina hêmayan ango matafor û metonîmî û têkiliya wan a bi mamikan re da ber çavan. Piştî vê kurtenasînê, me hêmayên di mamikên kurdî de li gorî çawanî û çendaniyê parî kir û bi mînakan ew nîşan dan. Herî dawî jî me ji bo şayesandina hin heyberên şênber ên sereke yên ku di mamikên kurdî de cih girtine, tabloyekê hêmayan çê kir. Bêjeyên Sereke: Mamikên Kurdî, Metafor, Metonîmî, Hêma. ABSTRACT " Metaphoric and Imaginary Narration in the Kurdish Riddles " Riddles are a type of folkloric sayings on which lots of researches and analyses need to be carried out in terms of form and content. They are legendary in terms of their legendary definition, rich variety and historical process. Though today there are some games that are played with riddles and riddles are used as auxilary documents for language teaching, according to many sources riddles were in fact used in the mind games of the sultans and they were rhetoric in which symbols and secrets were hiden. In this research I wanted to show how rich Kurdish riddles are in terms of images, metaphors and symbols. At the beginning of the research I wanted to define what the riddle is and give information on how the riddles are formed before analysing images in the riddles. Furthermore, I defined metaphor and metonomy which are the methods for creating images and I showed their relation with the images. After this short introduction I exemplified the images in Kurdish riddles according to quality and quantity by separating them into two parts. I showed the concepts and words that are used for creating an image in Kurdish riddles at the end of the research and in a table. Key Words: Kurdish Riddles, Metaphor, Metonomy, Image.Article WERGEREKE JI EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ DI KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)(2021) Subaşı, Kenan; Direkçi, LokmanFellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat (Sûrat) e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine nivîsîn) ye. Schamir ji bo rojhilatnasê Almanî Eduard Sachau (1845- 1930) xebitîye û gelek destxetên Fellîhî, Erebî û Kurdî (Gerşûnî) îstinsax kirine û ji Sachau re şandine. Yek ji van destxetan bi navê Sachau 200 li Pirtûkxaneya Eyaletî ya Berlînê-Mîrateya Çandî ya Prûsyayê (Staatsbibliothek zu Berlin-Preußischer Kulturbesitz) di nav koleksîyona Destxetên Rojhilat (Orientalische Handschriften) de hatiye qeydkirin. Di vê destxetê de digel ferhengokeke rêzimanî ya Erebî-Fellîhî-Kurdî çend hîkayet, çîrok, destan û kilam jî cih digirin. Di vê xebata me de em ê ji wan hîkayetan, a bi navê Şebê Şêst û Dû-Ji Çîroka Hezar Şeb û Şebek bixebitin ku weku wergera ji Erebî bo Fellîhî û Kurdî hatiye kirin. Ev destxet bi tevahî ji 66 wereqan pêk tê ku çîroka navborî ji wereqa 29v dest pê dike heya wereqa 33r dewam dike. Digel nasandina vê destxetê, di vê lêkolînê de çîroka me ya navborî hatiye latînîzekirin jî. Ji bilî wê, berawirdkirina vê çîrokê bi ya Erebî û wergerên din ên îroyîn re jî hatiye kirin. Di encama vê xebatê de wergereke ji zimanên bîyanî bo Kurdî ya ku di sala 1883yan de hatiye kirin, peyda bû û bi lêkolîneran re hat parvekirin.