Repository logoGCRIS
  • English
  • Türkçe
  • Русский
Log In
New user? Click here to register. Have you forgotten your password?
Home
Communities
Browse GCRIS
Entities
Overview
GCRIS Guide
  1. Home
  2. Browse by Author

Browsing by Author "Mehdi Zana Karak"

Filter results by typing the first few letters
Now showing 1 - 1 of 1
  • Results Per Page
  • Sort Options
  • Loading...
    Thumbnail Image
    Master Thesis
    DÎWANÇEYA ŞÊX ÎSMETULLAHÊ KARAZÎ (METN Û LÊKOLÎN)
    (2020) Mehdi Zana Karak
    Şêx Îsmetullahê Karazî (1908-1996), li Licêya Diyarbekirê hatiye dinyayê û yek ji helbestkarên sedsala 20em e. Ew ji malbata Mela Ebdillahê Semerşêxî yê alim e. Karazî hem heyama dawî ya Osmanî dîtiye hem jî di serdema Komarê de jîyaye. Herçiqas helbestkarekî ku gihaştiye serdema modern jî wî helbestên xwe bi terza klasîk nivîsîne. Şêx Îsmetullah di medreseyên Kurdan de ji alimên weke Mela Huseyinê Kiçik, Mela ‘Ebdulfettahê Hezroyî û Mela Ebdillahê Koxî ders wergirtine û li Tekyaya Hezanê jî li ba Şêx Mihemed Selîmê Hezanî dest bi dersên tesewifî kiriye. Karazî li gelek cîyan ji gelek ‘aliman ders wergirtine. Paşê li Çoqreşê ji Şêx Yehyayê Çoqreşî xelîfetîya terîqê wergirtiye û li herêma Diyarbekirê weke alimekî mezin navê wî belav bûye. Karazî neçûye dibistanên fermî yên dewletê, lêbelê ji bilî Kurdî; Osmanî (Tirkî), Erebî û Farisî jî baş zanibûye. Karazî girêdayî terîqa Neqşebendîtîyê bû û ji ber ku di medreseyên Xalidîyê de perwerde bûye hem Erebî hem jî Farisî baş hîn bûye û hay ji edebiyatên wan zimanan jî hebû. Ev yek ji helbestên wî jî tên fahmkirin, lewra wî unsûrên Erebî û Farîsî di helbestên xwe de gelekî bi kar anîne û heta hinek helbestên wî jî xwerû bi Erebî ne. Şêx Îsmetullah tradîsyona bikaranîna mexlesê jî berdewam kiriye û di helbestên xwe de mexlesên “‘Îsmet û ‘Useyma” jî di nav de pênc mexles bi kar anîne. Karazî li dû xwe dîwançeyek û hin name hiştine. Herçiqas Karazî xwedî dîwançeyeke biçûk be jî helbestên wî ji alîyê edebî û hunerî ve di asteke bilind de ne. Wî di dîwançeyê de helbestên xwe bi teşeyên nezmê yên weke; xezel, qesîde, muselles û murebbe‘ê nivîsîne. Herweha bi cureyê nezmê yên weke; medhiye, mersiye, munaceat û xezala tekyayê helbestên xwe hûnandine. Me di vê xebata xwe de hewl da ku berhemên Karazî jî di lîteratura edebiyata klasîk a Kurdî de cî bigire. Xebata me ji destpêkek, sê beş û ji encamekê ve pêk tê. Em ji gelek alîyan ve li ser vê xebatê sekinîn. Li ser jîyan, berhem, raman û dîwançeya Karazî me lêkolînên xwe pêk anîn û ji alîyê rûxsarî, naverokî, tematîk û tehlîlê ve me tesbît û nirxandinên xwe pêşkêş kirin.
Repository logo
Collections
  • Scopus Collection
  • WoS Collection
  • TrDizin Collection
  • PubMed Collection
Entities
  • Research Outputs
  • Organizations
  • Researchers
  • Projects
  • Awards
  • Equipments
  • Events
About
  • Contact
  • GCRIS
  • Research Ecosystems
  • Feedback
  • OAI-PMH

Log in to GCRIS Dashboard

GCRIS Mobile

Download GCRIS Mobile on the App StoreGet GCRIS Mobile on Google Play

Powered by Research Ecosystems

  • Privacy policy
  • End User Agreement
  • Feedback