Yaşayan Diller Enstitüsü
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/13
Browse
Browsing Yaşayan Diller Enstitüsü by Author "Çetin, Şehmuş"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Research Project RENGVEDANA DÎROKA NÊZÎK DI STRANÊN MIRADÊ KINÊ DE(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2016) Çetin, ŞehmuşÇanda devkî, dîroka nêzîk û hafizeya civakî bi hevre di têkiliyê dene. Buyerên ku di paşerojê de qewînîne û ji bo civakê girîng in bi awayekî di nav çanda devkî de bi riya veguhezêrên çanda devkî gihiştine heta îro. Çanda kurdan jî ji vî alî ve gelekî dewlemend e. Ji ber ku nivîs zêde ne berbelav bû, hafizeya civakê bi riya vegotinên veguhezêran çanda devkî ji nifşekê bo nifşên din hatiye veguhastin. Stranên dengbêj û mitirban jî di heman çarçovê de dikare were nirxandin. Li herêma Tur-Abdîn (Torê) mitirban ev rol hilgirtiye û buyerên ku di dîrokê de qewîmîne bi stranên xwe di bîra civakê bicih kirine. Miradê Kinê yek ji wan kesan e kul i herêmê bin av û deng e. Stranên wî her weha rengvedana dîrokê ne. Di vê xebatê de me hewl da ku em di nav stranên ku ji hêla Miradê Kinê ve hatine gotin de buyerên dîroka nêzîk ya herêmê bişopînin. Ji bo vê yekê me sê mînak ji Miradê Kinê girtin. Ji aliyên din ve bi hevpeyvînan jî me xwest tiştên di stranan de piştras bikin. Wek encam, hat dîtin ku stranên me wek mînak girtine di heman deme de rengvedana buyerên rasteqîn ên di dîroka nêzîk de qewimîne ne û bi riya kevneşopiya devkî di hafizeya civakê de cih girtine.
