Repository logoGCRIS
  • English
  • Türkçe
  • Русский
Log In
New user? Click here to register. Have you forgotten your password?
Home
Communities
Browse GCRIS
Entities
Overview
GCRIS Guide
  1. Home
  2. Browse by Author

Browsing by Author "Sadettin BATUR"

Filter results by typing the first few letters
Now showing 1 - 1 of 1
  • Results Per Page
  • Sort Options
  • Loading...
    Thumbnail Image
    Other
    LATÎNÎZEKIRINA “KİTABÛ NUZHETU’NNUFÛS” A MELE MIHEMED NURÎ (BEŞ I.)
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) Sadettin BATUR
    Wekî ku di hemû Nesîhetnameyan de armanc û nîyet şîretdayîn e, di berhema me ya bi navê Kîtabû Nuzhetu’n-Nufûs a Mele Mihemed Nurî de jî armanc û nîyet şîretdayîn e. Nivîskar bi awayekî hosteyî û bi zimanekî rojane û edebî dixwaze mijara xwe bi xwendevanan bide fêhmkirin. Nivîskarê berhemê Ewladê Resûl Seyyîd Mele Mihemed Nûrî ji gundê Mîrzebegan e.Navê bavê wî Mele Evdila ye. Di sala 1894’an de li gundê Sînanê ku li rojavayê Êlihê dikeve ji dayik bûye. Li medreseyên wek Sînanê,Dîyarbekirê,Gozelşêxê,Cirzê û Dêrika Çîyayê Mazî xwendiye.Seyda ‘umrê xwe di medreseyan de bi perwerdeya feqîyan û mutala’a kitêbên ‘ilmî de derbas kiriye. Li gelek cîyan melletî kiriye. Yek ji van cîyan jî Hecî’îs e ku girêdayî Dîyarbekirê ye. Seyda li vir 50 sal meletî kirîye. Di sala 1977’an de li vî gundî wefat kiriye û li goristana Seyfulmulûk medfûn e. Gelek kitêbên bi wezin nivîsîne. Navên çend berhemên wî ev in: Kîtabul ‘Îsra-î Wel Mî’rac,Nuzhetu’n-Nufûs,Durril Yetîm,Dîwan û kitêba fiqhî ya li ser mezhebê Îmamê Şafi’î. Berhema Nuzhet’n-Nufûs ku me li ser xebat kiriye kitêbek nesîhet û şîretê ye. Seyda di 1960’î de ev berhema menzûm qedandiye. Berhem di sala 2004’an de ji hêla Zeynelabidîn Amidî ve li Çapxaneya Diyarbakır Söz’ê hatiye çapkirin. Bi kurtî mijara berhemê ev e: Lehengê sereke yê berhemê Tacir ‘Elîyê Hesen, guh li wesiyeta bavê xwe nake û bi mirovên nebaş re hevaltîyê dike û dikeve nav têkilîyên bêkêr. Lê wekî her tim dawîya van hevaltî û têkilîyên bi mirovên nebaş û bêkêr re poşmanî ye, aqûbeta ‘Elî jî tije poşmanî û perîşanî ye. Ne tenê ‘Elî, malbata wî jî ji vê perîşanîyê têra xwe par digire. Piştî perîşanî û poşmanîyan, bi emrê Xwedayê Te’ala, bi alîkarîya dostê bavê xwe û bi navbeynkarîya cin û perîyan dawî li perîşanîya ‘Elî û malbata wî tê.
Repository logo
Collections
  • Scopus Collection
  • WoS Collection
  • TrDizin Collection
  • PubMed Collection
Entities
  • Research Outputs
  • Organizations
  • Researchers
  • Projects
  • Awards
  • Equipments
  • Events
About
  • Contact
  • GCRIS
  • Research Ecosystems
  • Feedback
  • OAI-PMH

Log in to GCRIS Dashboard

GCRIS Mobile

Download GCRIS Mobile on the App StoreGet GCRIS Mobile on Google Play

Powered by Research Ecosystems

  • Privacy policy
  • End User Agreement
  • Feedback