Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Institution Author "Filiz, Mehmet Şirin"
Now showing 1 - 2 of 2
- Results Per Page
- Sort Options
Article Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî(Nûbihar AkademiPAK AJANS Yayıncılık, 2015)Ev gotar berê xwe dide vekolîna statuya zimanê Kurdî ya di nav dîrokê de. Statuya ziman bi fonksiyona ziman an ji bîkaranîna ziman ve eleqedar e. Ji bo statuya ziman taybetmendiyên sereke, statuya qanûnî, orjîna ziman, asta standardîzasyonê û zîndibûna ziman in. Ev taybetmendiyên statuya ziman bi rewşa siyasî, çandî, aborî û dîrokî ve girêdayî ne, bi bandora van diyardeyan statuya ziman, di nav kaniya demê de diguhere. Weke zimanekî Kêmar statuya zimanê Kurdî jî bi bandora wan diyardeyan hatiye guherîn. Li gor van yekan em ê hewl bidin li gor sê serdeman veguherînên di statuya zimanê Kurdî de digel minakên cîhanê analiz bikin. Ev sê serdem, serdema feodalîteyê, serdema netewe dewletê û serdema hilweşandina netewe dewletê ne. Di serdema feodaliteyê de ji ber ku patronaja mîrektiyan li ser zimanê Kurdî hebûye statuyeke siyasî û çandî ya zimanê Kurdî hebûye, di serdema netewe dewletê de, di encama prosesa modernizasyona Tirk de û bi têkçûyina mirektiya Kurdan ve zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de maye û statuya xwe ya sîyasi wenda kiriye. Di serdema hilweşandina netewe dewletê de bi sistbûna fikrên neteweperweriyê ve zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî jî sist bûne, lê di vê serdemê de ji ber sedemên civakî û aborî statuya çandî û civakî ya zimanê Kurdî di ber têkçûnê de ye.Article “Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabiyê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othello ya Shakespeare de”(2017)Problema Xerabiyê problemeke herî kevnarê ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbenû xwe diparize û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê probelmê têne kirin. Ev nîqaşên felsefîk û olî helbet di qada edebiyatê de jî wê xwe didin der. Di navbera Shakespeare û di Ehmedê Xanî de her çend di demên cuda de jiyabin jî ev problem ji hêla herduyan ve jî hatiye nîqaşkirin. Lê di çanda rojhilata navîn de bêtir di çerçoveya felsefeyê de ev nîqaş hatine kirin lewra em di Othello de bêtir rastî nîqaşên felsefîk tên. Lê ji ber ku çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora ol bêtir heye û şaîr û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbasbûne ev problem di Rohjilat de bêtir di çerçoveya ol de hatiye nîqaşkirin. Lewra em di Mem û Zînê de ev nîqaş problem bêtir di çerçovaya ol de hatiye nîqaşkirin. Di vê gotarê di çerçoveya problema xerabiyê de em ê jî van herdu berhemên edebî bidin berhev. Her çend di navbera van herdu berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin, di encamê de wê bê dîtin ku ev problem çava di van herdu berhemên edebî de rengveda ye.
