Browsing by Author "Dilek Bilen"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Other Dengbêjî û Dengbêj Hesoyê Şûxê(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Dilek BilenDi çand û hunera kurdan de dengbêj, dengbêjî cihekî giring digire. Lewra dengbêj, fÎlozofê dengê ye. Bi kilamên xwe di nav Kurdan de “bîreke hevpar” pêk aniye. Mîna gelên yê ji berê ve xwedê çanda devkêyekî dewlemend, gelî Kurdan jî xwedê çanda devkiyekî dewlemend e. Veguhêzerê vê çandê yê sereke jî bêguman dengbêj e. Kurd xwedê çandeke dewlemen in. Lê ji bi qasî dewlemendiya dengbêjan gelek dengbêj nayîn naskirin. Sedemên vî yekî cur bi cur in: Siyasî, tinebûna folklorzanan û amûrên teknolojiyê... Dengbêj Heso jî yek ji van e. Ev dengbêj bi kilamên xwe bîra Kurdan ya hevpar û ji dîroka xwe agahdar bûn zîndî girtiye. Lê mixabin ku xeynî herêma xwe gelek nayî nasîn. Bi vê lêkolînê armanca min ev e ku vî dengbêjê hêja û herêma wî bi lêkolîneke akademîk, bidim naskirin. Ji bo vê lêkolînê bi malbat û heyranên dengbêj re hevpeyvîn hatkirin. Teknîkê berhevkirina vê lêkolînê; hevpeyvînên rû bi rû, qeyda dengan, kêşana video û wêneyan e.