Browsing by Author "KARAKAYA, Medya"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Research Project JI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA LATÎNÎZEKIRIN Û ANALÎZKIRINA ÇEND KLAMÊN KIÇAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) KARAKAYA, MedyaKed û xebatên Alexandre JABA, ên li ser folklor û edebiyata Kurdî di warê dîroka edebiyata Kurdî de cihekî pir girîng digire. Bi rîya vê keda ku li ser çanda Kurdî dayî meşandin em xwe digihînin çanda xwe ya berê. Ev keda wî bê hempa û piralî ye. ji ber piraliya wê wekî koleksiyonê tê binavkirin. Heya niha gelek xebat li ser vê koleksîyonê hatine kirin. Û ji koleksîyonê gelek beş hatine laztînîzekirin. Xebatên li ser latînîzekirinê hatinî kirin jî bi mijaran re sînordar mane. Û hej hindek mijar li benda latînîzekirinê mane. Em dikarin bibêjin ku koleksîyona Jaba, hêj bi temamî nehatiye latînîzekirin. Me jî xwast kû ji koleksiyonê çend stranan latînîze bikin da kû rê li ber vê koleksîyonê were vekirin. Ji ber kû gelek kes hene ku dixwazin li ser vê koleksîyonê xebatê bikin lê ji ber destxeta kû pê hatiyî nivîsîn, ji wan re asteng derdikevin holê. Ji ber van sedeman me hewlda û ji koleksîyonê çend stran latînîze kirin. Di latînîzekirinê de hindî ji destê me hatiyî, me xwe li nêzîkî nivîsa eslî girt. Nivîs kevin û ji ya eslî lêzêdekirinek bû, ji ber vê yekê hinek cih nedihatin xwendin. Hinek cih jî dihatin xwendin lê bêwate diman. Û me ew cihên bêwate, bi awayekî texmînî binavkirine. Ji ber van sedeman kesên ji me pisportir û şareza hebin, dikarin serde lêrastkirinekî bikin. Em wê mafi didin wan kesên ji me şareza û pisportir. Ji ber kû armanca me latînîzekirinekî rast e.