Browsing by Author "Mahdi Jafarzadeh"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis ANALÎZA KURMANCIYA DEREGEZA XORASANÊ LI GOR HÊMANÊN ZIMANNASIYÊ(2017) Mahdi JafarzadehEv xebat dixwaze kurdiya kurmancî ya li herêma Deregeza Xorasanê, li gor hêmanên zimannasiyê analîz bike. Kurdên Xorasanê bi devoka kurmanciya bakurî diaxivin. Kurdên wê herêmê li du parêzgehên Xorasana bakurî û Xorasana Rezewî niştecih bûne. Li gor texmînên nefermî nifûsa kurdên wê herêmê ji milyonek kes zêdetir e. Li vê herêmê gelek etnîk weke, kurd, tat, fars, tirk, tirkman û belûç dijîn. Wisa xuya ye ku piraniya van etnîkan ji deverên din hatine û li Xorasanê bi cih bûne. Zêderengiya etnîkî di herêmê de hin bandor li ser zimanê kurdî danîne. Ev xebat dê nîşan bide ku di kurmanciya kurdên herêma Deregeza Xorasanê de ferq û guherînên binyadî di kîjan hêmanên zimannasiyê de zêdetir pêk hatine.