Browsing by Author "Orak, Yunus"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis VEKOLÎNEKE ETNOMUZÎKOLOJÎK LI SER MIHEMED ARIF CIZÎRÎ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Orak, YunusÇawa ku zimanê her civakê ji hev cihê ye, muzîka her civakê bi awayekî xwezayî jev cihê ye. Her civak li gor erdnîgarî, bandorên çandên din, pêwîstî û taybetmendîyên xwe, dibe xwedîyê mûzîkeke xweser û resen. Ev civak carinan dibe ku etnîsîteyek be, carinan qebîleyek be, derdora olekê be an jî êl û eşîrek be; di dawîyê de ev yek çandekê îfade dikin. Zimanê Kurdî yê ku bûye haveynê çanda devkî, bi xwe re berhemên cîyawaz ên hunerî dane zayîn. Dengbêjên ku barkêşî û veguhêzerîya mîrate û serborîyên çanda devkî ya Kurdan ji nifşên li dû xwe re kirî, hin caran bi şêweyên vegotinê hin caran jî bi şêweyên melodîk berhemên kevneşopî hunandine û afirandine. Dengbêjên ku ji hêla resenî û rengînîya xwe ve bûne resenîyeke muzîka Kurdî di nav şaxa zanîstî ya etnomuzîkolojîyê (muzîkolojîya çandî) hêjayî nirxandinê ne û taybetmendîyên dengbêjîyê yên çandî bi awayekî xwezayî berê mirov dide qada etnomuzîkolojîyê. Hêla vegotinê ya dengbêjîyê bûye mijara gelek xebatên akademîk û çandî. Hetta wekî riknê sereke yê edebîyata Kurdî, cihê dengbêjîyê taybet e. Dengbêjî kêm jî be ji hêla muzîkolojîyê ve hatîye nirxandin û vekolandin. Lê em dikarin bibêjin ku nirxandina dengbêjîyê di bin banê etnomuzîkolojîyê de babeteke nû ye. Di vê vekolînê de hewldana me dê li ser nasandina etnomuzîkolojî û xweserîyên wê be û li ser vê bingehê nêrînek li ser jîyana Mihemed Arif Cizîrî û bandora jîyana wî ya civakî ya li ser hunera wî be. Têkildarî vê yekê kod û motîf û mijarên di hunera Mihemed Arifî de dê wekî taybetmendîyên xweser ên muzîka wî dê bên destnîşankirin. Mihemed Arif Cizîrîyê ku bi stran û kilamên xwe yên cîyawaz bo folklora Kurdî mîrateke têr û berfireh hiştîye, bi naverok û şêweyên van berheman dê bibe qada sereke ya vê vekolînê. Li gel van babetan yek ji lêgerînên me yên vê vekolînê jî dê awirtêdana senifandina hunera wî be.