Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Institution Author "Subaşı, Kenan"
Now showing 1 - 3 of 3
- Results Per Page
- Sort Options
Article DESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)(2020) Subaşı, KenanNûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu’eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.Article Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da(2022) Subaşı, KenanDi nav mîtan da mexlûqekî herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî da berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Me di vê xebatê da di nav çarçoveya folklora Kurdî da lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûq di vê xebatê da hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî da çawa û di çi peywendê da hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan.Article Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên Mêjûyî(2023) Subaşı, KenanDestanên Evînî yên Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evînî yênmêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.
