Tezler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10329
Browse
Browsing Tezler by Subject "15. Yüzyıl"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis WELIYÊN KURD DI NEFAHATU’L-UNSÊ DE(2019) Mehmet Emin Cırık; Cırık, Mehmet Emin; Vali, ShahabTesewwuf û mijarên têkildarî wê di dirêjahiya dîrokê de bala gelek vekoleran, bi taybet rojhilatnas û vekolerên ku li ser dîn û baweriyên rojhilatê dixebitin, kişandiye ser xwe. Yek ji wan hêlan mijara tesewwufa di nava kurdan de û weliyên kurd e. Hin xebat di vî warî de hatine kirin, lê dîsan jî têr nakin. Ji bo vê yekê mirov dikare serî li klasîkên tesewwufê bide. Gelek klasîkên erebî û farisî li ser tesewwuf û ewliyayan û menqebeyan hene. Yek ji wan klasîkan berhema bi navê Nefahatu‟l-Uns min Hezerati‟l-Quds a Nûreddîn Ebdurehmanê Camî (k. d. 898/1492) ye ku di sedsala 15an de bi zimanê farisî hatiye nivîsansin û tê de qala 618 weliyan û menqebeyên li ser wan hatiye kirin ku 34 jê jin in. Di nava vê berhemê de navên gelek weliyên kurd jî tên dîtin ku xebata me ya sereke li ser wan e. Eger ev berhem û weliyên kurd ên ku navên wan tê de hatine, baş bên vekolîn, bersivên gelek pirsên li ser hêla qalkirî dikarin bên dîtin û heta bigire gelek mijarên têkildarî dîrok, edebiyat, çand û bîr û baweriyên kurdan jî ron bibin. Armanca vê xebatê, diyarkirin û tespîtkirina weliyên kurd û menqebeyên wan di Nefehatu‟l-Uns a Nûreddîn Ebdurahmanê Camî de ye ku dikare di gelek warên cuda de bi kêrî kurdologan bê.
