Repository logoGCRIS
  • English
  • Türkçe
  • Русский
Log In
New user? Click here to register. Have you forgotten your password?
Home
Communities
Browse GCRIS
Entities
Overview
GCRIS Guide
  1. Home
  2. Browse by Author

Browsing by Author "Mesut Candan"

Filter results by typing the first few letters
Now showing 1 - 1 of 1
  • Results Per Page
  • Sort Options
  • Loading...
    Thumbnail Image
    Master Thesis
    RÎTÊN DERBASIYÊ LI HERÊMA SÊWREGÊ
    (2019) Mesut Candan
    Sêwreg ji demên kevnare heta îro cihekî taybet e li herêmê. Taybetî û girîngiya Sêwregê ji dîrok, erdnîgarî û çanda wê tê. Sêwreg cih û warê gelek şaristaniyên qedîm bûye û di nava xwe de gelek dîn û mezheb hewandiye. Li ser axa Sêwregê gelên ji hev cuda di nav aşitiyê de jiyane û di çêbûna urf û adetan de karîger bûne. Di paşxaneya her urf û adetê de reng û dirûva gelek dîn, gel û şaristaniyan hene. Mixabin li ser cihekî wisa taybet û girîng xebatên akademîk zêde nehatiye kirin û yên hatine kirin jî bi piranî bi zimanê tirkî hatine kirin. Armanca vê xebatê dagirkirina vê valahiyê ye bi zimanê kurdiya kurmancî. Ev xebat li ser rîtuelên derbasî yên li herêma Sêwregê hatiye kirin. Di vê xebatê de me xwest ku urf û adetên ku li dor rîtên darbasiyê kom dibin, bên berhevkirin, ji bo nifşên nû bên veguhestin û çanda taybet a Sêwregê li nav herêmê bê nîşandan. Ji bo gihîştina vê armancê li navenda Sêwregê û 11 gundên wê de xebata qadê hat kirin. Li gorî agahiyên ku bi dest hatine xistin, urf û adetên ku li dor rîtên derbasiyê kom dibin, li gorî mijarên xwe hatin senifandin û nirxandin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku rol û fonksiyonên rîtan him li ser takekes him jî li ser civakê karîger in. Hat dîtin ku bi saya van urf û adetan endamên civakê bi hestên aîdbûnê bi hev re tên girêdan û ev yek jî civakê li dor hev kom dike. Gelê Sêwregê jî bi hestên aîdbûnê di nav civaka kurd de cihê xwe yê taybet werdigire.
Repository logo
Collections
  • Scopus Collection
  • WoS Collection
  • TrDizin Collection
  • PubMed Collection
Entities
  • Research Outputs
  • Organizations
  • Researchers
  • Projects
  • Awards
  • Equipments
  • Events
About
  • Contact
  • GCRIS
  • Research Ecosystems
  • Feedback
  • OAI-PMH

Log in to GCRIS Dashboard

GCRIS Mobile

Download GCRIS Mobile on the App StoreGet GCRIS Mobile on Google Play

Powered by Research Ecosystems

  • Privacy policy
  • End User Agreement
  • Feedback