Browsing by Author "SHIVAN MOHAMMED ABDULQADER"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Rollî Gîreka di Pollguhorîna Peyvê da di Kirmanciya Serî (Devoka Behdînan) da(Mardin Artuklu Üniversitesi Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) SHIVAN MOHAMMED ABDULQADER“Rola Gireyan Di Polguherîna Peyvê De” Di vê xebata bi navê “Rola gireyan di polguherîna peyvê de” rêbaza şayesandinê hatiye bikaranîn. Ji xeynî pêşgotin û encamê lêkolîn ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de em li ser mijarên wek cureyên peyvê, senifandina peyvê, di pêvajoya dîrokî ya zimannasiyê de polînkirina peyvê, polguherîna peyvê di nav hevokê de, li gorî nêrîna zimannasên kurd cureyên peyvê û ji aliye binyadê ve cureyên peyvê rawestiyan. Di beşa duyem de jî em li ser van mijaran sekinin: gire, taybetmendiyên gireyan, fikr û ramanên zimannasên biyanî derbareyê gireyan de, nêrînên zimannasên kurd derheqê gireyan de, cureyên morfemê, gireyên dariştinî, gireyên rêzimanî, ji aliye erkê ve gire, taybetmendiyên gireyên dariştinî û erkên wan, pêşgir, paşgir, (confiks, infiks), gireyên ku dikevin nava peyvan û diyardeya infiksê di kurdî de. Di beşa sêyem de mijarên wek bûyera polguherînê û bandora gireyan li ser polguherîna peyvan (navdêr, hevalnav, lêker û hoker) hatine vekolîn û derheqê wan de agahî û mînak hatine dayîn. Di encama vê xebatê de me dît ku bi bandora gireyan cureyên peyvan diguherin. Ango me tesbît kir ku gire li ser navdêr, lêker, hevalnav û hokeran guherîn çê dike û kategoriya wan diguherîne.