Yaşayan Diller Enstitüsü
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/13
Browse
Browsing Yaşayan Diller Enstitüsü by Department "MAÜ, Enstitüler, Yaşayan Diller Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Ana Bilim Dalı"
Now showing 1 - 20 of 28
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, CennetEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendên wan ji hev cuda ne. Me bi rêya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi rêya çavdêriyê jî heşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û curbicuriya gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e.Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amûrên dijîtal, tevgerên malbatan,Pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherînalîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.Master Thesis LATÎNÎZEKIRINA DÎWANÇEYA MELA MIHEMÊ TAJDÎN(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Dervişoğlu, AbdulkerimMijara vê projê latînîzekirina helbestên Mela Mihemê Tajdîn e. Armanca xebatê ew e ku helbestên bi tîpên erebî hatiye nivîsandîn, bî tîpên latinî bên wergerandin da ku hemû xwendevan bikarbin bixwînin. Armanca me ya din ji ew e ku em helbestan veguherînî medyaya dijîtal, bi vî awayî biparêzin û nehêlin wenda bibin. Ev xebat du beşan pêk tê. Beşa yekem de jiyana Mela Miheme Tajdîn bi kurtasî hatiye nivîsandin. Di beşa duyemîn de jî helbestan Mela, bi tipên latînî hatiye dayîn. Mijara helbestên mela bi gelemperî mirin, tirsa ji Xwedê, fanibûna dinyayê û veqetîn e. Carinan ji rexne li jiyana mirovan tê kirin. Helbestên xwe bi devoka herema Şirnexê û bi zaravayê kurmanciya îroyîn nivîsandiye.Master Thesis Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Birgün, ArgeşEv xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.Article DESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)(2020) Subaşı, KenanNûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu’eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.Master Thesis LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, EyüpDi vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.Article Bir İlk Roman Olarak Kilama Pepûgî Üzerine Bir Analiz(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2020) Yıldız, PınarNa xebate de ma hewl da ke romanê yewin yê kirmanckî (zazakî) Kilama Pepûgî (2000) ser o analîzêk bikê. Na xebate destpêk û hîrê beşan ser o awan bîya. Destpêk de ma tarîxê vejîyayîşê romanî ser o vindertî û edebîyatê rojhelatî de bîlhesa edebîyatê kurdkî de romanî senîn dest pêkerdo, ser o vindertî. Rolê modernîzm û neteweperwerî romanî ser o esto. Coka beşê yewinî de ma tesîrê modernîzmî, neteweperwerî û folklorî yo ke romanî ser o esto ra ewnîyayî. Bîlhesa ma waşt bimojnê ra ke nê mefhuman nê romanê verênî ser o senîn tesîr kerdo. Seba ke Kilama Pepûgî, romanêko tarîxî yo ma beşê dîyinî de zî mefhûmê romanê tarîxî ser o vindertî û ma hewl da ke nê romanî zî sey yew romanê tarîxî analiz bikê. Beşê peyênî de zî ma no roman hetê unsuranê romanî ra analiz kerd. Çike zafê romanê verênî hetê unsuranê teknîkan ra wayîrê probleman ê û kalîteyêkê edebî ra dûrî yê. Ma waşt bimojnê ra ke Kilama Pepûgî de nê unsurê teknîkî senîn ameyê karardiş. Seba ke Kilama Pepûgî hem romanê yew dewrî yo hem zî romano yewin o ma analîz û rexneyê xo goreyê şert û mercê ê dewrî û tarîxê çapbîyayîşê romanî kerdî. Yanî perspektîfê ma ser o tesîrê têkilîya nuştox-eser-dewr bi. Seba ke ma waşt fikrêk bidî wendoxan ma peynîye de yew bîblîyografîya romananê kirmanckî îlawe kerdî. Yanî mabênê vîst serran de romanî ke bi kirmanckî nusîyayê û açarnîyayî, ma listeya inan îlaweyê na xebate kerdî.Article “Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabiyê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othello ya Shakespeare de”(2017)Problema Xerabiyê problemeke herî kevnarê ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbenû xwe diparize û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê probelmê têne kirin. Ev nîqaşên felsefîk û olî helbet di qada edebiyatê de jî wê xwe didin der. Di navbera Shakespeare û di Ehmedê Xanî de her çend di demên cuda de jiyabin jî ev problem ji hêla herduyan ve jî hatiye nîqaşkirin. Lê di çanda rojhilata navîn de bêtir di çerçoveya felsefeyê de ev nîqaş hatine kirin lewra em di Othello de bêtir rastî nîqaşên felsefîk tên. Lê ji ber ku çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora ol bêtir heye û şaîr û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbasbûne ev problem di Rohjilat de bêtir di çerçoveya ol de hatiye nîqaşkirin. Lewra em di Mem û Zînê de ev nîqaş problem bêtir di çerçovaya ol de hatiye nîqaşkirin. Di vê gotarê di çerçoveya problema xerabiyê de em ê jî van herdu berhemên edebî bidin berhev. Her çend di navbera van herdu berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin, di encamê de wê bê dîtin ku ev problem çava di van herdu berhemên edebî de rengveda ye.Other DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞEv xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.Article Positivism, Said Nursi And The Kurds(Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019)Positivism arose under specific conditions in France during nineteenth century, greatly affecting the philosophical thought of many Ottoman intellectuals. Many of intellectuals lived in exile because of policies carried out by Sultan Abdulhamid and came into close contact with positivism in France. These intellectuals believed that positivism could solve the problems that Ottoman society faced. They tried to adapt positivism to the specific conditions of their own society. The Kurdish Muslim scholar, Said Nursi also, learned about and keep with the thoughts, both in his hometown Bitlis, and in İstanbul. This paper claims that Said Nursi was intrigued by positivism. In this context, he presumed that Kurdish people should move ahead in social order and progress through education, which would make increase their welfare and happiness.Article BÎBLIYOGRAFYAYA TEZÊN MASTER Û DOKTORAYÊ YÊN BEŞÊN ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ Û ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ (2011-2020)(Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi, 2021) Yıldırımçakar, ZiyattinEv gotar li ser tezên master û doktorayê ye ku di nav- bera salên 2012 û 2020an de, di beşên Ziman û Edebiya- ta Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî de yên li Zanîngehên Tir- kiyeyê hatine amadekirin. Armanca me ji bo nivîsandina vê xebatê ew e ku em bîbliyografyayekê li ser van tezan amade bikin û li gorî biwaran wan rêz bikin ku kesên dixwazin ji wan îstîfade bikin bi rihetî xwe bigihîninê. Herçiqas bîbliyografyaya tezên heta sala 2018an berê hatibû çêkirin jî, me guncan dît ku piştî tezên doktorayê û gelek tezên masterê ên van herdu salên dawî, em xebateke din çêbikin. Me di vê gotarê de cih da tezên kurmancî, zazakî û çend hebên soranî û ew beş bi beş kategorîze kirin.Article Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan”(2021) Subaşı, KenanDi vê gotarê de analîzeke analîtîk di çarçoveya du hêmanên sereke yên edebîyata zarokan de dê bê kirin. Ev hêman “rastîya zarokan” û “îzafîyeta zarokan” in ku bingeha edebîyata zarokan a modern jî li ser wan saz dibe. Ji ber ku zarok xwedî kesayeteke cuda û xweser e, nivîskarê edebîyata zarokan di hunera xwe de mecbûr e baldarê vê cudabûn û xweserîya zarokan be. Lewra mixatabê sereke yê vê edebîyatê zarok bixwe ye. Ji bilî van ji bo ku zarok bibe xwedî estetîk û arezûyeke edebî, dîsa divê berhemên edebî yên ku ji bo zarokan tên nivîsandin, li gorî van her du hêmanan bên afirandin. Li gorî van esasan di vê xebatê de dê helbestên zarokan ên Kurdî li gorî van her du hêmanan bên nirxandin. Herwiha qesda me ji helbestên zarokan ên Kurdî ew e ku ji destpêkê heya îro yanî ji helbestvanên weku Zêwer, Goran, Kakeyî Felah, Kamiran Elî Bedirxan, Letîf Helmet, Elî Ebdulla Şewnim bigirin heya kesên weku Emîn Muhemed, Taha Bîlal, Elî Hemereşîd Berzincî, Osman Muhemed Hewramî, Firat Cewerî, Konê Reş, Yehya Elewîferd, Aram Gernas û Mueyed Teyîb binirxînin û mînakên helbestên wan ên serkeftî û neserkeftî, digel egerên wan, parve bikin. Mebest ji hilbijartina van navan ew e ku ev helbestvan di serdema xwe de yên herî berhemdar bûne di qada helbesta zarokan de. Helbet mimkûn e mirov hin navên din lê bar bike. Lê ji ber ku dê ji sînorên gotarekê derketiba, me bi van navan sînordar kir. Herwiha me helbestvanên ku hilbijartiye, di nav çar serdemên ku tê de jîyane û li gorî milmilaneyên sîyasî û civakî ji hev cuda bûne, dabeş kirin.Master Thesis EFSANEYÊN LI HERÊMA HEKARÎYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Subaşı, KenanEfsane, ew hîkaye ne ku di derbarê; mirov ajel, riwek, heyînên derasayî, şaristan, rûdanên dîrokî, heyberên bêrih û hwd. de tên gotin. Me jî di vê xebata xwe de behsa hin efsaneyên herêma Hekarîyê ku mijarên wan curbicur in kiriye. Jimara efsaneyan bi giştî bîst û yek in. Ji van efsaneyan gelek bi rêya hevpeyvînê hatin berhevkirin. Berhevkirina efsaneyan jî bi rêya qeydkirina dengên vegêran çêbû. Amanca vê xebatê berhevkirina efsaneyên li herêma Hekarîyê û polînkirina wan e. Ev xebat ji destpêk, encam û ji sê beşan pêk hatiye. Di destpêkê de em li ser amanc, çarçove, sînorên xebatê, rê û rêbazên xebatê sekinîne. Di beşa yekem da em li ser pênase û hin xususîyetên efsaneyê, xebatên li ser efsaneyê û têkiliya efsaneyê bi vegêranên din re sekînîne. Di beşa duyem de jî em li ser hin taybetîyên herêma Hekarîyê û kurteya dîroka Hekarîyê sekinîne. Di beşa sêyem de ew dengên qeydkirî hatin deşîfrekirin û di gel agahîyên derbarê vegêran li xebatê hatin zêdekirin. Di encamê de polînkirina wan efsaneyên berhevkirî hat kirin.Other DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng ÖzmenFêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.Master Thesis EFSANEYÊN HERÊMA AMEDÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Bozkurt, HalimeDi vê projeyê de efsaneyên navend û navçeyên Amedê, ji vegêranan hatine guhdarkirin û qeydkirin. Di vê xebatê de 57 efsane bi hevpeyvînê hatine berhevkirin. Piranîya efsaneyan bi kurdî hinek jî bi tirkî hatine qeydkirin. Sedama qeydkirina bi tirkî ev in: nezanîna bi kurdî yan yan jî xwe baştir îfadekirina vegêranan bû û wekî din nezanîna min a zaravayê zazakî ye. Di vê xebatê de amanc ev e ku efsaneyên navend û navçeyên Amedê bê berhevkirin, qeydkirin, li gor navend û navçeyan bê senifandin û ev efsane bi gelemperî li ser çi ne yan li ser kê ne bên tesbîtkirin. Proje bi destpêkê û bi sê beşên sereke pêk tê. Di destpêkê de amanc û çarçoveya projeyê hatiye vegotin. Piştre agahiyên metod û çavkaniyên projeyê hatine dayîn. Di beşa yekem da li ser pênaseya efsaneyê û taybetmendiyên efsaneyê hatiye sekinandin. Di beşa duyem da li ser danasîna Amedê û di dîrokê de li ser Amedê hatiye sekinandin. Di beşa sêyem da li ser efsaneyên navenda Amedê û efsaneyên navçeyên Amedê hatiye sekinandin.Master Thesis JI ALIYÊ TEŞEYÊ VE ANALÎZA QEWLÊRKÊN EVÎNÎYÊ YÊN GUNDÊ HÊRHÊRIYÊ(Çaylarbaşi/SÎVEREK)(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Soruci, AhmetEm di vê xebatê de li ser yek ji cureyên edebiyata devkî rawestiyan ku ew jî delal in ku bi gelemperî ev helbestan re ewlêrk tê gotin. Qewlêrkên hatine berhevkirin ji gundê Hêrhêriya Sêwregê ye ku navê wê ya fermî Çaylarbaşi ye. Me di vê xebatê de xwest ku qewlêrkên vî gundî were tomarkirin û ji alîyê teşe û naverokê ve were hilsegandin. Bi vî hawî me armanc kir ku mînakên vê cureyê were qeydkirin. Ev xebat ji destpêkek, sê beş û encamekê pêk tê. Di beşa yekem de wek cureyeke edebiyata devkî qewlêrk hatiye nasandin. Di beşa duyem de qewlêrkên ku hatine berhevkirin, hatine nivîsin. Di beşa dawî de jî qewlêrkê berhevkirî ji alîyê teşe û naverokê ve hatine hilsegandin. Di encamê de hat dîtin ku ev qewlêrk ji alîyê teşe û naverokê ve taybetîyên cureya qewlêrkê dihewînin, bi hêma û mijarên xwe raman û hestên gelê kurd nîşan didin.Article Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî(Nûbihar AkademiPAK AJANS Yayıncılık, 2015)Ev gotar berê xwe dide vekolîna statuya zimanê Kurdî ya di nav dîrokê de. Statuya ziman bi fonksiyona ziman an ji bîkaranîna ziman ve eleqedar e. Ji bo statuya ziman taybetmendiyên sereke, statuya qanûnî, orjîna ziman, asta standardîzasyonê û zîndibûna ziman in. Ev taybetmendiyên statuya ziman bi rewşa siyasî, çandî, aborî û dîrokî ve girêdayî ne, bi bandora van diyardeyan statuya ziman, di nav kaniya demê de diguhere. Weke zimanekî Kêmar statuya zimanê Kurdî jî bi bandora wan diyardeyan hatiye guherîn. Li gor van yekan em ê hewl bidin li gor sê serdeman veguherînên di statuya zimanê Kurdî de digel minakên cîhanê analiz bikin. Ev sê serdem, serdema feodalîteyê, serdema netewe dewletê û serdema hilweşandina netewe dewletê ne. Di serdema feodaliteyê de ji ber ku patronaja mîrektiyan li ser zimanê Kurdî hebûye statuyeke siyasî û çandî ya zimanê Kurdî hebûye, di serdema netewe dewletê de, di encama prosesa modernizasyona Tirk de û bi têkçûyina mirektiya Kurdan ve zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de maye û statuya xwe ya sîyasi wenda kiriye. Di serdema hilweşandina netewe dewletê de bi sistbûna fikrên neteweperweriyê ve zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî jî sist bûne, lê di vê serdemê de ji ber sedemên civakî û aborî statuya çandî û civakî ya zimanê Kurdî di ber têkçûnê de ye.Article Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da(2022) Subaşı, KenanDi nav mîtan da mexlûqekî herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî da berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Me di vê xebatê da di nav çarçoveya folklora Kurdî da lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûq di vê xebatê da hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî da çawa û di çi peywendê da hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan.Master Thesis 15 DEYÎRÊ (KLAMÊ) ÇEWLÎGÊ,VATEYÊ Û HÎKAYEYANÊ ÎNAN SERO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Yolcu, Ahmet NuriNa xebate de, ma mûzîk çinayo û taybetmendîye mûzîk çinayo? sero etûde xo kenê û 15 deyîrî Çewlîgî yê Zazakî pê vateyê û hîkayeyanê înan tehlîl kene. Ma xebatê xo de pêcigêrayîşane wareyan kesane xûsûsan, meqaleyan û çend kitaban ra îstîfade kerdî. Vêrcû zazakî de tenya edebîyatê fekî averşîyîbî, seba ney muzîk hîkayeyan de, sanikan de, çibenokan lezvateyan de tim û time estbîyo. Na xebat de zî armanc deyîranê çewlîg ra varyantanê înan ke nênûsîyayê înan mojnayîş û behsê hîkayeyanê înan kerdişo.Article Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re(Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, 2023) Yıldırımçakar, ZiyattinMijara vê xebata kalîtatîv nêrînên mamosteyên beşên kurdî yên kurmanciya standard e û bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan dinirxîne. Hejmara beşdarên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Armanca vê xebatê ew e ku em nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin, derbarê standardizasyon û zimanê standard de werbigirin û nêrînên wan raxin ber çavan. Ev xebat ji vî aliyî ve giring e ku xebatên bi vî awayî kalîtatîv derbarê kurmancî û standardîzasyonê de hatine kirin di kurdî de kêm in, herwiha nêrînên akademîsyenan li ser standardîzasyon û kurmancî de wê çarçoveyekê ji me re çêbike derbarê stratejiyên me yên dahatû ji bo pêkanîna kurmanciyeke standard. Di lêkolînê de 6 tema derketin, herwiha bintema û kodên wan jî derketin. Di encama vê lêkolînê de derkete meydanê ku mamosteyên kurdî standardîzasyonê bi têgihîştina hevpar, nivîsandina hevpar û zimanê nivîsê terîf dikin. Nêrînên wan derbarê taybetî, çêbûn, pirsgirêk û çareseriyên kurmanciya standard derketin; dema marûzî kurmanciya standard dibin hestên erênî û neyînî di wan de çêdibin. Herwiha têgehên wekî kurmanciya nestandard û binavkirinên wekî kurdiya akademik, kurdiya nivîskî, kurdiya standard û kurdiya neakademîk derketin digel binavkirinên din û sedema çima hin kes kurdiya xwe (devoka xwe) wek heqîqî nabînin.Article TEYRÊ SÎMIR Û RENGVEDANÊN WÊ DI FOLKLORA KURDÎ DA(2023) Subaşı, Kenan; Roder, AramYek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.