Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
55 results
Search Results
Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022-04-30) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Book Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.Article Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî(Nûbihar AkademiPAK AJANS Yayıncılık, 2015)Ev gotar berê xwe dide vekolîna statuya zimanê Kurdî ya di nav dîrokê de. Statuya ziman bi fonksiyona ziman an ji bîkaranîna ziman ve eleqedar e. Ji bo statuya ziman taybetmendiyên sereke, statuya qanûnî, orjîna ziman, asta standardîzasyonê û zîndibûna ziman in. Ev taybetmendiyên statuya ziman bi rewşa siyasî, çandî, aborî û dîrokî ve girêdayî ne, bi bandora van diyardeyan statuya ziman, di nav kaniya demê de diguhere. Weke zimanekî Kêmar statuya zimanê Kurdî jî bi bandora wan diyardeyan hatiye guherîn. Li gor van yekan em ê hewl bidin li gor sê serdeman veguherînên di statuya zimanê Kurdî de digel minakên cîhanê analiz bikin. Ev sê serdem, serdema feodalîteyê, serdema netewe dewletê û serdema hilweşandina netewe dewletê ne. Di serdema feodaliteyê de ji ber ku patronaja mîrektiyan li ser zimanê Kurdî hebûye statuyeke siyasî û çandî ya zimanê Kurdî hebûye, di serdema netewe dewletê de, di encama prosesa modernizasyona Tirk de û bi têkçûyina mirektiya Kurdan ve zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de maye û statuya xwe ya sîyasi wenda kiriye. Di serdema hilweşandina netewe dewletê de bi sistbûna fikrên neteweperweriyê ve zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî jî sist bûne, lê di vê serdemê de ji ber sedemên civakî û aborî statuya çandî û civakî ya zimanê Kurdî di ber têkçûnê de ye.Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022-08-24) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.Article Article DESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)(2020) Subaşı, KenanNûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu’eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.Article KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ(2017) Subaşı, KenanKurte Ev xebateke bîblîyografîk e ku bi taybetî medya û çapemeniya kurdî ya zarokan berçav kiriye. Ji aliyê çapemeniyê ve kovarên zarokan hatine nasandin û ji aliyê medyayê ve jî televîzyon û bernameyên televîzyonê hatine nasandin. Berî danasîna berheman qala têkiliya zarok û medyayê hatiye vegotin. Di vê çarçoveyê de têkiliyeke çawa heye û tesîrên dualî di navbera wan de çawa çêdibin, hatiye nirxandin. Piştre dîrok û geşedana çapemenî û medyaya kurdî ya zarokan di bin pênc sernivîsan de wek xebatên li Tirkiyeyê, Ewropayê, Iraqê, Îranê û Sûriyê hatine veguhastin. Bêjeyên Sereke: Çapemenî, Medya, Zarok, Kurdî. KÜRTÇE ÇOCUK BASINI VE MEDYASININ TARİHÇESİ Öz Bu çalışma bibliyografik bir çalışma olup özel anlamda Kürtçe çocuk basını ve medyasının tarihçesini ele almıştır. Basın bağlamında çocuk dergileri tanıtılmış olup medya bağlamında ise çocuk televizyonları ve çocuklar için televizyon programları tanıtılmıştır. Eserlerin tanıtımından önce medya ve çocuk ilişkisi açıklanmış ve bu düzlemde nasıl bir ilişki varolduğu ve aralarındaki iki taraflı etkinin nasıl gerçekleştiği değerlendirilmiştir. Sonrasında Kürtçe çocuk basını ve medyasının gelişimi ve tarihçesi Türkiye, Avrupa, Irak, İran ve Suriye’deki çalışmalar olmak üzere beş başlık şeklinde aktarılmıştır. Anahtar Sözcükler: Basın, Medya, Çocuk, Kürtçe. THE HISTORY OF KURDISH CHILDREN’S PRESS AND MEDIA Abstract This paper is a bibliographic study and tells the history of Kurdish children’s press and media in a special sense. In the context of the press, children's magazines are introduced and in the context of media, children's televisions and television programs for children are introduced. Before the introduction of the works, the media and child relations were explained and in this context, the relationship between both of them is explained. Subsequently, the development and history of the Kurdish children's press and media were reported in five titles, such as the works in Turkey, Europe, Iraq, Iran and Syria. Keywords: Press, Media, Children, Kurdish.Book Article “Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabiyê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othello ya Shakespeare de”(2017)Problema Xerabiyê problemeke herî kevnarê ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbenû xwe diparize û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê probelmê têne kirin. Ev nîqaşên felsefîk û olî helbet di qada edebiyatê de jî wê xwe didin der. Di navbera Shakespeare û di Ehmedê Xanî de her çend di demên cuda de jiyabin jî ev problem ji hêla herduyan ve jî hatiye nîqaşkirin. Lê di çanda rojhilata navîn de bêtir di çerçoveya felsefeyê de ev nîqaş hatine kirin lewra em di Othello de bêtir rastî nîqaşên felsefîk tên. Lê ji ber ku çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora ol bêtir heye û şaîr û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbasbûne ev problem di Rohjilat de bêtir di çerçoveya ol de hatiye nîqaşkirin. Lewra em di Mem û Zînê de ev nîqaş problem bêtir di çerçovaya ol de hatiye nîqaşkirin. Di vê gotarê di çerçoveya problema xerabiyê de em ê jî van herdu berhemên edebî bidin berhev. Her çend di navbera van herdu berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin, di encamê de wê bê dîtin ku ev problem çava di van herdu berhemên edebî de rengveda ye.
