Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Institution Author "Ergün, Zülküf"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.
