Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Publisher "Mukaddime"
Now showing 1 - 3 of 3
- Results Per Page
- Sort Options
Article Kovargeriya Akademîk a Kurdî li Tirkiyeyê û Pirsgirêkên Wê(Mukaddime, 2018) Keskin, NecatKovargerya kurdî di nav weşangeriya kurdî de cihekî girîng digire. Kovara Rojî Kurd a di sala 1913an dest bi weşanê kiriye nimuneya pêşî ya kovargeriya kurdî ye. Mînakên din ên sereke Jîn û Hawar in. Ji Hawarê û wir çi siyasî çi çandî curbecur kovarên kurdî derdikevin. Di salên dawî de bi vekirina enstîtuyên zimanên zindî kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine. Di vê xebatê de li ser kovarên akademîk ên kurdî ku li Tirkiyeyê diweşin hatiye rawestin ku heta niha tevde pênc heb in. Weşana van kovarên akademîk bi pêwîstiyên demê re têkildar e. Di heman demê de bi hebûna xwe ev kovar di warê kovargeriya kurdî a li Tirkiyeyê de destpêkeke nû pêk tînin.Article Peywendiya Mîr û Mela Di Çarçoveya Patronaja Edebî de(Mukaddime, 2017) Ergün, ZülküfKurte: Di vê gotarê de peywendiya Melayê Cizîrî û Mîrê Cizîra Botan di çarçoveya patronaja edebî de tê vekolîn. Ji bo vê mebestê piştî ku taybetmendiyên patronaja edebî û nasnameya patronê Melayê Cizîrî tê ronkirin bi rêya helbestên wî peywendiya wî ya digel Mîrê Cizîra Botan tê berçavkirin. Di encamê de di vê gotarê de tê nîşandan ku Melayê Cizîrî bi çendîn helbestên xwe pesnê hêz, desthilat û comerdiya mîrên Cizîra Botan daye û wek helbestvanekî serayê hunera xwe xistiye bin xizmeta mîran û di beramber vê de jî ji aliyê wan ve hatiye padaştkirin. Ji ber vê dema şanazî bi hunera helbesta xwe dike di heman demê de xurûra seraya patronê xwe jî temsîl dike û bi vî awayî yekem mînaka patronaja edebî pêşkêş dike di edebiyata kurdî de.Article Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê(Mukaddime, 2018) Ergün, ZülküfKurte: Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.