Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Subject "Dil Ve Dil Bilim"
Now showing 1 - 2 of 2
- Results Per Page
- Sort Options
Article Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên Mêjûyî(2023) Subaşı, KenanDestanên Evînî yên Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evînî yênmêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.
