1. Home
  2. Browse by Author

Browsing by Author "Bor, Abdullah"

Filter results by typing the first few letters
Now showing 1 - 1 of 1
  • Results Per Page
  • Sort Options
  • Loading...
    Thumbnail Image
    thesis.listelement.badge
    Di Çîroka Bilbilê Hizar Awaz de Peyvsazî
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Bor, Abdullah
    Di çîrokek ji herêma çolemêrgê de peyvsazî an dariştina peyvan mijara vê xebatê ye. Di vê xebatê de armanca me di vê çîroka gelerî de lêgerîn û lêkolînek biçûk bikin û vê çîrokê ji aliyê dariştina peyvan ve vekolin. Ji bo vê armancê me pêşiyê mijar di çend pirtûkên rêziman de ber çavan re derbas kir. Ji pirtûkan nîşe girtin,ev nîşe rêz kirin,mînak jî zêde kirin. Kurtebejek diyar kir. Paşê jî di çîroka ku ji aliyê hevalê me yê ezîz ,Omer Dilsoz ve hatiye berhevkirin a bi navê Bilbilê Hizar Awaz de peyv ji aliyê sazbûnê ve ji hev cuda kirin. Di vê cudakirinê de em li ser peyvên pêkhatî û hevdudanî rawestiyan. Çîrokbêjê vê çîrokê Hecî Cebraîlê Gûzereşî ye. Çîrok di sala 2002an de hatiye guhdarkirin û nivîsîn. Di vê çîroka gelerî de gelek bêje wek dewkî hatine nivîsîn ,hinek jî da ku em bikaribin wan ji hêla sazbûnê ve diyar bikin bi awayê nivîskî hatine rêzkirin. Lê belê bi tu awayî me dest neda naveroka çîrokê.