Tezler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10329
Browse
Browsing Tezler by Publisher "Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 15 of 15
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis 15 DEYÎRÊ (KLAMÊ) ÇEWLÎGÊ,VATEYÊ Û HÎKAYEYANÊ ÎNAN SERO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Yolcu, Ahmet NuriNa xebate de, ma mûzîk çinayo û taybetmendîye mûzîk çinayo? sero etûde xo kenê û 15 deyîrî Çewlîgî yê Zazakî pê vateyê û hîkayeyanê înan tehlîl kene. Ma xebatê xo de pêcigêrayîşane wareyan kesane xûsûsan, meqaleyan û çend kitaban ra îstîfade kerdî. Vêrcû zazakî de tenya edebîyatê fekî averşîyîbî, seba ney muzîk hîkayeyan de, sanikan de, çibenokan lezvateyan de tim û time estbîyo. Na xebat de zî armanc deyîranê çewlîg ra varyantanê înan ke nênûsîyayê înan mojnayîş û behsê hîkayeyanê înan kerdişo.Master Thesis Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Birgün, ArgeşEv xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.Master Thesis Dorûverê Gêlî ra Des Estanikî(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Biçer, ÖmerAmancê na xebate top kerdişê estanikanê kirmanckî yo. Na xebate de des estanikî estê. Mi nê des estanikî dewa xo ra kom kerdî. Mi nê estanikî zafane maya xo ra arê kerdê. Mi vengê maya xo bi telefonî qeyd kerdine û dima estanikî ke maya mi vatinê, mi înan goşdarî kerdine û nuştînî. Semedê ke maya mi êdî extîyar bîya taye estanikî xo vîr ra kerde bî û nêmcet vatinê. Aye estanikî ke nêmcet mi ra vatê, mi bi ardimkarîya waya xo temam kerdî. Weyta de çîyêk muhîm esto, lazim o ke ez vaca maya min kurmanc a. Nê estanikî ke mi nuştê wextêk maya mi şenik bîya bawkalê mi, derê vatê. Dima maya mi bi pîyê de zewîcîyêna kirmanckî bander bena. Wextêk ma şenik bîyê maya mi zî ma rê bi kirmanckî vatinê.Master Thesis EFSANEYÊN HERÊMA AMEDÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Bozkurt, HalimeDi vê projeyê de efsaneyên navend û navçeyên Amedê, ji vegêranan hatine guhdarkirin û qeydkirin. Di vê xebatê de 57 efsane bi hevpeyvînê hatine berhevkirin. Piranîya efsaneyan bi kurdî hinek jî bi tirkî hatine qeydkirin. Sedama qeydkirina bi tirkî ev in: nezanîna bi kurdî yan yan jî xwe baştir îfadekirina vegêranan bû û wekî din nezanîna min a zaravayê zazakî ye. Di vê xebatê de amanc ev e ku efsaneyên navend û navçeyên Amedê bê berhevkirin, qeydkirin, li gor navend û navçeyan bê senifandin û ev efsane bi gelemperî li ser çi ne yan li ser kê ne bên tesbîtkirin. Proje bi destpêkê û bi sê beşên sereke pêk tê. Di destpêkê de amanc û çarçoveya projeyê hatiye vegotin. Piştre agahiyên metod û çavkaniyên projeyê hatine dayîn. Di beşa yekem da li ser pênaseya efsaneyê û taybetmendiyên efsaneyê hatiye sekinandin. Di beşa duyem da li ser danasîna Amedê û di dîrokê de li ser Amedê hatiye sekinandin. Di beşa sêyem da li ser efsaneyên navenda Amedê û efsaneyên navçeyên Amedê hatiye sekinandin.Master Thesis EFSANEYÊN LI GUNDÊ SELETA JORÎN A BISMILÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Subaşı, KenanEfsane yek ji berhemên devkî yê gelêrî ye. Gelek pênaseyên efsaneyan hene û gava mirov li van pênaseyan dinêre, mirov giştî van taybetîyên efsaneyan dibîne: Efsane dikarin di demeka dûr da an demeka nêzîk da biqewimin; di gel ku bûyerên efsûnî tê da hene, ji hêla civakê ve rast tên qebûlkirin; Efsane dikarin li ser kesan, cihan, xweda û xwedawendayan bin; Efsane wekî bersiva pirsekê an çareserîya pirsgirêkekê ne. Ef-sane heta sedsala 19. di nava cureyên din ên vegotinên gelêrî, wekî cureyekî serbixwe nehatîye lê efsaneyan hertim di jîyana mirovan da cih girtîye. Lewra cihê ku mirov lê dijîn hertim hewcedarî ji bersiva pirs û meraqên li ser kevirekî, çîyayekî, dareka eceb, nexweşîyekê û bûyereka efsûnî hwd. çê dibe. Ev bersiv jî efsaneyan diafirînin. Wekî her civakê, li Gundê Seletê jî efsane hene ku mirov jê bawer dikin. Gava ku hewce dike kesên ku bi efsaneyan dizanin wan li derdora xwe belav dikin. Di vê xebatê da 21 efsaneyên Gundê Seleta Jorîn hatine tomarkirin, dabeşkirin û senifandin.Master Thesis EFSANEYÊN LI GUNDÊ XIRABÊ SOSINA YÊ HEZEXÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Akın, AtaEfsane, cûreyek ji vegeranên gelêrî ye. Efsane di jiyana gel de cihekî taybet digirin. Efsane ji heyamên bere heta bi roja me hatine. Mîna pirrekê, nifşen kevn û nifşên nû bi hev ve girê dide. Efsane di zimanên Ewrûpî de weke “legend” tê zanîn. Efsane ne çîrokên tewşo mewşo ne. Efsane di heman deme de bawerî ye û rastî ye. Di her civakê de efsane tên gotin. Wekî her civakê li gundê Xirabê Sosina jî gelek efsane tên gotin. Em jî di vê xebatê de li ser efsaneyên ku li Xirabê Sosina tên gotin sekinin. Wekî her deverê cîhanê Xirabê Sosina jî ji aliye efsaneyan ve cihekî dewlemend e. Me xebata xwe li ser sê beşên bingehîn ava kir. Di beşa yekem de me di derbarê Xirabê Sosina de agahî dan. Di beşa duyem de em li ser pênaseya efsaneye, avabûna efsaneye, fonksîyonên efsaneye, xebatên li ser efsaneye û beşên efsaneye sekinin. Di beşa sêyem de jî me deşîfrasyona deh heb efsaneyên li Xirabê Sosina hatine berhevkirin, kir. Di encama xebata xwe de me dît ku li Xirabe Sosina pir efsane li ser Girê Êlim he-ne. Efsaneyên li ser Girê Êlim hemû taybetiyên efsaneyên gerdunî di xwe de di-hewînin. Li Xirabê Sosina 11 heb efsane hatine tomarkirin. Ji efsaneyên ku hatine to-markirin, 1 heb (Pepûk) jê efsaneya gerok e; 10 heb jî efsaneyên herêmî ne. Pirraniya efsaneyên hatine tomarkirin li ser zîyareta/tirbeya ne. Di efsaneyên hatine berhevkirin de pêkera herî xurt bawerî ye. Dîsa hat dîtin ku çavkanî, efsaneyan wekî çîrokên bere-dayî nabîne. Bi rastî û bi dil û can bawer dike. Ji efsaneyan bawer nekirin guneh e.Master Thesis EFSANEYÊN LI HERÊMA HEKARÎYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Subaşı, KenanEfsane, ew hîkaye ne ku di derbarê; mirov ajel, riwek, heyînên derasayî, şaristan, rûdanên dîrokî, heyberên bêrih û hwd. de tên gotin. Me jî di vê xebata xwe de behsa hin efsaneyên herêma Hekarîyê ku mijarên wan curbicur in kiriye. Jimara efsaneyan bi giştî bîst û yek in. Ji van efsaneyan gelek bi rêya hevpeyvînê hatin berhevkirin. Berhevkirina efsaneyan jî bi rêya qeydkirina dengên vegêran çêbû. Amanca vê xebatê berhevkirina efsaneyên li herêma Hekarîyê û polînkirina wan e. Ev xebat ji destpêk, encam û ji sê beşan pêk hatiye. Di destpêkê de em li ser amanc, çarçove, sînorên xebatê, rê û rêbazên xebatê sekinîne. Di beşa yekem da em li ser pênase û hin xususîyetên efsaneyê, xebatên li ser efsaneyê û têkiliya efsaneyê bi vegêranên din re sekînîne. Di beşa duyem de jî em li ser hin taybetîyên herêma Hekarîyê û kurteya dîroka Hekarîyê sekinîne. Di beşa sêyem de ew dengên qeydkirî hatin deşîfrekirin û di gel agahîyên derbarê vegêran li xebatê hatin zêdekirin. Di encamê de polînkirina wan efsaneyên berhevkirî hat kirin.Master Thesis EFSANEYÊN LI HERÊMA HEZEXÊ (GUNDÊ BABEK-RÎZOK-HEDIL-BASIBRÎNÊ)(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bağı, HakimEfsane di nav zanista folklorê da yek ji cureyên vegêrana gelêrî ye. Di efsaneyan da bawerî xala mutleq e. Efsane rast nebin jî bi wan wisa tê bawerkirin ku rast in. Îcar der-barê cih, kesayet, bawerî, rabûn û rûniştin û heyînên derasayî da efsane di nav Kurdan da jî hatine gotin. Di vê xebatê da me jî nêzî deh efsaneyên li herêma Hezexê, xisûsen li gundê gundê Babek, Rîzok, Hedil û Basibrînê li gorî rêbaza berhevkarîya keresteyên folklorê ya Kenneth S. Goldstein berhev kirin. Ji bilî berhevkarîya efsaneyan me di vê xebatê da beşekê behsa efsane û pênaseya wê kir û di beşa duyem da jî me qala gundê Babek, Rîzok, Hedil, Basibrîn, Zengilok û Xirabê Sosina kir ji aliyê erdnîgarî, nufûs û aborîyê ve. Di encamê da em gihiştin wê qenaetê ku efsaneyên me berhevkirî bi piranî derbarê cih û kesayetên pîroz da ne. Ev jî nîşanî me dide ku kesayet û cih du diyar-deyên pîroz û pêbawer in ji bo Kurdên li herêma Hezexê.Master Thesis JI ALIYÊ TEŞEYÊ VE ANALÎZA QEWLÊRKÊN EVÎNÎYÊ YÊN GUNDÊ HÊRHÊRIYÊ(Çaylarbaşi/SÎVEREK)(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Soruci, AhmetEm di vê xebatê de li ser yek ji cureyên edebiyata devkî rawestiyan ku ew jî delal in ku bi gelemperî ev helbestan re ewlêrk tê gotin. Qewlêrkên hatine berhevkirin ji gundê Hêrhêriya Sêwregê ye ku navê wê ya fermî Çaylarbaşi ye. Me di vê xebatê de xwest ku qewlêrkên vî gundî were tomarkirin û ji alîyê teşe û naverokê ve were hilsegandin. Bi vî hawî me armanc kir ku mînakên vê cureyê were qeydkirin. Ev xebat ji destpêkek, sê beş û encamekê pêk tê. Di beşa yekem de wek cureyeke edebiyata devkî qewlêrk hatiye nasandin. Di beşa duyem de qewlêrkên ku hatine berhevkirin, hatine nivîsin. Di beşa dawî de jî qewlêrkê berhevkirî ji alîyê teşe û naverokê ve hatine hilsegandin. Di encamê de hat dîtin ku ev qewlêrk ji alîyê teşe û naverokê ve taybetîyên cureya qewlêrkê dihewînin, bi hêma û mijarên xwe raman û hestên gelê kurd nîşan didin.Master Thesis LATÎNÎZEKIRINA DÎWANÇEYA MELA MIHEMÊ TAJDÎN(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Dervişoğlu, AbdulkerimMijara vê projê latînîzekirina helbestên Mela Mihemê Tajdîn e. Armanca xebatê ew e ku helbestên bi tîpên erebî hatiye nivîsandîn, bî tîpên latinî bên wergerandin da ku hemû xwendevan bikarbin bixwînin. Armanca me ya din ji ew e ku em helbestan veguherînî medyaya dijîtal, bi vî awayî biparêzin û nehêlin wenda bibin. Ev xebat du beşan pêk tê. Beşa yekem de jiyana Mela Miheme Tajdîn bi kurtasî hatiye nivîsandin. Di beşa duyemîn de jî helbestan Mela, bi tipên latînî hatiye dayîn. Mijara helbestên mela bi gelemperî mirin, tirsa ji Xwedê, fanibûna dinyayê û veqetîn e. Carinan ji rexne li jiyana mirovan tê kirin. Helbestên xwe bi devoka herema Şirnexê û bi zaravayê kurmanciya îroyîn nivîsandiye.Master Thesis Latînîzeya “Dîwana Karçikanî” ya Mela Enwerê Ovanisî(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Bişaroğlu, SeherMela Enwerê Ovanisî yê Karçikanî di sala 1951ê de li gundê Ovanisa Tetwana Bedlîsê hatiye dinyayê. Bi salan li gundên Wanê û li Edeneyê melatî kiriye û di medreseyan de feqî perwerde kirine. Mela Enwer jî bi terza klasîk dîwançeyeke helbestan nivîsîye. Di vê xebatê de li ser latînîzekirina Dîwançeya Mela Enwerê Ovanîsî yê Karçikanî hat rawestan. Dîwana Mela Enwer berîya niha bi awayekî amatorî bi tîpên Erebî hatiye çapkirin. Lê heta niha bi tîpên Kurdî-latînî nehatiye nivîsîn. Herwiha heta niha di lîteratura Kurdî de Mela Enwerê Ovanîsî yê Karçikanî û berhemên wî nehatine nasîn. Di vê xebatê de bi kurtasî jîyana Mela Enwer hate dayîn û dîwançeya wî jî bi herfên transkirîpsîyonê hatiye latînîzekirin.Master Thesis LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, EyüpDi vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, CennetEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendên wan ji hev cuda ne. Me bi rêya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi rêya çavdêriyê jî heşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û curbicuriya gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e.Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amûrên dijîtal, tevgerên malbatan,Pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherînalîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Çelik, CennetEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendê wan ji hev cuda ne. Me bi riya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi riya çavdêriyê jî hêşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku li bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e. Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amurên dijîtal, tevgerên malbatan, pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherîna lîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.Master Thesis Surrealîzm di Çîrokên Helîm Yûsiv de(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Keskin, GülbaharSurrealîzm rêbazeke ku di serê sedsala XXan de li Fransayê derketiye û wekî bizavekê hatiye sazkirin. Surrealîzm ji peyva surreel (derî rasteqînê) hatiye dariştin ku ev peyv bi Fransî ye. Otomatîzma giyanî ya xwerû ye ku armanc ew e ku bi riya gotin an nivîsandinê xebatên rasteqîn ên ramanê derbixe meydanê. Bi guherînên rewşa dinyayê di edebiyat û hunerê de jî guherîn çêdibin. Hin rêbaz cihê xwe didin rêbazek din. Surrealîzm jî piştî dadaîzmê derdikeve meydanê. Pêşengên vê rêbazê bi manîfestoyekê surrealîzmê îlan dikin û bi demê re di edebiyatê de bi piranî jî di helbestan de, di wêne, şano û sînemayê de berhemên surreal tên çêkirin. Di roja me de di hunera wêne û sînemayê de hêmanên surreal pirtir tên bikaranîn. Di edebiyata kurdî de jî em di metnên hin nivîskaran de rêçên surrealîzmê dibînin. Ji wan nivîskaran yê ku berhemên wî ji aliyê surreal ve li pêş in Helîm Yûsiv e. Helîm Yûsiv çîroknûs û romannûsekî ku di sala 1991an de berhema xwe ya yekem dide, di metnên xwe de pala xwe dide binhişî û zarokatiya xwe. Yûsiv di nivîsên xwe de hêmanên surreal wekî derasayîbûn, guherîn/metamorfoz, derhişîtî, dînîtî, xewn û xeyal û berevajîbûnê pir bikar tîne ku ev taybetmendiyên esasî yên vê rêbazê ne. Di xebatê de piştî pênaseya rêbaza surrrealîzmê danasîna nivîskar hatiye kirin. Derketina vê rêbazê û dîroka wê bi sedemên bingehîn hatine ravekirin. Pêşeng û nunerên surrealîzmê û rê, rêbaz û teoriyên ku ji aliyê surrealîstan ve hatine bikaranîn di binbeşa pênaseya surrealîzmê de hat zelalkirin. Berhemên Helîm Yûsiv yên çîrokan hatin lêkolînkirin û çîrokên ku hêmanên surreal dihewînîn hatin diyarkirin. Çîrokên ku hêmanên surreal dihewînin bi taybetmendiyên xwe di çarçoveya hêmanên vê rêbazê de hatin nîşandan û şîrovekirin.
