Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de
Date
2018
Authors
Journal Title
Journal ISSN
Volume Title
Publisher
e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR)
Open Access Color
OpenAIRE Downloads
OpenAIRE Views
Abstract
Ev gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya
Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê
edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî
xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van
berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began,
zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan,
rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan,
bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û
folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê
edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan
berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê
kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û
mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye.
Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her
qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van
berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên
sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî
Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li
ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di
kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn
li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure
berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov
hest bi tu milmilaneyê nake.
Description
Keywords
Fonksiyon, zincîreya rûdanê, fabula, sujet, vegêran, edebiyata kurdî ya Sovyetê.