Browsing by Author "Ramazan Pertev"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis MÎRSADU’L-ETFAL (ŞAHRAHÊ KÛDEKAN) FERHENGA MENZÛM A KURDÎ-FARISÎ (Vekolîn-Tekst)(2012) Ramazan PertevFerhengên menzûm cureyekî nezmê ne ku di edebiyata rojhilatê ya klasîk de gelek nimûneyên wê hene. Ev berhem bi piranî di pergala perwerdeyiyê ya medreseyan de ji bo ku zarokan hînî zimanên biyanî bikin dihatin amadekirin. Herçend piranî bi du zimanan bin jî awayên wan ên çend zimanî jî hene. Di edebiyata zimanên rojhilatî de, ev tradîsyoneke kevn û berbelav e. Yekem ji nimûneyên ferhengên menzûm ên duzimanî ku tê zanîn Dustûru’l- Luğaya Edib Natanazzi (m.1106) ye ku bi erebî-farisî ye û ji bo ku zimanê erebî hînî farisan bike hatiye amadekirin. Di nîvê sedsala XII.de nivîskarê Îranî, Reşîduddîn Watwatî (m.1182) jî xebateke bi vî rengî amade kiriye. Di edebiyata Islamî de Nisâbu’s-Sibyân a Ebû Nesr Ferâhanî (m.1221) yek ji girîngtirîn ferhengên menzûm ên erebî-farsî ye. Li erdnîgariya Enetolyayê, yekem nimûneyên ferhengên menzûm, bi erebî-farsî bûn. Nimûneya pêşî ya ku tê zanîn Zuhretu’l-Edeb a Şükrüllah e ku di sala 1242an de hatiye nivîsîn. Wek yekem nimûneya erebî-tirkî ya di vî warî de Luğat-i Ferişteoğlu ya Abdullatif bîn Melek tê qebûlkirin. Wî ev berhema xwe di sala 1392an de nivîsandiye. Di warê farsî-tirkî de yekem nimûneya vî cureyî di sala 1400an de bi navê Tuhfe-î Husamî ji aliyê Husam bîn Hesen ve hatiye nivîsîn. Di nav ferhengên menzûm ên farsî-tirkî de berhema ku herî tê naskirin Tuhfe-î Vehbî ya Sünbülzade Vehbî (m.1809-10) ye. Ev behrem di navbera salên 1798-1909an de 58 caran hatiye çapkirin. Ev yek jî girîngiya berhemên vî cureyî nîşanî me dide. Di nav ferhengên menzûm ên farsî-tirkî de yek ji berhemên ku pir tê naskirin Tuhfe-i Şahidî an jî Luğat-i Şahidî ye ku ji aliyê Şahîdî Îbrahîm Dede (m.1550) ve hatiye nivisin. Li gor agahiyên li ber dest, di edebiyata kurdî ya klasîk de heta niha herî kêm çar ferhengên bi vî awayî hene. Ji sedsala XVII. vir de, di her sedsalê de ferhengeke menzûm a bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn. Di edebiyata kurdî ya klasîk de tradîsyona ferhengnivîsiya menzûm ji aliyê Ehmedê Xanî, di sala 1683yan de bi Nûbehara Biçûkan dest pê kiriye. Gulzar ji aliyê İsmaîlê Bazîdî (1655-1710) hatiye nivîsîn ku bi kurdî-farisî-erebî ferhengeke sêzimanî ye. Luxetnameyî Ehmedî ya Şêx Marûfê Nodeyî ku kurdî(soranî)-erebî ye di sala 1790an de hatiye nivîsîn. Xeleka dawî ya vê tradîsyonê ferhenga menzûm Mîrsadu’l-Etfal e ku bi kurdî-farsî ye û ji aliyê Şêx Mihemed Kerbelayî ve di sala 1912an de hatiye nivîsîn. Di vê xebatê de me di peywenda ferhengnivîsya menzûm a kurdî de berhema Şêx Mihemed Kerbelayî ya Mîrsadu’l-Etfalê ji aliyên teşe û naverokê ve vekoland û piştre me teksta kurdo-erebîk latînîze kir. Ev xebat ji destpêkek, sê beş û ferhengekê pêk tê. Di destpêkê de bi awayekî giştî pênasên ferhengên menzûm, taybetiyên wan ên hevpar û giştî, di zimanên rojhilatî de tradîsyona ferhengnivîsiya menzûm û di edebiyata kurdî ya klasîk de kurtemêjûya ferhengnivîsiya menzûm hatine vekolîn. Di beşa yekem de bi awayekî giştî agahiyên der bareyê jiyana Şêx Mihemed Kerbelayî, taybetiyên heyama wî û medreseya Aqtepeyê de hatine dayîn. Her wiha berhemên wî hatine danasîn. Di dawiya beşê de di ferhengnivîsiya menzûm a kurdî de cih û girîngiya Kerbelayî û Mîrsadu’l-Etfalê hatiye vekolîn. Di beşa duyem de ji aliyên teşe, naverok û ziman ve, analîza Mîrsadu’l-Etfalê hatiye kirin. Ji aliyê teşeyê ve, menzûmbûna wê, li gorî beşan awayên wê yên nezmê, pergala behr, kêş, qafiye û hin hunerên vegotinê hatine ravekirin. Ji aliyê naverokê ve, bi rêbazên pedagojîk mijarên ferhengê li ser binbeşên curbicur hatine dabeşkirin. Ji aliyê ziman ve jî, hin mijarên zimanî û rêzimanî hatine vekolîn. Di beşa sêyem de pêşî, taybetiyên “nusxeya daner” hatine danasîn. Piştre li gor vê nusxeyê, metna kurdo-erebîk hatiye latînîzekirin. Ji bo ku xwendevan bi hêsanî bêjeyên kurdî û farsî ji hev derxin me bêjeyên kurdî stûr, bêjeyên farsî jî îtalîk nîşan dan. Ev awa di temamê mînakên nav tezê de jî hat bikaranîn. Bêje û qertafên ku ne ji ferhengê bûn, me wekî xwe hîştin. Di beşa encamê de piştî lêkolîn û lêgerînên me yên li ser berhemê, daneyên ku me tesbit kirin, nivîsandin. Di dawiyê de me ferhengeke kurdî-farsî-tirkî ya sêzimanî amade kir. Bi vî awayî me xwest ku edebiyatzan û lêkolînêr bi hêsanî sûd jê wergirin. Di pêvekan de me hin belgeyên girîng ên bi mijarê ve eleqedar bi cih kirin.