Repository logoGCRIS
  • English
  • Türkçe
  • Русский
Log In
New user? Click here to register. Have you forgotten your password?
Home
Communities
Browse GCRIS
Entities
Overview
GCRIS Guide
  1. Home
  2. Browse by Author

Browsing by Author "Mehmet Emin Demir"

Filter results by typing the first few letters
Now showing 1 - 1 of 1
  • Results Per Page
  • Sort Options
  • Loading...
    Thumbnail Image
    Master Thesis
    ŞÎRET DI HELBESTA KURMANCÎ YA KLASÎK DA: NIMÛNEYA FEQÎYÊ TEYRAN, EHMEDÊ XANÎ, MELE XELÎLÊ SÊRTÎ Û SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ
    (2019) Mehmet Emin Demir
    Dema berhemên edebîyata kurdî ya klasîk tên vekolîn gelek beyt û bendên şîretwer ên cihêreng xuya dibin. Mijara vê xebatê ya sereke li ser gotinên şîretî û dîdaktîk ên di nav helbestên klasîk da cih girtine û armanca vê xebatê jî tesbîtkirina van beyt û bendan û şîrovekirina wan e. Şîretên li ser dîn û tesewif, fanîbûn û demkîbûna dinyayê, cir û exlaqên xweş, dostanî û wefa, rêzên civakî, girîngîya duayan, sebir, perwerdehî, qencî û xîret û hwd. bi gelek mînakan hatine tomarkirin di vê xebatê da. Gelek helbestvanên wêjeya kurdî ya klasîk hene, lê ji bo vê xebatê me çar helbestvan û şeş berhemên wan hilbijartin. Helbestvanê ku bûne mijara vê xebatê û navên berhemên wan ên hatine vekolîn ev in: Feqîyê Teyran (Feqîyê Teyran Hemû Helbest), Ehmedê Xanî (Mem û Zîn, Dîwan û Nûbihara Biçûkan), Mele Xelîlê Sertî (Nehcu’l Enam), Seyîd Elîyê Findikî (Dîwan). Ev xebat ji destpêkê û du beşan pêk hatiye: Di destpêkê da behsa mijar û armanca xebatê, rê û rêbaz, çarçove û çavkanîyên xebatê hatiye kirin. Beşa yekem bi kurtî edebîyata kurmancî ya klasîk, çavkanîyên wê, jîyana helbestvanên ku bûne mijara vê xebatê dihundirîne. Wekî din di edebîyata kurdî ya klasîk da helbesta dîdaktîk û dirokçeya wê ya edebîyata Îslamî ya klasîk da jî, di vê beşê da bi kurtî hatiye nivîsandin. Beşa duyem jî ji şîrovekirina hêmanên şîretî yên ku di berhemên navborî da derbas dibin pêk hatiye.
Repository logo
Collections
  • Scopus Collection
  • WoS Collection
  • TrDizin Collection
  • PubMed Collection
Entities
  • Research Outputs
  • Organizations
  • Researchers
  • Projects
  • Awards
  • Equipments
  • Events
About
  • Contact
  • GCRIS
  • Research Ecosystems
  • Feedback
  • OAI-PMH

Log in to GCRIS Dashboard

GCRIS Mobile

Download GCRIS Mobile on the App StoreGet GCRIS Mobile on Google Play

Powered by Research Ecosystems

  • Privacy policy
  • End User Agreement
  • Feedback