Kürt Dili ve Kültürü ABD
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/184
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD by Publisher "Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 5 of 5
- Results Per Page
- Sort Options
Other DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞEv xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.Other DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng ÖzmenFêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.Other JÎ ALÎYÊ USLÛB Û NAVÊROKÊ VE NÎRXANDÎNA MEWLÛDA MELA MUHAMMED EMÎNÊ HEYDERÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Ergin, MuzafferDi vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî (kurmancî) Mewlûda Mele Muhammed Eminê Heyderî hatiye kirin. Mewlûda Heyderî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr’anê zarok hînê mewlûda wî dibin û Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin, ji ber vê di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Heyderî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di xebatê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Heyderî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Heyderî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn.Research Project LI HERÊMA KERBORANÊ ÇANDA ZÊWÊ Û EFSANEYÊN KU LI SER ZÊWAN TÊN VEGOTIN: ZÊWA ŞÊX MOMINA Û ZÊWA ŞÊX MEHMÛR(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çetinkaya, MızginZêw, ji wan merasîman re tê gotin ku bi amanca bîranîna kesayetên dînî, salê carekê bi şêweya mihrîcana gel li ser gorên wan tên lidarxistin. Rîtûelên zêwêji bo xurtkirina hezkirinê ya di navbera însanan de û di parvekirina jiyaneke hevpar a civakî de roleke pir giring dilîzin. Ev kevneşopî bêhtir li herêma “Torê” berbelav e. Ev rîtûelên wek festîvalan heta salên 90î jî bi kêf û coş dihatin lidarxistin û pîrozkirin lê di roja me de ev çanda qedîm qels bûye û hêdî hêdî tê jibîrkirin. Lê hebûna efsaneyan sedema nejibîrkirina vê kevneşopîyê ye. Li herêma Kerboranê ji bo wan kesên ku her sal zêwa wan tê lidarxistin gelek efsane tên gotin, ji ber vê jî Kerboran yek ji wan deveran e ku çanda zêwê her çiqasî hêza wê kêm bûbê jî hîn jî pir berbelav e. Ji ber vê yekê,em di vê xebatê de li ser zêwên li herêma Kerboranê sekinîn û heta ji destê me hat me ew efsaneyên ku tên vegotin berhev û deşîfre kirin. Xebata me ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de, em li ser dîrok û taybetîyên herêma Kerboranê sekinîn ji ber ku sînorê xebata me herêma Kerboranê bû. Di beşa duyem de em li ser pênaseya têgihên efsane û zêwê sekinîn û heta ji destê me hat me pêwendîya di navbera wan de rave kir. Di beşa sêyem û dawî de jî me behsa Zêwa Şêx Momina û Zêwa Şêx Mehmûr kir û efsaneyên ku derbarê wan de tên vegotin nîşan dan. Dawîyê jî me xebata xwe bi encam û nîşandana çavkanîyan qedand. Di dawîya vê xebatê de em gîhaştin vê encamê; efsane pêşî li ser kesên pîroz hatine vegotin lê paşî bi belavbûna wan a di navbera gel de bûne sedema derketina çanda zêwan û bi berbelavbûna vê çandê re efsaneyên nû nizilîne û me dît ku carinan van efsaneyan forma xwe guhertine û bûne çîrok.Research Project UNSÛRÊN TEBÎETÊ DI DÎWANA WEDA’Î DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Taş, HasanTabiat ve tabiata dair bütün unsurlar geçmişten günümüze dek insanların yaşamında önemli bir yer edinmiştir. Doğa ve doğaya ait birçok unsur yazar ve şairlerin de dikkatini çekmiş ve şairler eserlerine bu tabiat unsurlarını yansıtmıştır. Bu çalışmanın amacı Weda’i’nin şiirlerinde tabiat ve tabiat unsurlarının yansımalarını göstermektir. Bu amaç doğrultusunda ele alınan şiirler taranmış ve bu şiirler içerisinde yer alan tabiat unsurları tespit edilmiştir. Tespitedilen tabiat unsurlarının hangi şekillerde şiirlere yansıdığı ele alınmış ve açıklanmıştır. Çalışmamız sonucunda tabiat ve tabiat unsurlarının Weda’î’nin şiirlerde yerinin azımsanmayacak kadar fazla olduğu ortaya çıkarılmıştır.
