Ferhenga Têgehên Felsefî
Date
2020
Authors
Journal Title
Journal ISSN
Volume Title
Publisher
Open Access Color
OpenAIRE Downloads
OpenAIRE Views
Abstract
Ferhenga Têgehên Felsefî jî di qada felsefeyê da ji bo Kurdîya Kurmancî bi
armanca pêşwazîkirina kêmasîyeke mezin a qadê bi piştgirîya Zanîngeha Mardin
Artukluyê, ji alîyê pisporên felsefeyê û zimanî ve di bin edîtorîya M.Nesîm Doru
de, bi destên Weşanxaneya Lîsê hatîye amadekirin. Her çiqas nîveka sedsala
20’em de li derdorê kovara Hewarê xebatên balkêş hatibê kirin jî ev xebat bi giştî
xebatên rojnamegerî, folklorîk bû û bi tarzek akademîk nebû. Ji ber vê jî wekî tê
zanîn li Tirkîyeyê Kurdîya Kurmancî, demekê dirêj bi piranî di nav têkilîyên rojane
da dihate axaftin, lê paşî bi zêdebûna bajarîbûnê û hin derfetên avakirina sazîyên
sivîl (komele, enstîtu û hwd.) Kurdî, gihişte asteke akademîk û xwelîya li ser xwe
rakir û hêj jî radike. Ferhenga ku em niha behsa wê dikin jî ji bo vejîna Kurmancîyê
ku xwe bigehîne nav zimanên hevdem yên şaristanîyê dibe wesîleyeke baş. Her
çiqas di Kurdîya Kurmancîyê da hin berhemên felsefeyê hatibine weşandin jî, wek
ferheng ev xebat, di qada xwe da yekemîn berhem e. Ji ber vê jî pêngaveke bêhempa ye. Ferheng, 182 rûpel e û di ferhengê da têgehên felsefî li gorî rêza
alfabeyê hatine ravekirin.
Description
ORCID
Keywords
têgeh, ferheng, kurdî, felsefe
Turkish CoHE Thesis Center URL
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Source
Mukaddime Dergisi
Volume
11
Issue
2
Start Page
509
End Page
511