Browsing by Author "Tan, Sami"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis DU XEBATÊN DESTPÊKÎ YÊN BI ÎNGILÎZÎ YÊN RÊZIMANA KURMANCÎ: ANALÎZEKE ZIMANZANÎ Û RÊZIMANÎ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Tan, SamiYekemîn pirtûka rêzimanê ji hêla Panînî ve li Hindistanê hatiye nivîsandin û li Ewropayê jî yekemîn pirtûka rêzimanê ji hêla Dionysius Thrax (B.Z 170-90) ve hatiye nivîsandin. Yekemîn berhema rêzimanê ya bi zimanê kurdî bi navê Serfa Kurmancî di sedsala 17an de ji hêla Elîyê Teremaxî ve hatiye nivîsandin. Di vê berhemê de Elîyê Teremaxî rêzimana erebî bi kurmancî rave dike. Yekemîn berhema ku ji hêla ewropîyan ve hatiye nivîsandin Grammatica e Vocabulario Della Lingua Kurda (Rêziman û Ferhengoka Zimanê Kurdî) ye ku di sala 1787an de ji hêla Garzoni ve bi îtalî hatiye nivîsandin. Piştî berhema Garzoni, xebata Rhea ya ku tevî xebata Jardine bûne mijara teza me tên. Her wekî me li jor jî da zanîn, mijara vê tezê rêzimana kurmancî ye. Di vê tezê du xebatên destpêkî yên rêzimana kurmancî ku bi zimanê îngilizî hatine nivîsandin; bi nêrîneke zimanzanîya giştî hatine analîzkirin. Navê xebata yekemîn a ku bûye mijarê tezê, The Brief Grammar and Vocabulary of The Kurdish Language of The Hakari District (Kurteyek ji Rêziman û Ferhengoka Zimanê Kurdî ya Herêma Hekarî) ye ji hêla Samuel A. Rhea hatiye nivîsandin û ku di sala 1869an de di kovara Journal of the American Oriental Society de wekî gotar hatiye weşandin. Her çî xebata duyemîn e, ji peywirdarê rêveberîya mandatîya îngilîz ê li Iraqê serpelê îngilîz R. F. Jardine ve hatiye nivîsandin. Ew xebata bi navê Bahdinan Kurmanji a Grammar of The Kurmanji of The Kurds of Mosul Division and Surrounding Districts of Kurdistan (Rêzimana Kurmancîya Kurdên Parêzgeha Musil û Herêmên li Derdora Wê yên Kurdistanê) di sala 1922yan li Bexdayê hatiye çapkirin. Ev her du xebat ji ber girîngîya xwe ya dîrokî û ji ber ku xebatên qadê ne, bûne mijara teza me. Li ser bingeha analîza rêzimanî û zimanzanî ya van her du IV berheman di vê tezê de hewl hatiye dayîn ku bi zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) çarçoveyeke nû ji bo rêzimana nûjen a kurdîya kurmancî were danîn.