Yaşayan Diller Enstitüsü
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/13
Browse
Browsing Yaşayan Diller Enstitüsü by Issue Date
Now showing 1 - 20 of 443
- Results Per Page
- Sort Options
Book Article Master Thesis DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Ergün, ZülküfEv xebat ji destpêkek û çar beşan pêk tê û di mînaka Cizîra Botan de di peydabûna edebiyata Kurdî de rola bajarvaniyê vedikole. Peywendiya bajar û edebiyatê ji bajarên pêşî û vir ve dewam dike, lewra ji bajarên sumerî û vir ve hinek diyardeyên bajarvaniyê bûn sedem ku bingeha edebiyata nivîskî li bajaran bê danîn. Niştecîbûn, dewlet, xanedan, dîn, nivîs û şaristanî weku girîngtirîn diyardeyên bajarvaniyê derdikevin pêş. Di serdema îslamî de û bi taybetî di dawiya xelîfetiya Ebbasî de hin xanedanên kurdan derketin holê û di paytextên van xanedanan de bingeheke bihêz a bajarvanî û edebiyatê hat danîn. Lê di pêvajoya avabûna vê bajarvanî û edebiyatê de xanedanên kurdan û bajarên wan ketin ber pêla dagirkeriya tirk û moxolan û heta sedsala çardeh û panzdehan ev rewş neguherî. Piştî vê demê, li hin herêmên Kurdistanê mîrekên kurd derketin holê û paytextên van mîrekan bûn cihê peydabûna edebiyata nivîskî ya kurdî. Mîr Ebdulezîz di destpêka sedsala çardehan de dawî li hukmê moxolan anî û Cizîrê kir paytexta Mîrektiya Azîzan. Bi vî awayî ji sedsala XIVan heta sedsala XIXan bi evraz û nişûv be jî bajar di bin rêvebiriya Mîrektiya Azîzan de ma û bû yek ji wan navendên herî bihêz ên edebiyata kurdî. Lewra bajar ji ber rêvebirî, bingeha aborî, heterojeniya civakî, avadanî û dezgehên xwe yên xwendin û rewşenbîriyê bû navenda dahênana edebî. Li ser vê bingehê, piştî ku xanedaneke kurd li Cizîrê hat ser hukum û nesaqamgîriya siyasî ji holê rabû, di sedsala XVIan de bi riya Melayê Cizîrî li Cizîra Botan edebiyateke bihêz a kurdî serî hilda. Mela di nava hel û mercên libar ên Cizîrê de pêgihîşt û bi saya parastina mîrên Cizîra Botan li Medreseya Sor bû muderis. Ji xwe her du qesîdeyên Melayê Cizîrî yên ku ji bo pesindana Mîrê Cizîra Botan Mîr Şerefê Sêyem hatine nivîsîn û danberheva Mîr Umadîn û Mela vê peywendiya xurt a Mela ya digel seraya Cizîra Botan berçav dikin. Ev jî nîşan dide ku Mela mîna helbestvanên bajarî yên serdema xwe ji sîstema parastinê ya hukumdaran veder nebûye û ev sîstema parastinê ji bo peydabûna edebiyata wî bûye hokareke girîng. Ji bilî pesindana mîrên Cizîra Botan salixdana hin bûyer û kesayetên girîng ên dîroka Cizîra Botan û weku nîşaneya edebiyata bajarî wesifdana evîneke piralî IV jî taybetmendiyên girîng ên edebiyata Melayê Cizîrî ne ku peywendiya wê bi bajarvaniya Cizîra Botan re heye. Cizîra Botan ji ber bingehên xwe yên bajarvaniyê dibe cihê serdana helbestvanan û mijara berhemên edebî. Di vê çarçoveyê de Ehmedê Xanî digel ku ne helbestvanekî Cizîrî ye jî şakara xwe ya edebî Mem û Zînê li ser çîrok û efsaneyên Cizîra Botan nivîsiye û Cizîr kiriye navenda bûyerên berhema xwe. Weku taybetmendiyên berhemên edebiyata bajarî di Mem û Zînê de jî pesnê Mîrê Cizîra Botan û seraya Cizîrê hatiye dayîn û bi vî awayî taybetmendiyên bajarvaniya Cizîra Botan hatine berçavkirin. Feqiyê Teyran jî digel ku ne ji Cizîrê ye demekê li vî bajarî maye û digel Melayê Cizîrî danberheveke helbestî daniye. Di vê çarçoveyê de Melayê Cizîrî ji ber ku damezirînerê xwendingeha edebî ya Cizîra Botan e, îlham daye gelek helbestvanan û li dora wî bizaveke edebî peyda bûye. Ji xwe Remezanê Cizîrî jî yek ji wan şagirtên Melayê Cizîrî bûye ku li ser şopa wî helbest nivîsiye û bûye yek ji helbestvanên hêja yên Cizîra Botan. Bi vî awayî derdikeve ku Cizîra Botan ji ber derfetên xwe yên bajarvaniyê weku bikerên edebî rê li ber pegihîştin û pevgihîştina helbestvanan vekiriye û ji ber van diyardeyên xwe yên bajarî, bûye navendeke girîng a edebiyata kurdî.Master Thesis DI KILAMÊN EVÎNÎ YÊN DENGBÊJAN DE TEMAYA JINÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Çiftçi, TekinFolklor mirêka civakê ye. Ji xwarinê heya cil û bergan, ta xewn û xiyalan her tiútê civakê dinimîne. Roniyê dide dîrokê û wê digihîne îro. Zayîna folklorê bi ya civakê re yek e.Yên ku vê mirêkê ji wê rojê heta îro bi xwe re digerînin jî piranî jin in. Jin him afirînerê folklorê ne, him jî pêúkêúvanê wê ne. Folklor, li welatên Rojava piútî sedsala XIXan bûye zanistek û li ser wê xebatên bi rêk û pêk hatine kirin. Ji van xebatan hatiye fêmkirin ku jin di navenda folklorê de ne. Lê mixabin di nava kurdan de xebatên folklorê gelekî dereng dest pê kirine. Yên ku hatine kirin jî piraniya wan berhevok in. Ji aliyê akademîk ve qels in. Ev xebat, bi armanca dagirtina vê valahiyê, weke destpêkekê hatiye kirin. Jinan, di nava beúên folklorê de herî zêde kilam derxistine pêú. Li ser her bûyer û rewúê kilam gotine. Kilamên kurdî, bi piútgiriya dengbêjan bûne beúeke girîng ya çanda devkî û di sazkirina nasnameya civakê de peywireke girîng hildane ser milên xwe. Di beúa yekemîn de pênas û peywira folklorê, têkiliya çanda devkî û folklorê bi alîkariya berhemên akademîk hatiye nîqaúkirin. Têkiliya folklorê û hin zanistên din bi kurtî hatiye vegotin. Ji bilî kurdên Kurdistanê, xebatên ku kurdên Qafqasya û Awrûpayê kirine jî bi kurtî hatine danasîn. Beúa duyemîn li ser statûya jinên kurd e. Li gor çavkaniyên nivîskî û devkî statûya jinên kurd ya nava malê û civakê hatiye úîrovekirin. Muzîka kurdî û cureyên wê, taybetiyên wê, têkiliya muzîka kurdî û muzîka welatên cîran di beúa sêyemîn de hatiye nirxandin. Ji bilî danasîna cureyên muzîka kurdî, ji bo her cureyî çarînek an jî du çarîn wekî mînak hatine dayîn. Hîmê muzîka kurdî ji aliyê jinan ve hatiye danîn. Beúa çaremîn bi armanca naskirina jina kurd ya di nava kilaman de hatiye amadekirin. Ji bilî bejn û bala jinê, xweúikiya jinê, diyardeyên wekî hevnasîn, zewac, fedakarî, gazin, nifir-dia, mêrê xirab û revê jî hatine úîrovekirin. Mijar bi mînakan hatiye dewlemendkirin. Wekî dawî, bandora jinê ya li ser kilamên dengbêjan, pêúkêúkirina wê û rewúa jinê ya rastî, di çarvoveya vê xebatê de hatiye nîqaúkirin hin encam hatine bidestxistin. Di pêvekê de jî wekî mînak deúîfreya deh kilaman hatiye dayîn.Master Thesis MÎRSADU’L-ETFAL (ŞAHRAHÊ KÛDEKAN) FERHENGA MENZÛM A KURDÎ-FARISÎ (Vekolîn-Tekst)(2012) Ramazan PertevFerhengên menzûm cureyekî nezmê ne ku di edebiyata rojhilatê ya klasîk de gelek nimûneyên wê hene. Ev berhem bi piranî di pergala perwerdeyiyê ya medreseyan de ji bo ku zarokan hînî zimanên biyanî bikin dihatin amadekirin. Herçend piranî bi du zimanan bin jî awayên wan ên çend zimanî jî hene. Di edebiyata zimanên rojhilatî de, ev tradîsyoneke kevn û berbelav e. Yekem ji nimûneyên ferhengên menzûm ên duzimanî ku tê zanîn Dustûru’l- Luğaya Edib Natanazzi (m.1106) ye ku bi erebî-farisî ye û ji bo ku zimanê erebî hînî farisan bike hatiye amadekirin. Di nîvê sedsala XII.de nivîskarê Îranî, Reşîduddîn Watwatî (m.1182) jî xebateke bi vî rengî amade kiriye. Di edebiyata Islamî de Nisâbu’s-Sibyân a Ebû Nesr Ferâhanî (m.1221) yek ji girîngtirîn ferhengên menzûm ên erebî-farsî ye. Li erdnîgariya Enetolyayê, yekem nimûneyên ferhengên menzûm, bi erebî-farsî bûn. Nimûneya pêşî ya ku tê zanîn Zuhretu’l-Edeb a Şükrüllah e ku di sala 1242an de hatiye nivîsîn. Wek yekem nimûneya erebî-tirkî ya di vî warî de Luğat-i Ferişteoğlu ya Abdullatif bîn Melek tê qebûlkirin. Wî ev berhema xwe di sala 1392an de nivîsandiye. Di warê farsî-tirkî de yekem nimûneya vî cureyî di sala 1400an de bi navê Tuhfe-î Husamî ji aliyê Husam bîn Hesen ve hatiye nivîsîn. Di nav ferhengên menzûm ên farsî-tirkî de berhema ku herî tê naskirin Tuhfe-î Vehbî ya Sünbülzade Vehbî (m.1809-10) ye. Ev behrem di navbera salên 1798-1909an de 58 caran hatiye çapkirin. Ev yek jî girîngiya berhemên vî cureyî nîşanî me dide. Di nav ferhengên menzûm ên farsî-tirkî de yek ji berhemên ku pir tê naskirin Tuhfe-i Şahidî an jî Luğat-i Şahidî ye ku ji aliyê Şahîdî Îbrahîm Dede (m.1550) ve hatiye nivisin. Li gor agahiyên li ber dest, di edebiyata kurdî ya klasîk de heta niha herî kêm çar ferhengên bi vî awayî hene. Ji sedsala XVII. vir de, di her sedsalê de ferhengeke menzûm a bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn. Di edebiyata kurdî ya klasîk de tradîsyona ferhengnivîsiya menzûm ji aliyê Ehmedê Xanî, di sala 1683yan de bi Nûbehara Biçûkan dest pê kiriye. Gulzar ji aliyê İsmaîlê Bazîdî (1655-1710) hatiye nivîsîn ku bi kurdî-farisî-erebî ferhengeke sêzimanî ye. Luxetnameyî Ehmedî ya Şêx Marûfê Nodeyî ku kurdî(soranî)-erebî ye di sala 1790an de hatiye nivîsîn. Xeleka dawî ya vê tradîsyonê ferhenga menzûm Mîrsadu’l-Etfal e ku bi kurdî-farsî ye û ji aliyê Şêx Mihemed Kerbelayî ve di sala 1912an de hatiye nivîsîn. Di vê xebatê de me di peywenda ferhengnivîsya menzûm a kurdî de berhema Şêx Mihemed Kerbelayî ya Mîrsadu’l-Etfalê ji aliyên teşe û naverokê ve vekoland û piştre me teksta kurdo-erebîk latînîze kir. Ev xebat ji destpêkek, sê beş û ferhengekê pêk tê. Di destpêkê de bi awayekî giştî pênasên ferhengên menzûm, taybetiyên wan ên hevpar û giştî, di zimanên rojhilatî de tradîsyona ferhengnivîsiya menzûm û di edebiyata kurdî ya klasîk de kurtemêjûya ferhengnivîsiya menzûm hatine vekolîn. Di beşa yekem de bi awayekî giştî agahiyên der bareyê jiyana Şêx Mihemed Kerbelayî, taybetiyên heyama wî û medreseya Aqtepeyê de hatine dayîn. Her wiha berhemên wî hatine danasîn. Di dawiya beşê de di ferhengnivîsiya menzûm a kurdî de cih û girîngiya Kerbelayî û Mîrsadu’l-Etfalê hatiye vekolîn. Di beşa duyem de ji aliyên teşe, naverok û ziman ve, analîza Mîrsadu’l-Etfalê hatiye kirin. Ji aliyê teşeyê ve, menzûmbûna wê, li gorî beşan awayên wê yên nezmê, pergala behr, kêş, qafiye û hin hunerên vegotinê hatine ravekirin. Ji aliyê naverokê ve, bi rêbazên pedagojîk mijarên ferhengê li ser binbeşên curbicur hatine dabeşkirin. Ji aliyê ziman ve jî, hin mijarên zimanî û rêzimanî hatine vekolîn. Di beşa sêyem de pêşî, taybetiyên “nusxeya daner” hatine danasîn. Piştre li gor vê nusxeyê, metna kurdo-erebîk hatiye latînîzekirin. Ji bo ku xwendevan bi hêsanî bêjeyên kurdî û farsî ji hev derxin me bêjeyên kurdî stûr, bêjeyên farsî jî îtalîk nîşan dan. Ev awa di temamê mînakên nav tezê de jî hat bikaranîn. Bêje û qertafên ku ne ji ferhengê bûn, me wekî xwe hîştin. Di beşa encamê de piştî lêkolîn û lêgerînên me yên li ser berhemê, daneyên ku me tesbit kirin, nivîsandin. Di dawiyê de me ferhengeke kurdî-farsî-tirkî ya sêzimanî amade kir. Bi vî awayî me xwest ku edebiyatzan û lêkolînêr bi hêsanî sûd jê wergirin. Di pêvekan de me hin belgeyên girîng ên bi mijarê ve eleqedar bi cih kirin.Master Thesis JI HÊLA NAVEROKÊ VE DAHÛRÎNA ÇÎROKÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ(ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, 2013) Bilge,EvinMela Mehmûdê Bazîdî (1799-1860) değerli bir Kürt aydınıdır. Kürt edebiyat tarihinde önemli bir yere sahiptir. Yaşadığı dönemde hem Kürt folkloruna hem de Kürt edebiyatına önemli katkıları olmuştur. Eserleri yabancı dile çevrilen ilk Kürt yazardır. A. Jaba, 1856-1869 yılları arasında Erzurumda Rus konsolosu olarak çalıştığı dönemde Mela Mehmûdê Bazîdî ile tanışmıştır. Bu tanışma sonucunda hem Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin yaşamı hem de Kürt edebiyat tarihi yeni bir döneme girmiştir Zira Jaba‟nın teşviki ile Mela Mehmûdê Bazîdî Kürtçe el yazma eserleri toplamış ve Jaba‟ya vermiştir. Jaba‟nın Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin el yazması eserlerini Petersburg‟da arşivlemesi sayesinde eserler günümüze kadar korunabilmiştir. A.Jaba, “Kitaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan”, “Adet û Rusumatnameyê Tewayîfê Ekradiye”, “Cami‟eyê Risaleyan û Hikayetan”, Mîr Şeref Xanê Bedlîsî‟nin “Şerefname” adlı eserinin bir bölümünün çevirisi, Kürtçe-Fransızca- Rusça sözlük, Kürtçe-Fransızca sözlük, Elî Teremaxî‟nin “Rêzimanê Erebî bi Zimanê Kurdî” adlı kitabı ile Mem û Zîn adlı öyküsü ve adını saymadığımız diğer eselerinin Fransızca çevirisini yapıp önsözüyle beraber Petersburg Bilimler Akademisine göndermiştir. Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin eserleri antropolojik, sosyolojik, kültürel, edebi, sanatsal ve tarihi değer bakımından oldukça önem arz etmektedir. İlk modern öykülerin tasniflenmesi aşaması problemli bir konudur. Bu çeşit öyküler genelde halk edebiyatının geleneğini yansıtmasıyla beraber yeni ve modern unsurlar da içermektedirler. Bu problem yani ilk öykülerin modern unsurlar ile beraber halk öyküsünün özelliklerini yansıtması bütün Orta Doğu edebiyatlarında görülmektedir. Başka bir deyişle modern doğu edebiyatının erken evrelerinde de aynı üslup görülür. Eleştirmenler öykülerin bu özellikleri nedeniyle onları her iki kategorinin içine de koyabilirler. Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin öyküleri de bu tarzdadır. Bu eserler halk öyküsü tarzından modern öyküye geçişte ilk basamaktır. Bu yüzden de her iki tarzın unsurlarını da görebiliriz. Mela Mehmûdê Bazîdî, halk edebiyatının adet ve özellikleri ile batı edebiyatını sentezleyerek modern Kürt öykücülüğünün öncülüğünü yapmıştır. vii Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin öykülerinin tematik analizi adlı tezimizde, öyküler sosyal ve kişisel konular başlıkları altında analiz edildi. Bu başlıkların alt maddeleri şunlardır: Aile ilişkileri, aşk, evlilik, çapkınlık, ekonomik, toplumsal ve siyasal olaylar, devlet idaresi, savaş, eğitim ve öğretim, cahillik, edebiyat, dini yaşam, açgözlülük, yalancılık, kıskançlık, sahtekarlık …Research Project FREKANSA TÎPÊ KURDÎ DEVOKA NISÊBÎNÊDA (MÊRDÎN) WÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) DERİN, İpekArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Serê Avê(Nisêbîn_MÊRDÎN) ye. Ji bo tespîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piútî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tespîtkirin û bi awayekî îqtatîstîkî hatine niúandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku yên bikirp ji herfên “a,ç, e, h, k, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîúandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giútî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piútî rûberkirina rêjeya gûndê Serê Avê û rêjeya giútî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û úîrovekirin.Master Thesis Di romanên Erebê Şemo'de folklora Kurdî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Acar, Hayrullah; Acar, HayrullahGören, Ebubekir, "Erebê Şemo'nun Romanlarında Kürt Folkloru", Master Tezi. Danışman: Hayrullah ACAR, XIV+169 Folklor, halklara ait kültürel ve edebi ögelerden oluşur. Folklor yoluyla halkarın yaşamı, deneyimleri, adetleri, düşünce ve inanışları somutlaşır. Öykü, destan, atasözü ve deyimler, binlerce yıllık süreç içinde anlatılır ve nakledilir. Bu ögeler, dil ile korunur ve devamlılıkları sağlanır. Folklor disiplini de bu ögeleri toplar, sınıflandırır ve değerlendirir. Folklor yoluyla halkların edebi ögeleri öğrenilir. Bu yönleriyle folklor, eşsiz bir edebi anlatım hazinesidir. Modern dönemin edebi bir icadı olan roman türü, folklorun hazinesine muhtaçtır. Bu yüzdendir ki birçok romanın kaynağı folklordan alınmıştır. Kürt romancısı Erebê Şemo da, eserlerinde Kürt folklorunu temel almıştır. O, yazdığı "Şivanê Kurmanca" adlı romanıyla Kürt edebiyatı için yeni bir alanın kapısını açmıştır. Çünkü "Şivanê Kurmanca" ilk Kürtçe romandır. Bu çalışma, Erebê Şemo'nun hayatı, eserleri ve romanlarındaki Kürt folklorunu konu edinmiştir. Çalışma, önsöz, giriş ve sonuç kısımları hariç, iki bölümden oluşur. Giriş bölümünde, folklorun anlamı ve içeriği üzerinde durulmuştur. Folklorun temel özelliklerine ve onun dil, kültür, tarih ve edebiyat ile bağlantılarına işaret edilmiştir. Burada, sözlü kültürlerin ortaya çıkışından bu yana, anlatım ve yazım alanlarındaki büyük gelişmelerden bahsedilmiş ve tarih boyunca sözlü anlatım alanındaki biçimsel ve içeriksel değişimler gözler önüne serilmiştir. Bu gelişim seyri sanayi devrimi, hümanizm ve Fransız ihtilali ile ilişkilendirilmiş, konu modern roman sanatının ortaya çıkışına kadar getirilmiştir. Roman sanatı da onun tarihine ve bireyler ve uluslar için anlamına göre değerlendirilmiş ve onun folklor ile bağlantısı ortaya konmuştur. Son olarak da Kafkasya Kürt romanı, onun temel karakteristiği ve bu karakteristiğin nedenleri irdelenmiştir. Birinci bölümde, Erebê Şemo'nun yaşamı, edebi kişiliği ve eserleri üzerinde durulmuştur. Şemo'nun romanları, özellike, kültürel, folklorik, tarihi ve edebi yönlerden değerlendirilmiştir. İkinci bölümde, Erebê Şemo'nun romanlarındaki Kürt folkloru ögeleri bir araya getirilmiş ve bunlar alanlarına göre sınıflandırılmıştır. Bu folklorik unsurlar Kürt kültürü ve adetleri açısından açıklanıp yorumlanmıştır. Sonuç bölümünde, Erebê Şemo'nun romancılık dışındaki yönleri ele alınmıştır. Erebê Şemo'nun gazetelerde yayınlanmış makaleleri, radyo ve dil çalışmaları ve siyasi mücadelesi üzerinde durulmuştur.Master Thesis MEWLÛDA MELA HUSEYNÊ BATEYÎ (Metn û Lêkolîn)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) İlhan, ZiverMela Huseynê Bateyî, bi eslê xwe ji gundê Bateyê ye ku nasnava xwe ya edebî jî ji vir stendiye. Bate îro ji aliyê îdarî ve li ser navçeya Elkê ye, Elkê jî li ser wîlayeta Şirnexê ye. Bateyî, ji helbestvanên herî girîng ê Edebiyata Kurdî ya Klasîk e. Li ser navê wî yê birastî, li ser jidayikbûna wî û sedsala ku tê de jiyaye, lêkolînvan gihîştine encamên ji hev cûda. Li gorî vê xebatê, navê wî Mela Huseynê Bateyî ye û di sedsalên XVII û XVIIIan de jiyaye. Bateyî kesayetekî xwedî berhem e. Di diroka edebiyata kurdî de helbestvanê ku cara yekem mewlûd nivîsiye ew e. Mewlûda ku helbestvan nivîsiye, li gorî kevneşopiya nivîsîna mewlûdan bi şiklê nezma mesnewiyê hatiye nivîsandin.di berhemê de risteyên ku pesnê Xwedê û Hz Muhemed didin hene û jidayikbûna Muhemed (saw), zarokatiya wî bi awayekî mucîzewî tê vegotin. Berhema wî ya bi navê “Hemaîl” bêtir ji dua, ayetên Qurana pîroz û peyvên parastina sihrê pêk tê. Di derkenarên vê berhema ku bi erebî û farisî hatiye nivîsandin de, bi kurdî jî hinek agahî hene. Di kitêbên dîroka edebiyatê de menzûmeya gelerî ya bi navê “Zembîlfiroş”ê bi bal Bateyî ve tê nîsbetkirin; lê heta niha nusxeyeke vê menzûmeyê ku mexlasa Bateyî li ser be, ji aliyê me ve nehatiye dîtin. Helbestên wî yên belawela ku li deverên cuda bûn, di salên dawîn de hatine civandin. Ji aliyê naverok û temayê ve hin ji wan helbestan di çarçoveya munacaat hin ji wana di çarçoveya ne‘et û hin ji wana jî di çarçoveya evîna beşerî de hatine nivîsandin. Di vê tezê de bi taybetî li pey şopa vê pirsê lêgerîn çêbû: Gelo cudahiya çap û nusxeyên mewlûda Bateyî ji kîjan aliyan ve ye? Ji bo bersiva vê pirsê jî edîsyon krîtîka metnê Mewlûdê hat kirin. Di vê “edîsyon kritîk” a mewlûda Bateyî de di derheqê 22 nusxeyên mewlûda Bateyî de agahî hat dayîn û ji van nusxeyan bi taybetî yên guncan hatin berawirdkirin. Herweha peyvên ku xweş nayên xwendin û tu wateya wan nîne di çarçoveya restorasyona metnê de hatin serastkirin. Di encamê de derket meydanê ku çap û nusxeyên Mewlûdê ji aliyê hejmara rûpelan, nivîsandina peyvan, sernivîs, xaneya selewatan, beşa “eṣ-ṣelatu ʿaleyk es-selamu ʿaleyk” û beşa ku xaneyên “Merheba” yê ve ji hev cûda ne; lê ji aliyê naverokê ve ji bilî nusxeyên ku rûpelên wan kêm in, hemû nusxe weke hev in. Di mewlûda Bateyî de gelek peyvên biyanî û herêmî hene ku ji bo ku wateya wan derkeve meydanê di dawiya tezê de beşek bi navê “Ferhenga Mewlûdê” hat amadekirin.Master Thesis Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî Metin û Lêkolîn(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) Yılmaz, SerdarŞêx Şemsedîn, di sedsala 16-17an de helbestvan û mutesewifekî serdema edebiyata kurdî ya klasik e. Bi qasî ku tê zanîn yekemîn helbestvanê kurd yê terîqeta Xelwetî ye. Em vêya ji mexlesa wî ya “Xelwetî” fêhmdikin. Helbestavan di qada edebiyata kurdî de weke mexlesa xwe xelwetî maye. Ji dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di sedsalên ku helbest nivîsandine, edebiyata kurdî di lutkeya xwe ya herî bilind de ye. Şêx Şemsedînê Exlatî, ji ber şerê di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji navçeya Exlat ya girêdayi bajarê Bilîsê koçber bûye. Piştî mayîna çend salan li Oremarê, herî dawî li gundê Birîfka ya girêdayî bajarê Duhokê bi cî bûye. Jiyana xwe di uzlet û xelwetê de derbas kiriye. Di helbestê de zimanê wî giran û xwedî sentaksên cûda ye. Di helbesta kurdî de qalibên serbixwe ava kirine. Di helbestên xwe de bi piranî li ser jiyana gundewariyê rawestiyaye. Mîna şaèirên hemdemê xwe, felsefeya tesewifê di helbestên xwe de baş hunaye. Unsûrên devoka Serhed û devoka Behdînî di helbestên wî de hene. Helbestên dîwana wî bi piranî wenda ne. Ji ber ku di jiyana gundewarî û cihên asê de jiyaye, berhemên wî negihîştine navendên ilmî. Herwiha berhemên wî bi piranî winda, pûç û pelaçe bûne. Lê helbestên wî yên di destên me de didin îspatkirin ku şairekî mezin e. Heta niha jî hîn baş lêkolîn li ser nehatine kirin û negihîştiye nirxê xwe yê rewa. Helbestên xwe bi qalibên èerûzê nivîsandine. Di helbestên wî de senèetên edebî, serwa, paşserwa û gelek biwêj, unsûrên erebî, farisî bi kar anîne. Ji ayetan îqtîbas kiriye. Nêzî baweriya wehdetu‟l wucûdê ye. Ji dîwana wî 16 helbest li ber destê me hene. Ji van du helbest metleèê helbestan in. Bi giştî xezel nivîsandine. V Ev xebata me ji despêk û pênc beşan pêk hatiye. Di despêkê de em li ser rewşa sîyasî ya ku Şêx Şemsedîn tê de jiyaye rawestiyane. Di beşa yekemîn de li ser jiyan û berhemên wî; di beşa duyemîn de li ser ziman û kesayeta edebî ya Şêx Şemsedînê Exlatî rawestiyane. Di beşa sêyemîn de ji hêla teşeyê ve vekolîna dîwanê me kiriye. Di beşa çaremîn de tehlîla dîwanê û di beşa pêncemîn de em li ser metnê dîwanê rawestiyane. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev xebat cihê Şêx Şemsedîn di edebiyata kurdî de bêtir eşkere bike û şair baştir bide nasîn. Heta niha ji ber ku xebateke akademîk li ser dîwana Şêx Şemsedîn nehatiye kirin wê deriyê van xebatan bi awayekî baştir bide vekirin.Master Thesis DÎWANA MELA EHMEDÊ HEYDERÎ (METN Û LÊKOLÎN)(2013) Önder BeyterMela Ehmedê Heyderî, di çaryeka dawîn a sedsala XIXan û nîvê yekemîn ê sedsala XXan de jiyaye. Di van salan de edebiyata klasîk a kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê de Heyderî, bi nûnertiyeke serkeftî ve bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkek û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekemîn de em bi dûr û dirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyemîn de jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê sekinîne. Herwiha, di beşa sisêyan de jî dîwan, ji aliyê şiklî ve hatiye veçirîn. Beşa çaran jî, ji metnê bitenkîd ê dîwanê yê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye. Di tîpguhezandina metnê dîwanê de, şûna tîpên erebî yên ku di elifbêya kurdî de cî nagrin, tîpên transkirîpsiyonê yên navneteweyî hatine bikaranîn. Dîsan, bo cûdahiyên fonetîkî yên di navbera nusxeyan de, ji bo yekîtiya zimên û metnekî têkûz, formekî hevpar hatiye bikaranîn. Dîwana Heyderî ya ku dîwaneke muretteb e, ji her aliyan ve gelek bihêz hatiye vehonandin. Herfên qafiyeya helbestan anegorî rêza elifbêyê hatine danîn. Erûz, bi awayekî serkeftî hatiye tetbîq kirin. Helbestên ku di seranserê dîwanê de cî girtine bi 15 qalibên jihev cûda yên 6 behrên erûzê ve hatine nivîsîn. Digel vê, dîwan ji aliyê cureyên nezmê ve jî dewlemend e û di dîwanê de bi tevahî 10 cureyên nezmê cî girtine. Herwiha, 3 cure qafiye hatine bikaranîn; mucerred, muqeyyed û murdef. Ji redîfên 60 helbestan 40 heb bi kurdî, 15 heb bi erebî û 5 heb jî bi farisî hatine nivîsîn. Di rêstina helbestan de rewanî û zimanekî vekirî hatiye tercih kirin. Di dîwanê de digel bêjeyên erebî û farisî, peyvên tirkî jî gelek hatine bikaranîn. Di bêjeyên farisî yên ku di dîwanê de hatine bikaranîn de, bêtir bêjeyên ku nêzikî kurdî an jî yên ku bi kurdî re hevpar in, hatine tercih kirin. Li seranserê dîwanê temaya ku derketiye pêş, hîcret û bêkesî ye. Hema hema di hemû helbestan de şîkayet ji tenahî û bêkesiyê hatiye kirin. Çekên klasîk ên ku di şerên serdemên berê de hatine bikaranîn, di helbesta klasîk de herwekî nêrîn û awirên tûj ên dilberê hatine qebûl kirin. Anku, şaîran amûrên şer ên mîna tîr, sertîr, rimil, şûr û hwd. şibandine nêrîn, awir û bijangên dilberan. Lê belê, dema ku mirov bala xwe dide Dîwana Heyderî, mirov dibîne ku digel van çekên klasîk, çekên modern jî li van mezmûnan hatiye zêde kirin û bi vê rêyê ve kompozîsyoneke nû hatiye ava kirin. Di nava kesayetên şaîr ên ku li ser Heyderî herî zêde tesîr ava kirine, herdu otorîteyên edebiyata kurdî ya klasîk; Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ne. Tesîra Mela û Xanî him di Dîwana Heyderî de û him jî di Munacata Heyderî de bi zelalî xwe daye xuyan kirin. Di dîwanê de bo Melayê Cizîrî, rengdêra “Xoceyê Şehrê Cizîrê” hatiye bikaranîn. Dîsa, di helbesta 37an de navê “Mem û Zîn”ê û di helbesta 107an de jî tenê navê “Mem”î derbas bûne. Di Munacata Heyderî de bo Xanî, “Ehmed Efendiyê Xanî” hatiye bikaranîn. Lê belê, di tu derê dîwanê de qet em rastî navê Feqiyê Teyran nehatine.Other RÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN DI DEVOKA DIHÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Süleyman KOÇAKArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Dihê (Sert) ye. Ji bo tesbîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piştî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tesbîtkirin û bi awayekî îstatîstîkî hatine nişandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku ji herfên “a, ç, e, h, k, l, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîşandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giştî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piştî rûberkirina rêjeya herêma Dihê û rêjeya giştî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û şîrovekirin.Master Thesis FOLKLORÊ KIRMANCAN (ZAZAYAN / KIRDAN / DIMILÎYAN) SER O CIGÊRAYÎŞÊ(2013) Nadire Güntaş AldatmazBu çalışma ile farklı lehçeler konuşan Kürt toplumsal yapılarından biri olan Kırmancların (Zazalar/Kırdlar/Dımıliler) yaşamını yansıtan bazı folklorik ögelerin araştırılması ve yazılı hale getirilmesi amaçlanmıştır. Folklor, kapsamı bakımından oldukça geniş bir alanı içine almaktadır. Bu kadar geniş kapsamlı bir konunun bu kadar geniş bir coğrafyada çalışılması elbette bir yüksek lisans tezini aşar. Bu nedenle çalışma sadece üç ayrı alanı kapsayacak şekilde yapılmıştır. Alan seçimi yapılırken, çevrelerinin ortak özelliklerini taşıyan yerler olmasına özen gösterilmiştir. Bundan hareketle, araştırma alanı olarak Kırmancların yoğun olarak yaşadıkları bölgenin kuzeyinde Dersim-Mameki, orta bölümde Diyarbakır-Lice, Güneyde ise Urfa- Siverek seçilmiştir. Bu yerlerde yaşayan ve Kırmancca konuşan Kürtler hem konuşulan şive bakımından hem de dini inanç (mezhep) bakımından birbirinden farklıdırlar. Ayrıca her üç bölgede yaşayan Kırmanclar, kendilerini ve dillerini farklı adlandırmaktadırlar. Araştırma sahasına, belli kriterler göz önüne alınarak karar verildikten sonra görüşülecek kişiler belirlenmiştir. Araştırma yöntemi, ağırlıklı olarak, sahada yüz yüze görüşme şeklinde olmuştur. Sahaya çıkmadan önce, folklor araştırmaları için gerekli yaklaşık 300 soru hazırlanmış, önceden belirlenen, yaşça ileri ve yöre kültürüne hâkim, kültürü hala yaşayan, dile hâkim, yani asimilasyondan en az etkilenen kişilere sorulmuş ve anlatımlar kaydedilmiş, sonra da kayıtlar dinlenerek yazılı hale getirilmiştir. Yüz yüze görüşmenin yanı sıra araştırma yöntemi olarak kaynak taraması da yapılarak ilgili kaynaklardan yararlanılmıştır. Bu çalışma, giriş bölümü dışında altı bölümden oluşmaktadır. Giriş bölümünde, araştırmanın kapsamı ve çerçevesi çizilmiş, metodu hakkında bilgi verilmiştir. İkinci bölümde, folklorun tanımı ve mahiyeti, dünyada folklor çalışmaları ve bu çalışmaların içeriği ele alınmıştır. Bu çerçevede dünyada folklor araştırmalarından örnekler sunulmuştur. Amerika, Almanya (doğu-batı), Fransa, İspanya, İtalya, İrlanda, Rusya, Mısır, İsrail ve Türkiye’deki folklor çalışmalarının tarihçesi kısaca aktarılmıştır. Bu kısmın sonunda da Kürt folkloru ile ilgili çalışmalar aktarılmıştır. Bunlar, Ermenistan, Suriye, İran, Irak ve Türkiye Kürtlerinin çalışmaları olarak ayrı başlıklar altında sunulmuştur. Üçüncü bölümde, araştırma alanı, Kırmanccanın konuşulduğu yerler ve Kırmancların kendilerini ve dillerini adlandırmaları hakkında bilgi verilmiştir. Buna göre, Dêrsim (Tunceli), Çewlîg (Bingöl), Dîyarbekir (Diyarbakır), Ruha (Urfa), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Gimgim (Varto), Xarpêt (Elazığ), Sêwas (Sivas), Bidlîs (Bitlis), Semsûr (Adıyaman), Sêrt (Siirt)’in merkez ve/veya ilçelerinde Kırmancca konuşulmaktadır. Kırmanccayı konuşan halk, her ayrı bölgede kendini ve konuştuğu dili farklı adlandırmaktadır. Bunlar: Kırmanc-Kırmancki Kırd-Kırdki Dımıli-Dımılki Zaza-Zazaki şeklindedir. Bilindiği gibi Kürtlerin bir bölümü, özellikle Kırmancca konuşanlar sert bir coğrafyaya sahipler ve sert bir iklimi yaşamaktadırlar. Bu da Kürtlerin sosyo-ekonomik yaşamlarında olduğu gibi kültürel yaşamında da önemli rol oynamaktadır. (Uzun kış koşullarına uygun bir yaşam biçimi geliştirmek. Ör: Giyim biçimi, sözlü edebiyat, oyunlar vb.) Dördüncü bölümde, bölgenin sosyal yapısı, bölgede meydana gelen sosyal olaylar ve bu olayların sosyal yapının değişimine etkileri incelenmiştir. Özellikle toplumsal hareketler sonucunda yaşananların, sosyal yaşamın dönüşmesindeki rolleri ve yine doğal afetler sonucu oluşan göçlerin sosyal yaşama etkileri ile ilgili gözlemler aktarılmıştır. Beşinci bölümde, araştırma alanından bazı sözlü edebiyat ürünleri derlenip irdelenmiş ve örnekler sunulmuştur. Sözlü edebiyat ürünlerinin bir kısmı, dünyadaki aynı türden ürünlerle karşılaştırılıp, ortak yanları belirtilmiştir. Bu bölümde, “Sözlü Edebiyat” başlığı altında, derlenen bazı halk masalları ve türleri incelenmiştir. “Efsane ve Mitler” başlığı altında: Varoluş efsaneleri Şahıslara ait efsaneler Yer efsaneleri Hayvanlar ile ilgili efsaneler Doğa ile ilgili efsaneler de aktarılmıştır. Yine aynı bölümde, tekerlemeler, atasözleri, deyimler, fıkralar, bilmeceler, dualar, beddualar, küfürler ve sevgi sözlerinden örnekler incelenerek aktarılmıştır. Altıncı bölüm, halk yaşamı ve inançları hakkındadır. Bu bölümde Alevi ve Sünni inanca sahip Kırmancların inanç biçimleri ve bunların yansımaları ayrı ayrı ele alınmıştır. Bu bölümde, belli bir standadı olan, yazılı bir metne sahip ve genel kabul gören dinlerin, folklorun konusu olmaması nedeniyle ağırlıklı olarak Alevi inanca sahip Kırmancların inanç biçimleri yansıtılmıştır. Ayrıca her iki kesimde, yazılı metinler dışında, günlük yaşamdaki çeşitli inanç ve uygulamalar, yansımaları ile birlikte aktarılmıştır. “Halk İnançları” başlığı altında, muska, ip bağlama, keramet, “Hayvanlar Hakkındaki İnanmalar” başlığı altında, baykuş, yılan, goyîne, ceylan (dağ keçisi), tavşan, leylek, “Gökyüzü İle İlgili İnanmalar” başlığı altında, güneş, ay, şimşek, “Ateş ve Mum” başlığı altında ise ateş ve mum ile ilgili inanmalar aktarılmıştır. Yine bu bölümde: “Din ile Alakalı İnanmalar” başlığı altında Alevi inancına ait önemli günlerden: On iki imam, aşure ve on iki kazan kurma, Gaxand (yeni yıl), Cem ayinleri, Hızır, qawite, kurban, Ölüler günü ve ziyaretler ile ilgili inançlar, uygulamalar ve yansımaları aktarılmıştır. Aynı bölümde “Bazı Önemli Günler ve Mevsimsel Bayramlar” başlığı altında: Çele, Martın Kara Çarşambası, Newroz ya da Kormişkan bayramları ile ilgili uygulamalardan örnekler sunulmuştur. Ayrıca, misafir ağırlama, askerlik ve gurbet, halkın tedavi yöntemleri, halk oyunları, halk hukuku (boşanma, miras, uzlaşma), halk müziği (kültürü taşımasındaki rolü), halk giyimi, çocuk oyunları ve halk sporundan örnekler de aktarılmıştır. Son olarak bu bölümde “Başka İnanç ve Uygulamalar” başlığı altında günlük yaşamdaki, belli bir kurala bağlı olmayan uygulamalardan örnekler sunulmuştur. Ör: Selamlaşma, hal-hatır sorma gibi. Yedinci bölüm ise sonuç bölümüdür. Burada Kürtlerin sahip oldukları binlerce yıllık kültür varlığının nesilden nesile sözlü aktarımlarla ulaştırıldığı, kaybolma tehlikesi ile karşı karşıya olan, Kürtçenin Kırmancki lehçesine ait folklorik varlıkların derlenmesi, korunması ve nihayet Kürtçenin eğitim alanında hayat bularak varlığını sürdürmesi gereği üzerinde durulmuştur. Tez çalışmamın son kısmında, bibliyografyadan sonra ekler bölümünde, derlediğim ve tez metninde atıfta bulunduğum sözlü edebiyat ürünü olan folklor materyallerinin tamamı bulunmaktadır. Ayrıca, bu çalışma kapsamında görüştüğüm kimselerin fotoğrafları ve yöreye ait bazı fotoğraflar da yer almaktadır.thesis.listelement.badge Di Çîroka Bilbilê Hizar Awaz de Peyvsazî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Bor, AbdullahDi çîrokek ji herêma çolemêrgê de peyvsazî an dariştina peyvan mijara vê xebatê ye. Di vê xebatê de armanca me di vê çîroka gelerî de lêgerîn û lêkolînek biçûk bikin û vê çîrokê ji aliyê dariştina peyvan ve vekolin. Ji bo vê armancê me pêşiyê mijar di çend pirtûkên rêziman de ber çavan re derbas kir. Ji pirtûkan nîşe girtin,ev nîşe rêz kirin,mînak jî zêde kirin. Kurtebejek diyar kir. Paşê jî di çîroka ku ji aliyê hevalê me yê ezîz ,Omer Dilsoz ve hatiye berhevkirin a bi navê Bilbilê Hizar Awaz de peyv ji aliyê sazbûnê ve ji hev cuda kirin. Di vê cudakirinê de em li ser peyvên pêkhatî û hevdudanî rawestiyan. Çîrokbêjê vê çîrokê Hecî Cebraîlê Gûzereşî ye. Çîrok di sala 2002an de hatiye guhdarkirin û nivîsîn. Di vê çîroka gelerî de gelek bêje wek dewkî hatine nivîsîn ,hinek jî da ku em bikaribin wan ji hêla sazbûnê ve diyar bikin bi awayê nivîskî hatine rêzkirin. Lê belê bi tu awayî me dest neda naveroka çîrokê.Master Thesis Lêkolîneke folklorî li ser destana mem û zînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Yıldırım, Kadri; Yıldırım, KadriMEM Û ZÎN DESTANI ÜZERİNE FOLKORİK BİR İNCELEME Hikmettin ATTI ÖZET Bu tezde modern folklor biliminin prensipleri çerçevesinde, halk edebiyatı ürünü olan Memê Alan Destanı ile yazılı bir eser olan Ehmedê Xani'nin Mem u Zîn'i arasındaki ilişki incelendi. Halk edebiyatı ürünü olan Memê Alan Destanı için, araştırmacı yazar Qanatê Kurdo'nun, Mem û Zîn adlı eserinde toplanan oniki (12) varyantı ve Roger Lescot'un Memê Alan adlı derlemesi esas alındı. Qanatê Kurdo'nun eserindeki oniki varyantan birisi, kürtçe'nin sorani lehçesiyle kaydedildiği için (Varyant 12), değerlendirmenin dışında tutuldu. Bir diğer varyant da (Varyant 3), Ehmedê Xanî'nin Mem u Zîn'inin bir kopyası niteliğinde olduğu için değerlendirmenin dışında tutuldu. Ehmedê Xanî'nin Mem û Zîn'i için, Prof. Kadri Yıldırım'ın, Mem û Zîn, Çeviri ve Kavramsal Tahlili, adlı çalışması esas alındı. Tez, Giriş bölümünün dışında, üç anabaşlık altında hazırlandı. Giriş bölümünde genel olarak folklor biliminin çıkışı ve yayılması yine folklor terminolojisi hakkında kısa bilgiler verildi. Birinci bölümde, yukarıda bahsedilen Memê Alan varyantları ile Xanî'nin Mem û Zîn'î arasında birkaç epizota göre mukayese yapıldı. Bu mukayesede mümkün olan en üst seviyede, destanın bütün süreçleri değişik varyantlara ve Mem û Zîn'e göre verilmeye çalışıldı. Bununla amaçlanan; Memê Alan ile Mem û Zîn arasındaki ortak noktaları tesbit etmek (ki muhtemelen bu ortak noktalar aynı zamanda destanın en eski pasajları idiler) ve göstermek ve aynı zamanda Memê Alan ile Mem û Zîn arasındaki aktif ve iki taraflı geçişlilik ilişkisine dikkat çekmektir. İkinci bölümde, motif yapısı çerçevesinde, folklorik Memê Alan ile Xanî'nin Mem û Zîn'ini incelendi. Bu bölümde tesbit edilen her motif üç ana başlıkta değerlendirildi. İlk olarak, bu motifin genel olarak halk edebiyatındaki yeri ve önemi değerlendirildi, ikinci olarak; bu motifin Memê Alan Destanı'nda karşımıza nasıl çıktığı tesbit edildi ve son olarak; motifin Xanî'nin Mem û Zîn'indeki yeri tesbit edildi. Bu bölümde motiflerin tesbitinde, Stith Thompson'un ünlü Motif Index of Folkliterature (Halk Edebiyatının Motif Indeksi) adlı çalışması esas alındı. Motiflerin tesbitinde ağırlıkla, Memê Alan ile Mem û Zîn arasındaki ortak motifler üzerinde duruldu. Her motifin incelenmesinde, o motifin genel olarak Halk Edebiyatı içindeki yerine dikkat çekildi ve özelde Memê Alan Destanı'nda nasıl karşımıza çıktığı incelendi. Ve sonra aynı motifin, Xanî'nin Mem û Zîn'inde, nasıl geçtiği tesbit edildi. Bu bölümde aynı zamanda, Zeynelabıdin Zınar'ın, Di Çanda Kurdî De 37 Şaxên Zanistiyê (Kürt Kültüründe Bilimin 37 Dalı) adlı çalışması da esas alındı. Bu çalışmada kürt masalında tesbit edilen ortak noktalardan (133 ortak nokta), çalışmamız ile ilgili olanlardan faydalanıldı. Çalışmanın üçüncü bölümünde, Xanî'nin Mem û Zîn'i, halk kültürü unsurları bakımından incelendi. Bu bölümde sadece Xanî'nin Mem û Zîn adlı eseri esas alındı. Bu halk kültürü unsurları, dini-inançsal unsurlar, yas ve şölen gelenekleri (newroz, av geleneği, düğün merasimi, yas geleneği vb.), halk hekimliği geleneği, müzik, halk oyunları gibi çeşitli başlıklardır. Sonuç bölümünde kısaca ulaşılan bazı sonuçlar verildi. Tezin üç ayrı bölümü, üç ayrı metodla incelendi. Birincisi Mukayese yöntemidir. Bu yönetmeden amaç; Memê Alan varyantlarının kendi içinde mukayesesi ve Mem û Zîn ile ortak noktaları ve ayrışan yanlarını tesbit etmektir. İkinci yöntem; motif yapısı bakımından incelemektir. Bu metot halk edebiyatı araştırmalarında son zamanlarda modern bir metod olarak ön plana çıkmıştır. Bu bölümde Memê Alan ile Mem û Zîn'de geçen ağırlıkla ortak motifler tesbit edilip incelendi. Üçüncü yöntem olarak, bir klasik yöntem olan ve halk edebiyatı araştırmalarında genelde halk kültürünün maddi ve manevi unsurlarını ön plana çıkarıp inceleyen yöntemdir. Üçüncü bölümde bu yöntem ışığında Xani'nin Mem û Zîn adlı eseri incelendi.Master Thesis DI HELBESTA CEGERXWÎN DE RENGVEDANÊN TÊKILIYÊN ÎQTÎDARÎ(2013) Mikail BülbülDi vê tezê de “têkiliyên îqtîdarî” yên di helbestên Cegerxwîn de ku weke yek ji helbestvanên herî mezin ê edebiyata kurdî yê sedsala bîstan tê zanîn, hatine şîrovekirin. Cegerxwîn ji ber xisûsiyetên dewra ku tê de jiyaye bûye şahidê gelek bûyerên civakî, exlaqî, aborî, siyasî ku Şerê Cihanê yê Yekemîn, Şoreşa Oktobirê ya li Rûsyayê, serhildana Şêx Seîd, dagirkirina Frensayê ya Sûrî, Şerê Cihanê yê Duyemîn, avabûn û hilweşîna Komara Kurdistanê li Îranê, Şoreşa 58an li Iraqê ji bûyerên girîng in ku bi awayekî xurt tesîr li feraset û paşxaneya nivîsîna helbesta wî kirine û sînorên teorîk yê helbesta wî diyar kirine. Ji van bûyerên jor, hemûyan çi rasterast çi nerasterast tesîr li kurdan kirine û şikestin û serûbinbûnên civakî yên mezin pêk anîne. Ji ber ku Cegerxwîn jî ev şikestinên mezin di xwe de jiyane û helbesta wî ji vê atmosferê zaye; şer, bê statubûna kurdan, bêrîkirina dewrên biaram, xwestina netewe- dewletê hwd. mohra xwe li helbesta wî xistine û bi awayekî xurt hêma, fikr û têgehên têkildarî “îqtîdarê” tê de peyda bûne ku di vê xebatê de ev hemû di çerçoweya “têkiliyên îqtîdarî” de hatine ravekirin. Gotina “têkiliyên îqtîdarî”, di tezê de ne hew di wateyekê de ku dikare bi têkiliyên “dewlet”, “rêvebirî” û hwd. bê referekirin, lê di wateyeke berfirehtir de hatiye bikaranîn ku hem hemû rengvedanên îqtîdarên makro yên mîna dewletê hem jî di wateya hemû têkiliyên ku rengvedana têkiliyên dora navend û jêderkên îqtîdarê pêk tên, hatiye bikaranîn. Lewre di vê tezê de hatiye dîtin ku rewş, têkiliyên ku têkildarî îqtîdarê ne, rengvedana xwe daye gelek helbestan. Di tezê de, di çerçoweya edebiyata neteweyî û îqtîdar, reddiyeya îqtîdarê, mîmarî û îqtîdar, dînitî û îqtîdar, zanîn û îqtîdar û raweya fermanî û îqtîdar de, şopên van têkiliyên îqtîdarî hatine tespîtkirin û ev weke rengvedana têkiliyên îqtîdarî hatine ravekerin û bi tehlîlên psîko-sosyolojîk û bi perspektîfek projeksiyonî ku perpektîfeke xwîner-navendî ye, şîrove hatine kirin.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA COLEMÊRG-GEVERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Rasim ÜÇÜNArmanca vê xebatê di devoka Colemêrgê (Hekarî- Gewer) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin jî rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre hin çîrokên devoka Colemêrgê hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di van di çîrokan de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project NAVDÊRÊN KURMANCÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) KARA, GülistanGotinên ku heyber û têgehan dinimînin û didin nasîn nav in. Nav xwedî wateyeke berfireh e; ji bo vê yekê jî di rêzimanan de Nav/navdêr tê bikaranîn. Rengdêr, cînavk, hoker, daçek, gihanek û baneşan jî bi eslê xwe navdêr in. Navdêr di xwe de liv û tevgerê nahewînin, bi vî awayî ji lêkeran tên veqetandinMaster Thesis Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Yıldırım, Kadri; Yıldırım, KadriBu çalışma Klasik Kürt Edebiyatı'nın aşk destanlarından olan Zembilfıroş ile Gülhatun hikâyesinin yazılı varyantları etrafında hikâyenin metinsel tahlilini, olay örgüsünü, kahramanların konumu ile özellikleri, destanın tarihsel ve sosyal arka planını ortaya çıkarmayı amaçlamaktadır. Çalışmanın üzerinde şekillendiği varyantların ilki Feqiyê Teyran'a (1549-1631); ikincisi Melayê Bateyî'ye (1675-1760); ve üçüncüsü de Mûradxanê Bayezîdî'ye (yazılış yılı 1776) aittir. Çalışmanın birinci bölümünde destan ve destanların ortaya çıkışı ile türleri üzerinde durulmuş, batı ve doğu edebiyatındaki örnekleri işlenmiştir. İkinci bölümde aşk destanları ve bunların batı edebiyatındaki örnekleriyle birlikte doğu edebiyatında meşhur olan örnekleri de tanıtılmıştır. Çalışmanın üçüncü bölümünde ise esas konuyu teşkil eden üç varyantın metin bilgisi etrafında, Zembilfıroş ile Gülhatun destanının Klasik Kürt Edebiyatı ile Çağdaş Kürt Edebiyatı'ndaki yeri; varyantların şair, içerik, tema, mesaj, düşünce, dil, nazım şekli gibi metin tahlilleri; hikâyenin kahramanlarının nitelikleri; destanın ortaya çıkış yer(ler)i ile olayın oluş şekli; destanın vuku bulduktan zonraki yayılma ve yazıya geçirilme durumu; destanın erkek kahramanı olan Zembilfıroş'un, Kürdistan tarihini anlatan kaynaklardan yola çıkarak gerçek tarihsel kişiliğinin tespiti gibi konular işlenmiştir. Bu bölümde ulaşılan en önemli sonuçlardan biri, Zembilfıroş ile Gülhatun arasında vuku bulan aşk hikâyesi, miladi 994 yılında Mervaniler (Miladi 985-1086) döneminde Diyarbakır'ın Silvan ilçesinde meydana gelmiştir. İkinci önemli ayrıntı, adı geçen aşk hikâyesinin erkek kahramanı olan Zembilfıroş'un gerçek ismi Emir Said olup, Diyarbakır Paşalarından Emir Hasan'ın oğludur. Bu noktada Kürdistan tarihi ile ilgili literatür taranmış, Emir Said ve Emir Hasan ile ilgili önemli bilgilere ulaşılmıştır. Yine günümüz yazar ve araştırmacılarının eserlerindeki Zembilfıroş ile ilgili araştırma, analiz ve düşünceleri de işlenerek, hikâyenin gerçek kimliğine kavuşması yönünde sundukları katkı dikkatlere sunulmuştur. Çalışmanın son bölümü olan dördüncü bölümde ise Zembilfıroş hikâyesi, Yusuf ile Züleyha ve İbrahim Edhem hikâyelerinin olayın gerçekleşme ve kurgu biçimi bakımından ortak yönleri ele alınmıştır. Bu bölümde karşılaştırılan hikâyeler ve ortaya çıkan benzer motiflerin varlığı, farklı toplumların benzer edebiyat kültürüne sahip olduklarının işaretleri gibidir. Son olarak ekler bölümünde, üzerinde analiz ve tahliller yapılan Zembilfıroş ile Gülhatun aşk hikâyesinin üç varyantı olduğu gibi verilmiştir.thesis.listelement.badge La Construction Visuelle Des Identités Kurdes(Yayınlanmamış Doktora Tezi, Université Paris3 Sorbonne Nouvelle, 2013) Özdil, Yılmaz…