Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Institution Author "Yıldırımçakar, Ziyattin"
Now showing 1 - 2 of 2
- Results Per Page
- Sort Options
Article BÎBLIYOGRAFYAYA TEZÊN MASTER Û DOKTORAYÊ YÊN BEŞÊN ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ Û ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ (2011-2020)(Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi, 2021) Yıldırımçakar, ZiyattinEv gotar li ser tezên master û doktorayê ye ku di nav- bera salên 2012 û 2020an de, di beşên Ziman û Edebiya- ta Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî de yên li Zanîngehên Tir- kiyeyê hatine amadekirin. Armanca me ji bo nivîsandina vê xebatê ew e ku em bîbliyografyayekê li ser van tezan amade bikin û li gorî biwaran wan rêz bikin ku kesên dixwazin ji wan îstîfade bikin bi rihetî xwe bigihîninê. Herçiqas bîbliyografyaya tezên heta sala 2018an berê hatibû çêkirin jî, me guncan dît ku piştî tezên doktorayê û gelek tezên masterê ên van herdu salên dawî, em xebateke din çêbikin. Me di vê gotarê de cih da tezên kurmancî, zazakî û çend hebên soranî û ew beş bi beş kategorîze kirin.Article Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re(Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, 2023) Yıldırımçakar, ZiyattinMijara vê xebata kalîtatîv nêrînên mamosteyên beşên kurdî yên kurmanciya standard e û bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan dinirxîne. Hejmara beşdarên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Armanca vê xebatê ew e ku em nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin, derbarê standardizasyon û zimanê standard de werbigirin û nêrînên wan raxin ber çavan. Ev xebat ji vî aliyî ve giring e ku xebatên bi vî awayî kalîtatîv derbarê kurmancî û standardîzasyonê de hatine kirin di kurdî de kêm in, herwiha nêrînên akademîsyenan li ser standardîzasyon û kurmancî de wê çarçoveyekê ji me re çêbike derbarê stratejiyên me yên dahatû ji bo pêkanîna kurmanciyeke standard. Di lêkolînê de 6 tema derketin, herwiha bintema û kodên wan jî derketin. Di encama vê lêkolînê de derkete meydanê ku mamosteyên kurdî standardîzasyonê bi têgihîştina hevpar, nivîsandina hevpar û zimanê nivîsê terîf dikin. Nêrînên wan derbarê taybetî, çêbûn, pirsgirêk û çareseriyên kurmanciya standard derketin; dema marûzî kurmanciya standard dibin hestên erênî û neyînî di wan de çêdibin. Herwiha têgehên wekî kurmanciya nestandard û binavkirinên wekî kurdiya akademik, kurdiya nivîskî, kurdiya standard û kurdiya neakademîk derketin digel binavkirinên din û sedema çima hin kes kurdiya xwe (devoka xwe) wek heqîqî nabînin.
