Lêkolîneke Toponîmîk: Awayên Navlêkırına Cıh û Waran û Teşeyên Erdnıgarîyê lı Devera Xursê
dc.contributor.advisor | Aslan, Mustafa | |
dc.contributor.author | Subaşı, Sevim Uluç | |
dc.date.accessioned | 2025-04-16T00:54:09Z | |
dc.date.available | 2025-04-16T00:54:09Z | |
dc.date.issued | 2025 | |
dc.department | Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü / Kürt Dili ve Kültürü Ana Bilim Dalı | |
dc.description.abstract | Di vê xebatê de di çarçoveya toponîmîyê de em li ser navlêkirinên cih û warên devera Xursê rawestiyan. Me gundên devera Xursê ku girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye û awayên navlêkirina van gund û teşeyên erdnigarîya li wir bi awayekî toponîmîk, coxrafîk, etnoxrafîk û dîrokî nirxand. Di vê xebata xwe de me awayên navlêkirinên dozdeh gundên devera Xursê û teşeyên erdnîgarîyê li gor cure û taybetmendîyên pêkhatinên toponîmîyê rave kirin û da ber çavan da ku em bizanin niştecihên ku li van deveran jiyane bi çi hesasiyet, tevger û hişmendiyê navlêkirina van cih û waran pêk anîne. Di gel vê jî me di xebata xwe de di bin siya navên teşeyên erdnîgarîyê de jîngeh û şûnwarên qedîm, tirbe, qonax, avahî, kanî, gol, şikeft, pir, aş, zinar, gir, bexçe, daristan, kele, teht, hwd. û çend termên erdnîgarîyê ku bi piranî tenê ji hêla niştecihên devera Xursê ve dihate bikaranîn bi cih kir. Me hin termên erdnîgarîyê yên ku tomar kirine, li gor watayên ku ji hêla niştecihên vê deverê ve li van termên erdnîgarîyê hatine barkirin, şirove kirin û bi ferhengan re berawird kirin. Di ber de jî me hin termên erdnîgarîyê yên tomarkirî ku di tekstên klasîk de jî derbas dibûn dan ber çavan. Bi tevahî sed û çil pênc gundên Qoserê hene. Ji ber ku ne pêkan bû em vê xebata xwe ya sehayê li hemû gundan pêk bînin, me ji van gundan tenê gundên devera Xursê yên ku girêdayî navçeya Qoserê ne hilbijartin. Di gel van malûmatan derheqê sedema navlêkirinên gund û teşeyên erdnîgarîyê de vegêranên gel ên ku hatine tomarkirin jî di vê xebatê de cih girtine da ku bi kêrî çanda gelêrî ya Kurdî bê. Em dizanin ku navlêkirin an binavkirinên cih û warekî di encama hafizeyeke kolektîf de pêk tê. Bi vê hişmendiyê jî em tevgeriyan ka gelo li devera Xursê tesîra guherîna navên cih û waran li ser bîra hevpar a niştecihên vê deverê bi çi awayî bû. Di encamê de ev mudaxeleyên ku ji hêla dewletê ve li guherîna navan hatiye kirin ji hêla niştecihan ve di jiyana rojane de bi çi awayî hatiye pejirandin û li hember vê rewşê çi bertek hatiye nîşandan hîn bûn û me ev dane hemû daxilî zanista gelêrî ya Kurdî kirin. Di pêvajoya vê xebatê de ji niştecihên vê deverê daneyên giring hatin berhevkirin û tomarkirin û di gel vê jî bi saya rê û rêbazên weku çavdêrî, hevpeyvîn, hevdîtinên rûbirû hin malûmat û agahiyên bikêrhatî hatin bidestxistin. Herî dawî di vê pêvajoya xebata xwe de ji bo ku em xwe bigihînin dane û malûmatên mîsoger, me arşîvên dezgehên mulkî yên îdarî jî referans girtin. Ji bilî rêbaza berhevkarîya li sehayê daneyên ku hatin berhevkirin li gorî zanista toponîmîyê hatine senifandin û nirxandin. Weku encam me sed û bîst çar navên cih û warên Devera Xursê berhev kirin û derbarê Xursê û awayê binavkirina cih û waran de gihiştin qenaetekê. | |
dc.description.abstract | Our field study was a toponymic study, that is, we focused on the place names of the Ghurs region. We evaluated 12 villages and geographical forms of the Ghurs region of Kızıltepe district of Mardin in a historical, ethnographic, geographical and toponymic way. In this study, we interpreted the naming forms of 12 Ghurs villages and geographical forms according to the characteristics and types of toponymic formations and evaluated and revealed the consciousness and sensitivity with which the inhabitants of this region named place names. In addition, under the name of geographical forms, we have included old living spaces and structures, shrines, mansions, fountains, lakes, caves, bridges, mills, castles, mountains, gardens, forests, rocks and a few geographical terms mostly used by the inhabitants of the Ghurs region. We have interpreted the meanings attributed to these geographical terms by the inhabitants of the region and according to the Mesopotamian Foundation Dictionary. In addition, we have identified and revealed the geographical terms recorded and mentioned in classical texts. Kiziltepe has a total of 145 villages. Since we could not apply our fieldwork to all villages, we selected only the villages in Ghurs Bilgi of Kızıltepe district. In addition to information on the reasons for the formation of villages, habitats and geographical forms, we have tried to contribute to Kurdish Folk Culture by including the collected folk discourses in this study. We know that place names are formed as a result of a collective memory. We acted with this awareness and tried to find out how the change of place names in the Ghurs region affected the collective memory of the inhabitants of the region, whether the interventions made to these names were adopted by the inhabitants of the region in daily life or what kind of reaction they encountered, and we included all these data in Kurdish Folklore. In the process of our study, we collected important data from the inhabitants of the region, and in addition to this, important information was obtained by using methods and techniques such as observation, dialogue and face-to-face interviews. At the end of our study, in order to reach solid information and data, we firstly referred to folk discourses and then to the archives of the Civil Administration Institutions. Apart from the compilation method in the field, the compiled data were classified and evaluated according to the science of toponymy. As a result, we have compiled 124 toponyms of the Ghurs region. We have come to a conclusion about Ghurs and the ways in which toponyms are given. | en_US |
dc.identifier.endpage | 144 | |
dc.identifier.uri | https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/TezGoster?key=P3dtmmHrq-mzEcmCLi1CqVuhtmEJkNJGZRLOWaOO2bEQ1vOeXkT7hQjKMxUP1RVj | |
dc.identifier.uri | https://hdl.handle.net/20.500.12514/8498 | |
dc.identifier.yoktezid | 923201 | |
dc.language.iso | ku | |
dc.subject | Doğu Dilleri ve Edebiyatı | |
dc.subject | Eastern Linguistics and Literature | en_US |
dc.title | Lêkolîneke Toponîmîk: Awayên Navlêkırına Cıh û Waran û Teşeyên Erdnıgarîyê lı Devera Xursê | |
dc.title | Toponimik Bir Araştırma: Ğurs Yöresindeki Yer Adları ve Adlandırma Biçimleri | en_US |
dc.type | Master Thesis | en_US |
dspace.entity.type | Publication |